Jinên ji ber cihêkariya zayendî di dilqê mêran de gihaştin armanca xwe

Jinên ji ber cihêkariya zayendî di dilqê mêran de gihaştin armanca xwe

Li her derê cîhanê jin ji ber cihêkariya zayendiyê di warê gihaştina armancên xwe de gelek zehmetî dîtine. Zext, zordestî li wan hatine kirin lê dîsa jî wan hewil dane li berxwe bidin û serî netewînin. Jinên serî netewandin her êrişên mezin li wan hatin kirin. Li dijî newekhevî, hişmendiya zayendperest û dijminatiya jinê jinên mîna Leyla Qasim ku serî netewand û berî bê îdamkirin peyama berxwedanê da û jina bi navê Jeanne d'Arc (Jan Dark) a li dijî dagirkeriyê serî netewand şer kir û di encamê de bi awayekî zindî hat şewitandin bûn sembolên têkoşînê. Jinên mîna Leyla Qasim û Jeanne d'Arc (Jan Dark) di heman demê de li dijî zihniyeta baviksalarî û cihêkariya zayendiyê jî serî hildan.


Ji ber cihêkariya zayendiyê li cîhanê gelek jin mecbûr hatin hiştin ku mahlasên xwe bi navê mêran diyar bikin. Jinên jêhatî û mixabin ji ber zextên civakê mecbûr man mahlasên mêran bi kar bînin gelek berhemên baş afirandin. Gelek jin jî ji ber pirsgirêka newekhevî û cihêkariya zayendiyê mecbûr man bikevin dilqên mêran û bi vî rengî bigihêjin serkeftin û armanca xwe. Ji ber jin wekî mêran ne xwediyê şerd û fersendên cuda bûn cilên mêran li xwe kirin ketin dilqê mêran û li her derê cîhanê têkoşiyan.

Hinek jinên li cîhanê ji ber cihêkariya zayendî ketin dilqê mêran û bi vî rengî li berxwe dan û gihaştin serkeftinê wiha ne; Dr. James Barry, Rena Kanokogi, Agnodice, Khawlah Bint Al-Azwar, One-Eyed Charley, Renee Bordereau, Saint Marina, Kathrine Switzer, Salerno Trotula, Jeanne Baret.

 

Dr. James Barry: Jina yekem a zayina sezeryanê ya serkeftî pêk anî


KadMargaret Ann Bulky a guh nedida ka ew ê mêrê di derheqê wê de çi bifikire û jina yekem a zayina sezeryanê ya serkeftî pêk anî di 1789'an de li Îrlandayê ji dayik bû. Mixabin ji ber newekheviya zayindî di serdema wê de qedexe bû ku jin di qada tipê de bixebitin. Li dijî vê yekê jinên mîna Elizabeth Balckwell ji bo jin di nav dîroka tipê de cihê xwe bigire têkoşîneke mezin daye. KadMargaret Ann Bulky ji ber apê wê yê li wan dinihêrtin jiyana xwe ji dest dide loma gelek zehmetiyan dibînin. Carinan hinek biryar dibe sedem mirov rotaya xwe ya jiyanê biguherîne. Margeret derbasî cihê apê xwe yê di fakulteya tipê de dixwend, dibe. Hewa sar ba jî germ ba jî wê sakoyê apê xwe li xwe dikir. Ji bo diyar nebe jin e bi dengekî ecêb diaxivî û ji bo bigihêje armanca xwe mecbûr dima solên bi qansî 8 cm'yê jê re mezin li xwe bike. Xeyal û armancên mirovan carinan dibe sedem ku li gel zehmetiyan dev ji hewildana parastina serkeftinê bernede. Dema temenê wê 22 salî, hîn ciwan bû asîstana cerrahî. Bi hewildana biryara dabû gihaştibû yek ji serkeftina xwe. Di 1857'an de bu mufettişa giştî ya ji hemû nexweşaneyên leşkerî berpirs. Her ku çû serkeftin li jiyana xwe zêde kir. Li gel serkeftinên wê yên cuda bû bijîşka yekem a a di dîrokê de sezeryana serkeftî kir. Parastina jiyana mirovan ji bo wê girîng bû. Dema sezeryan kir dayik jî û pitik jî di warê tenduristiyê de baş bûn. Margaret Ann Bulky berî bimire ji her kesî re gotibû ew dema mir dixwaze bi kincên xwe bê veşartin. Lê belê kesî guh nedabû vê daxwaza wê. Hemşîreyekê di dema amadekirina ji bo veşartinê de ferq kir ku yek ji mêrê di warê tipê de rêzeke mezin jê re tê nîşandan, jinek e. 


Jina pêşbirka judoyê ya di navbera mêran de qezenc kir: Rena Kanokogi


Her jinek xeyaleke wan a bextewariyê heye. Rena Kanokogi jî xeyalê wê yê bextewariyê ku ji zarokatî de li ser difikirî hostatiya judoyê bû. Heta mirov bi ser xwestikên xwe ve neçe nikare bigihêjê. Loma Renaya ya li Brooklynê mezin bû li ser hunera lêdanê her xebitî. Ji bo di vê qadê de bi ser bikeve her xwedî biryar bû. Lê belê dîsa li pirsgirêkekê qelibî bû. Ev pirsgirêka lê qelibî bû jî jintiya wê bû. Mixabin dema mirov jin be ji ber newekheviya mêr û jinê her dem jin zehmetiyê dibîne. Di sala 1950'yan de çalakiyên bi vî rengî tune bûn lê wê dev ji têkoşîna xwe berneda. Renaya dev ji xeyalên xwe berneda di dilqê mêran de beşdarî pêşbirkê bû. Ew her difikirî û digot jin dikare di vê qadê de baştir bin jî. Bi ya xwe kir jî.


Bi xwestek û têkoşîna xwe ya bi salan hemû mêr têk bir û bû xwediyê madalyayê. Lê mixabin hat ferqkirin ku jin e, ji ber ne mêr bû madalya jê girtin. Di vir de dîsa diyar dibe ku bêdaletî û newekhevî çawa zilm û neheqiyê li jinê dike. Dema pirsa 'tu jin î yan mêrî' jê hat kirin bêyî ku bifikire Rena got 'ez jin im'. Ji bo Renayê ya girîng û di jiyana wê de dê biba xwediyê rûmetê helwesta wê ya ispatkirina 'jinek dikare ji mêr jêhatîtir be'. Ji bo wê madalya ne girîng bû serkeftina bi dest xistibû têra wê dikir. Wê di heman wextî de li berxwe da ku Judo ji bo jinan bibe zagonî. Rena ya xeyalên xwe pêk anî di 1988'an de di Olimpiyatên Seulê de ji ekîba jinê ya judoyê re antrenortî kir. Lê belê mirin dev ji qirika tu mirovî bernade. Wekî her mirovî Rena jî di 2009'an de di 74 saliya xwe de koça xwe ya dawî kir. Li dû xwe mîrateyeke giranbiha hişt.

undefined


One-Eyed Charleyjina jina yekem a ku deng bi kar anî


Têkoşîneke din a bi salan a jinên cîhanê bidestxistina mafê deng bû. Emily Davison, di 4'ê Hezîrana 1913'an de di dema pêşbirka hespa ya Kraliyeta Epsomê de ji bo bidestxistina mafê bikaranîna deng a jinan xwe avêt ber hespa 5'emîn a Qiral George. Armanca wê ew bû ku daxwaza mafê bikaranîna deng a jinan bide bihîstin. Emilya bi giranî birîndar û di 8'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da. Jina bi navê Charlotte Parkhurst a di 1812'an de ji dayik bû yekem jineke ku deng bi kar aniye. Lê belê ji ber her kesî ew wekî mêr dizanibûn. Charlotte ya zayenda wê jin bû piştî demekê diguhere. Wekî mêran cil li xwe dikir û di Rojavaya Wehşî de yek jê ya herî zêde ji navê wê dihat tirsandin bû. Di xwezaya xwe de her kes bi awayekî hês dike dixwaze bijî. Charlotteyê jî xwe wekî mêran hês dikir. Xwe wiha qebûl kiribû. Bi qansî jêhatîbû di heman wextî de jî konvoya herî bi hêrs a Emerîkayê bû. Hinek bêbextî carê para mirovan dikevin. Hespek dema simê xwe li çavê  Charlotte dixe çavekî wê kwîr dibe. Ji wê rojê şûnde ew dibe One Eyed Charley. Heta koça dawî kir jî kesî li zayenda wê nepirsî.


Lê her carê hinek elimandinê mirovan hene ku dibe sedema encamên nebaş. 


Charlotte pir tûtin diçût. Dawiyê bi pençeşêrê ket. Dema jiyana xwe ji dest da kesên ji bo wê defin bikin amedekarî dikirin fam kirin ku ew jin e. Dema fam kiribûn ecêb mabûn. Ji ber her kesî digot qey ew mêr e loma wê karibû deng bi kar bîaniya. Ger bihata famkirin jin e dê dengê xwe nikariba bi kar bîne. Wekî jina yekem a deng bi kar aniye li Emerîkayê di pirtûkên dîrokî de cihê xwe girt. Bi vê yekê dîrokê malovantî ji bûyereke balkêş jî kir. 

undefined


Şervana serkeftî: Renee Bordereau


Jinên şervan gelek carî bi zîrektiya xwe di dîrokê de navê xwe daye zikirkirin. Yek ji jina şervan a navê xwe di dîrokê de daye nivîsandin Renee Bordereau ye. Ji ber vê lehenga jin tirs di dil de dide avakirin Napolyon wekî xelat 40.000 Frank ji bo kuştina wê pêşkeş dike. Vê jina hêja êşên mezin jî li dû xwe dihêle. Di Şoreşa Firansayê de 42 kes ji malbata wê tên kuştin. Gelek kesên ji malbata wê li ber çavên wê hatin kuştin. Carinan jî êş hinek mirovan hîn bêtir xurt dike. Renee jî xurtir bû radestî newêrektî û êşê nebû. Wê hinek kêlî ji xwe re kir fersend û gavên serfiraziyê avêt. Alîgirên Qiraliyetê di 1793'an de li dijî şoreşgeran dest bi raperînê kir. Renee Bordereau ev wekî fersendeke tolhilanê dît û navê birayê xwe (Hyacinthe) hilgirt û tevlî şer bû.

 

Ew bû yek ji şervana qiraliyetê ya ku herî zêde kes jê ditirsiyan. Hinek taybetmedinyên wê hebûn. Hefsarê hespê dixist nava diranên xwe. Bi vî hawî navdar bû. Loma dikaribû şûr û çekê di heman demê de bi destên xwe bigire. Li gor efsaneyê di şerê yekem de 17 mêr kuştiye. Fransî difikirîn ku ew tu carî birîndar nebûye. Bi nêzî 200 şervanî hat hemberî hev. Wê gelekî tirs di dilê gelek kesî de dabû afirandin loma Napolyon 40 hezar Firank ji bo kesên wê bikujin diyar kiribû. Lê belê wekî jinên din ji demekê şûnde hatibû ferqkirin ku jin e. Li ser vê yekê jî vê jina gelekî baş şer dike ji artêşê neavêtin. 

undefined


Bezvana Maratonê ya jin a yekem: Kathrine Switzer


Jinên serkeftî di her serdemê de xwe li qadên cuda rakişandine. Bi zîrektî û ezma xwe ya mezin xwestine di her qadê de xwe pêş bixin. Jina bi navê Kathrine Switzer jî di qada revê de xwestiye xwe pêş bixe. Bi hewildana xwe gihaştiye armanca xwe û bûye Bezvana Maratonê ya jin a yekem. Wekî her demê di wê demê de jî fikra 'jin ji bo qada revê ne guncav in, nikarin' nedihat hiştin jin bi dilê xwe birevin. Lê belê Katherine, qedexe paşguh kir û beşdarî taximê revê yê mêr bû. Switzer ji antronorê xwe daxwaz kir ku beşdarî Maratona Bostonê bibe. Lê belê antronorê wê diyar kir ku ew bi rêyê zagonî nikare beşdar bibe. Lê hinek tişt jinên jêhatî tu carî nikare bide sekinandin. Wê jî di forma serdanê de dewsa navê Kathrine Virginia Switzer navê K.V. Switzer nivîsand û bi wî hawî şand. Ew bi biryar bû mexseda xwe bîne cih. Roja maratonê cilên xwe neguhert lê belê ji bo balê nekşîne sweatshirt ê fireh li xwe kiribû û kumê xwe jî qansî ser çavên wê xuya neke kiribû serê xwe. Heta pêşbirkê dest pê kir jî kesekî nizanibû ew jin e. Lê di dema pêşbirkê de mêrekî ev rewş ferq kir û li Katherine da. Zihniyeta mêr a zayendperest dîsa li wir jî xwe nîşan dabû mixabin. Antrenorê wê ket navberê lê hêrsa wî mêrî hîn jî bi dawî nebûbû. Hezkiriyê Katherine zêde îdare nekir û ew mêra ji wir dûr xist. Tevî vê kiryara zihniyeta serdest jî ew heta xêzika xelaskirinê jî reviya. Kesên li wir jî piştgirî dan wê. Çimkî ji wêrektî û hewildana wê feyz girtin. Di maratona yekem de nebû yekem lê belê bû jina yekem ku di maratonê de reviya. Piştre li gelek maratonan meşiya. Wê bi jêhatîbûna xwe di aliyê meşê de desthilatdariya mêr têk bir. 

 

Jina bi tecawizê hat sûcdarkirin: Saint Marina


QadîAziz Marina ku sûcê tecawizê xistibûn stû piştî dayika wê dimire bavê wê dev ji her tiştî berdide û dibe keşîş. Marînaya ku bi derekê ve nediçû xwe kir dilqê mêran. Ji derve dûr ket. Ew û dinyaya di dilê wê de bi tenê man. Wê xwe wekî Marînos da naskirin û xwe di manastirekê de girt. Ew jî wekî bavê xwe di vê manastirê de bû keşîş. Her kesî rêz jê re digirt. Lê berdêla her tiştekî miheqeq hebû mixabin. Keça xanvanekî li wê herêmê diyar kir ku ew ji Peder Marînos bi halkî maye. Marînos dilê wê bi pitik şewitî. Ev tişt red nekir. Çimkî dibe ku pitik bihata kuştin. Bi dilê xwe yê saf û pak pitik qebûl kir û wekî bavê pitik be tev geriya. Lê piştî vê yekê hat avêtin. Ji ber ji manastirê hat avêtin parsekî kir. Dev ji têkoşînê berneda û ji bo pitik xwedî bike çi ji destan hat kir. Ji ber sedaqata wê demek şûnde rahîban dîsa ba kirên. Ew zarok jî bû keşîşek. Heta Marina koça xwe ya dawiyê kir bi hev re bi dilekî ji hev bawer li manastirê jiyan. Marîna jî wekî her zindewarî çavên xwe ji cîhanê re girtibû. Kesên ji bo wê veşerên ew amade dikirin ferq kirin ku ew bê sûc e.


Jina bi mahlasê mêran berhema xwe çap kir:Salerno Trotula


Çîrokên serkeftinê yên jinan ên di bin zext û zordestiyê de gelek in. Yek ji çîroka serkeftinê ya jinên cîhanê ya Jinekologa yekem a cîhanê ya bi navê Salerno Trotula ye. Di sedsala 11'emîn de li Îtalyayê bijîşkeke rêz jê dihat girtin bû. Li Dibistana Salernoyê jî wekî seroka tipê dixebitî. Wekî jinên din ên di lîsteyê de ne mecbûr bû ji sedî sed di dilqê mêran de be. Li Îtalyayê wê demê bi kêmasî be jî destûr dihat dayin jin di qada tipê de bixebitin. Ew tenê bi vê yekê nedihat ser. Dixwest ev tecrubeya bi dest xistiye wekî pirtûk jî çap bike. Gotar û pirtûkên rê li ber tipa cîhanê dixist dinivîsand. Lê mixabin cîhanê gotar û pirtûkên ji aliyê jinekê ve dihat nivîsandin nedipejirand. Ji mecbûrî bi mahlasê mêrekî pirtûka xwe çap kir. Li cîhanê mixabin gelek jin mecbûr mane bi mahlasên mêran pirtûkên xwe çap bikin. Jina jixwebawer û jîr gelek xebatên li ser tenduristiya jinê, ducaniyê û zayinê kiriye. Wê ferq kir ku infertilite (bêhevilî-kısırlık) dikare di mêran de jî bê dîtin. Bû yekem kes ku ev ferq kir. Her çiqas wekî mêran tev negeriya be jî mecbûr dima xwe veşêre. Metnê xwe yê tibê bi navên merekî dîsa weşand. Mirovan tiştên ku wê kiribûn nedixwestin pê bawer bibin. Ji ber ku jin bû.

 

Jina yekem a li cîhanê geriya: Jeanne Baret


Hinek çîrokên jinan hene ku dawiya wê ji xêrê re naqede. Di rêya têkoşîna xwe de jiyana xwe ji dest didin. Aktivîst û hunermend Pippa Bacca ya wekî bûka aştiyê dihate pênasekirin ji bo peyama aştiyê bide bi otostopê ji Îtalyayê bi rê ket lê belê li Gebzeyê Ajokarê tirê Murat Karataş ew revand û tecawizî wê kir dawiyê fetisand. Pippaya ji bo peyama aştiyê bide derketibû ser rê di 31'ê Adara 2008'an de di 33 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dabû. Jeanne Baret jî ji bo li cîhanê bigere û daxwaza xwe bi cih bîne mecbûr dimîne û dikeve dilqê mêran. Hezkiriyê Jeanne, Louis Antoine de Bougainville di 1766'an de ji bo derkeve tûra cîhanê ya ji bo riweknasan hatibû lidarxistin serlêdanê dike. Wî nexwest hevala xwe bi tenê bihêle loma ew qeneh kir ku bikeve dilqê mêran û wekî asîstana wî hevaltiya rêwîtiya wî bike. Herdu bi hev re derketin ser rê. Di çîroka wan a vê gerê de gelek nebat keşif kirin. Jeanne hem nebat keşif kir hem jî di heman demê de bû jina yekem a li cîhanê geriya. Cureyeke nebata ku keşif kir navê wê lê hat kirin. Ekîba pê re demek din ferq dike ku jin e. Dîsa di vir de zihniyeta qirêj a li dijî jinê û zayendperest dikeve meriyetê. Niştcihên Taitiyê ji murettebatê radigihine ku Jeanne jin e. Li gor nivîsa sê kovaran 3 mêrên li murettebatê ferq kiriye Jeanne jin e. Tundî li wê kirine. Ji wan re ev têr nekiriye bi ser de jî tecawizî wê kirine. Mêrên li wir ev bûyer binpaç kirine. Lê belê li gor zagonan divê ew 3 mêr bihatibana darizandin. Jeanne Baret bi birînên li laşê wê û bi pitika di zikê wê de hat berdan. Jeanne wekî jina yekem a li cîhanê geriyaye di dîrokê de navê xwe da nivîsandin. Ev çîroka tevî serkeftinan bi xemgînî qediya diyar dike ku li vê cîhanê dema mirov jin be çiqasî zehmet e.


Roza Metîna