Secularism

Secularism

Di cîhana islamî de û bi taybet civaka erebî gelek bi nerîneke neyînî li secularismê dinihêrin û çi kesên doza wê dikin wan dibînin mirovên xwedê nenas . Lê ez bawerim gelek cudahî heye di navbera civaka kurdî û civaka erebî de bi têgihaştina durist ji ola islamî re û ji ber taybetmendîyên civaka kurdî ku vekirîye bo pejirandina her pêşketinên civakî .


Secularism bi kinayî em dikarin bi bêjin ew sîstemeke felsefî , siyasî û civakî ye ku ava dibe ser çend bingehan : 


  1. qut kirina olê ji kîşwerê ango dûr kirina ol ji hemû hêlên kîşwerê yên sîyasî , aborî , civakî , kar û barên şarwerî . Dûrî bandora ol û ayîn , encûmena zagonsaz zagonan derdixe û encûmena şahyaran û desteyên pêkanînê biryaran dide ser bingeha parastina berjewndên giştî û parastina maf û azadiya mirovan û kîşwer bi hemû saziyên fermî bo xweş jiyana gel têkoşînê dike
  2. wekheviya mirovan ango cudahî nîne di navbera niştecîyan de ku her kes dikare bi azadî mafên xwe bi kar bîne bi taybet azadiya ol û bawermendî ye .
  3. azadiya xweda perestin û pêkanîna bingehên olî bê ku dest dirêjî ti kesî din bike .
  4. bêlayetî ango kîşwer ne oldare û ne bê ayîne û rêzdarîyê bo hemû olan digire û ti cudahîyê di navbera wan de nabîne , ne pesnê ol dide û ne dijî wê der dikeve û ne pesnê bê ayînê dide û ne dijî wê der dikeve

Em dikarin bibêjin dest hilatdariya secularismê tekez kir serkeftina xwe li emêrîka , kîşwerên ewropa , ustirallya û kîşwerên rojhilatî asya yê , û ne sûcê sîstema secularismê ye

Serdarên secularismê :

  1. marsêl elbedwanî : di sedala 13a de li ewrûpa di danera xwe da ya bi navê " berevanê aştiyê " doza qut kirina dest hilatdariya olî ji dest hilatdariya kîşwerê , û serxwebûna padîşah ji mizgeftê kir " jibo wilo ew tê nasîn yekem serdarê navdar yê secularismê ye êko bang kir bi qut kirina ol ji kîşwerê .
  2. giyom okamî : ew fêlosûf û zanyarekî lahûte yê ku tekez kir di hemdema weryabûnê de pêwîstiya qut kirina dest hilatdariya olî ji dest hilatdariya kîşwerê û çê nabe yek ji wan karê a din bike û ev raman heye û berdewame û ber fireh dibe çiqasî dest hilatdariya mizgeftê kontrola her tiştî bike .
  3. rînê dîkart : ew fêlosûfekî fransî ye û zanyarekî bîryarî ye û tê nasîn " bi bavê felsefa nûjen " û dîkart yek ji navdarên serdarên secularismê ye û yek ji stûnên zanistê ye di şoreşa zanistî ya nûjen de û ew xwedî bandorek mezin bû ser felsefe û bîryarî yê û ew xwediyê gotara navdare : " ez di ramim , ez heme " .
  4. barox spîniza : ew fêlosûfekî holendî ye û mezintirîn ji fêlosûfên sedsala 17a ye û gelekî guh da felsefa rînê dîkart , spîniza dest nîşanî secularismê kir û got : " ol zagonên kîşwerê di wergerîne zagonên torekirinê " û kîşwer qewarekî pêşxistî ye û tim hewcedarî pêşxistin û nûjenkirina berdewamî ye .
  5. con lûk : ew fêlosûf û siyasetmedarekî inkilîzî ye , di mijara secularismê de nivîsî : " jibo gihaştina oleke durist , pêwîste kîşwer rû nerm be digel hemû nifşên bawermendî yê olî , ramanî û civakî , û pêwîste kîşwer qut kirî be ji mizgeftê , û çê nabe yek ji wan derbasî kar û barên ê din bibe , wilo hemdem dibe hemdema hişmendî yê " .
  6. voltêr : ew nivîser û fêlosûfekî fransî ye û tê nasîn yekem serdarê secularismê ye û yek ji baştirîn damezirînerê wê ye û xwedî behreyên cudane û pir guh da kar û barên zanistî yê û girê da bi mijara secularismê û bi navkir " zanistîya secularismê " ango pêwîste tevgera rêbertîyê di civakê de dûrî pirsgirêkên penahîye ên jiyanê bi keve .
  7. tomas cîvirson : ew sêyem serokê emêrîka ye ê got : "pêkanîna zordarî ye di pirsgirêkên olî , an reftarê civakî de ew obal û diktatorîyete ye , rastî bi ser dikeve heger hiştin mirov azad bin di nerîn û kiryarên xwe de " . Ev tişt hate misoger kirin li fransa bi hêza destûra sala 1789a z dema ol qut Kirin ji kîşwerê ya hat nas kirin bi navê daxuyanîya mafên mirov û niştecî .
  8. corc holyok : ew nivîserekî brîtanî ye û ew yekem têgeha secularismê forme kir û ragihand : " nabe secularism were fêm kirin ku ew dijî olê ye lê ew bes bi serê xwe ye û jê cuda ye , secularism pirinsîp û bendên xwe bi zorê ser ti kesî ferz nake heger baweriya xwe pê neyne , zanîna secularismê guh dide pêşxistina jiyanê û xweşî jiyana mirov li vê jiyanê .


Em dikarin bibêjin dest hilatdariya secularismê tekez kir serkeftina xwe li emêrîka , kîşwerên ewropa , ustirallya û kîşwerên rojhilatî asya yê , û ne sûcê sîstema secularismê ye heger çend kîşwerên efrîqî têkçûne û şaş bi kar anîne , û sîstema secularismê tu bivê nevê çareser kirina hemû pirsgirêkên kîşwerên rojhilata naveren.