Piştî sekeftina şoreşa rojava û damezirandina rêveberiya xweser ya demokratîk û bi taybet encûmena dadmendiya civakî , ev têgeha dadmendiya civakî pir zêde hate bikaranîn ji hêla gelek rewşenbîr , siysetmedar û kesayetin civakî , ji bo wilo ev gotin zêde bala min kişand û bû sedemê nivîsandina vê gotarê .
Wek em dizanin armanca serkeftina şoreşa demokratîk li çi welatî be pêkanîna dadmendiya civakî ye , ya ko mirov rizgar dike ji bindestî û koletiye û paristina azadî û rûmeta mirovan wek erkekî pîroz dibîne .
Hemû zanyarên civakî teqez dikin ku azadiya civakî pêk nayê heger dadmendiya civakî bi ramanekî demokratik û bi sîstemeke zagonî hemû projeyên geşepêdanê bi şêwazekî pîlankirî li seranserî welêt bi zanebûn neyên çispandin.
Heger bê kar ma ew bê nan û av namîne. Heger nexweş ket bê dektor û deman namîne. Heger pîr bû bê xwedî û xwedan namîne.
Wêneyên dadmendiya civakî :
1. Wekhevî:
wekhevî ew stûna sereke ye bo pêkanîna dadmendiya civakî ye , ku her kes şensê xwe bibîne û fersenda xwe bê cudabûn bistîne û bi kar bîne û keda wî mîna nirxekî civakî û pîroz were nirxandin . Bi giştî em dikarin bibêjin dadmendiya civakî ewe wekheviya di mafan û erkan de ye , û wekheviya di fersendan de ye.
2. Dadmendiya belavkirî:
ango belavkirina dadperwer bo jederên derametî û bacan de . Ser rastkirina belavkirina derametî û sînorkirina asta jêrîn bo jiyaneke bi rûmet bo hemû karmend û karkeran li her beşên civakê çi taybet be an giştî be . Ji alîkî din ve danîna sîstema bacê divê li gorî sîstema derametî be ko ti kes sitembar nebe .
Pîweste ser dewletê hemû imkan û derfetan peyda bike ku her kes bi hêsanî ji karguzarên giştî ( tenduristî , hînkirin , perwerde û ewlekarî ....h.d ) sûd bigire û parastina mafên wî yên şarwerî , çandî , aborî û sîyasî û bi taybet mafê jiyanê , xwarinê , vexwarinê , xanî , kar , perwrde û tenduristî bike .
Hin tofên civakê mîna kal û pîr , zarok , gazî û jin ew bêhtir guhdan bo wan pêwiste û pêdivîya wan bi karguzarên taybet hene.
3. Misogerkirina çivakî:
Ev mafekî sereke ye li gor mada 19a ji hevpeymana navdewletî ya taybet bo mafên aborî û civakî ya ku dibêje : mafê her kesî di misogerkirina civakî de û hemû piştrastkirinên civakî heye.
4. Dadmendiya di navbera nifşan de:
Ango dadmendiya di navbera cîlên anha de û cîlên paşerojê (musteqbel) de , ne bes di belavkirina jêderên xwezayî û pîşesaziyê de , lê di hilgirtina qerê (deyn)giştî de jî.
Di dawî de em dikarin bibêjin bi zelalî rastiya serkeftina şoreşê li her welatî di serkeftina pêkanîna dadmendiya civakî ye û avakirina mirovekî azade ku mafên xwe bi kar bîne bê tirs ji girtinê û ji lêdanê , ne tirse ji paşeroja xwe ji tunebûnê , ji birçîbûnê .
Heger bê kar ma ew bê nan û av namîne .
Heger nexweş ket bê dektor û deman namîne.
Heger pîr bû bê xwedî û xwedan namîne .
Di civaka azad de her kes bi serbilindî û serfirazî bi rola xwe ya civakî û bi erkê xwe yê netewî radibe bo welatê xwe xweşik ava bike , zengîn û rengîn bike .
Di civaka azad de zindan û dadgeh kem dibin û dibistan û zanîngeh zêde dibin.