Bandora guhertina avhewayê ya li ser jiyan û xwezayê

Bandora guhertina avhewayê ya li ser jiyan û xwezayê

Ji dîrokê heta niha gelek şoreşên mirovan pêş dixin pêk hatine. Yek ji van şoreşan şoreşa sanayîyê ye. Di jiyana mirovan de vê şoreşê hem pêşxistin lê bi xwe re jî qirêjiya xwezayê aniye. Ardûyên fosîl ên piştî şoreşa sanayiyê yên em dişewitînin, li gel vê yekê daristanên tên şewitandin û bandora neyînî ya em li ser xwezayê dikin şopên ku texrîbatên kûr didin avakirin li dû xwe dihêlin.


Bandorên neyînî yên li ser hevsengiya xwezayê


Ev yek di heman demê de bandorê li ser germbûna kuresel jî dike. Nîv pîle yan jî pîleyek jî germbûna kuresel zêde bibe ev dibe sedem hevsengiya xwezayê xera bibe. Ev jî bi xwe re xeberên ne baş ji bo me û xwezayê tîne. Hinek bandorên din jî hene ku bandoreke neyînî li ser hevsengiya xwezayê dikin. Dema asta behrê bilind bibe, qeşayî (buzul) dema bihelin, okyanus germ bibin ev hem zirarê dide xwezayê hem jî dide mirovan. Ev yek bingeha xelayê jî ava dike. Dibe sedem jêderkên xurek û avê kêm bibin. Bi vê yekê girêdayî mirin û nexweşî jî zêde dibin. Ji ber hînbûyina xwarin û xerckirinê mixabin bandorên neyînî yên li ser xweza û mirovan zêde dibin. Berhemên kapîtalîzmê û çavnebariya mirovan dibe sedem bingeha hilweşandina cîhanê jî bê avakirin.


Cureyên li ser rûyê cîhanê bi talûkeya tunebûnê rû bi rû dimîne


Ji bo dawî li vê qeyranê bê helwesta hevpar a hemû mirovên li cîhanê girîng e. Muzakereyên navneteweyî bû sedem li cîhanê gav bên avêtin lê ev hêvî têr nake. Tedbîr û projeyên hîn mezin divê em pêşkeş bikin. Divê mirov bi hestiyarî tev bigerin û rê bikaribin li ber bidawîbûna cureyên biyolojîk bigirin. Li gor çavkaniyên lêkolînan zêdebûna germbûna kuresel girîngiya di navbera rewşa ekosîsteman û cureyên li ser rûyê cîhanê bi hejmarên mezin radixîne pêş çavan. Li gor lêkolînan zêdebûyina germbûna kuresel 1 santigratderece ye. Ger ev bi 2 santigratdereceyê jî bê sînordarkirin dîsa jî ji ber avhewa ew ê ne li gor gelek cureyên li ser rûyê dinyayê be ew ê talûkeya bidawîbûna van cureyan pêk bê. Ger senoryaya 2 santigratderece pêk were tevî Behraspî cureyên 35 herêmên li pêş ên ji aliyê WWF'ê hatiye diyarkirin dê jê ji sedî 25 bi talûkeya tunebûnê rû bi rû bimînin.


Bandora neyînî ya zêdebûna germê


Mirov oksîjena xwe ji daran digirin. Şênkayî di heman demê de dibe xwarina mirovan jî. Lê belê ji ber şerdên avhewayê yên tên guhertin riwek jî ji vê yekê bandor dibe. Jixwe ev bandorên neyînî wekî zincîrekê bandorê, li ser riwek, mirov, ajal û bi tevahî xwezayê dike. Dema em li talûkeyê dinêrin ger em germahiya zêde dibe bi 1,5°C jî sînordar bikin dîsa jî ji sedî 6 kêzik, ji sedî 8 riwek, ji sedî 4 jî yên bi mazmazk (omurga) bi bandor dibin. Heger em ji vê yekê nêvî zêdetir germahiyê bigirin ber çavan wê demê jî ji sedî 18 kêzik, ji sedî 16 riwek, ji sedî 8 jî yên bi mazmazk (omurga) bi bandor dibin.

undefined


Germa behrê zirarê dide zîndeweran


Ji bo resifên mercanên jêderka jiyana behrê ne em merselaya germa 1,5°C bînin ber çavan ji sedî 70 resifên mercanan bi dawî dibin û ger zêdehiya germahiyê derkeve 2°C ew ê di dawiya sedsalê de resîfên mercanan ên li cîhanê hemû winda bibin. Dem ji bo me mirovan têgeheke gelekî girîng e. Di vê mijarê de jî girîngiya demê xwe dide der. Her çiqas jî gelek kes ne di ferqiya girîngiya demê de bin jî em di vir de dibînin ku dem ji bo hemû cîhanê çiqasî ferz e. Li hinek welatan jî kîsoyên behrê pir zû di bin bandora guhertina avhewayê dimînin. Germahiya qûmê zayenda çêlikên ji hêkan derdikevin diyar dikin. Dema germ zêde dibin wê demê jî ji hêkan tenê çêlikên kîsoyan ên mê derdikevin. Dema germ pir zêde be jî wê demê çêlik giş dimirin.Dema asta behrê zêde dibe ev jî zirarê dide malên kîsoyan. Ji ber guhertina avhewayê dema ava behrê germ bibe ev bandoreke neyînî li ser zîndeweran dike. Di heman demê de ev dibe sedema koçkirinê jî.


Mirov qadên jiyanê li cureyên zîndewaran teng dikin


Hinek cureyên zîndewaran dibe ku biceribînin li dû şopa şerdên avhewaya kêrhatî bikevin û ji xwe re li qadên nû belav bibin. Mixabin ji ber mirov parastina xwezayê paşguh dikin û çalakiyên wan û qeyrana avhewayê zehmet dibe ku ev pêk bê. Li pêşiya koçberiya cureyên zîndewarên têkoşîna jiyanê didin mirov gelek caran dibin asteng. Nêçirvaniya bi dizî, qirêjî, texrîbata li cihên bi av û guhertina avhewaya kuresel dibin sedema gihaştina zirara li hemû zîndewarên li ser rûyê cîhanê. Mirov qadên jiyanê li cureyên zîndewaran teng dikin.


Serîhildana li dijî guhertina avhewayê


Ji bo em pirrengiya bijolojîk biparêzin divê em korîdorên belavbûyina cureyên zîndeweran hêsan dikin jî biparêzin. Divê serîhildana li dijî guhertina avhewayê bê mezinkirin. Loma tedbîrên parastinê gelekî girîg in. Emîsyona gaza serayê ya divê bê kêmkirin jî em ji bîr nekin. Ev jî parçeyeke ji qeyrana li hemberî me ye. Ji bo em pêşî li qeyranên heyî bigirin û parastina ekosîsteman bikin her wiha ji bo parastina cureyên biyolojîk hinek gav divê bên avêtin. Yek jê gavên girîng bidawîanîna bikaranîna ardûyên fosîl in. Dewsa petrol, komir û gaza xwezayî divê jêderkên dikarin bên nûkirin bên bikaranînin. Polîtîkayên avhewayê diparêzin dema bikeve meriyetê wê demê dikare gelek tişt bên guhertin. Di vir de ya girîng di heman demê de hişmendiya mirovan e. Gelek mirov tenê jiyana rojane difikirin. Lê belê divê mirov dûdirêj bifikire û em di ferqiya bandorên neyînî yên li ser xwezayê bin. Ji ber em ne di vê ferqiyê de ne li gor salên 1850-1900'î germahî 1 °C zêde bûye. Berdana gaza serayê em heta 2030'î kêm nekin dibe ku germahî 1,5 °C û heta 2060'an jî 2 °C zêde bibe. Ev yek jî wê rê li ber zêdebûna bandorên neyînî yên li ser xwezayê veke.

 

 Girîngiya 11 salên dawî


Hinek çalakî li dijî sedemên guhertina avhewayê tên kirin. Lê belê têrê nakin. Hinek ciwan di bin navê "boykota avhewayê" de çalakiyan li dar dixin. Ew dixwazin bi taybet balê bikşînin ser 11 salên dawî. Ger 11 salên dawî ji bo berdana gaza serayê tedbîrên cidî bên girtin dibe ku germahiya zêde kêm bibe. Divê em bi çavekî biçûk li 1,5 ° an jî 2 °C'yan mêze nekin. Ji ber ku ev gelekî bandorê li ser jiyana mirovan, zîndewerên wekî din û xwazayê dike. Ger tedbîr neyên girtin di dawiya sedsalê de germahiya kuresel dê li gor berî şoreşa sanayiyê dikare ku 4-5 °C hîn zêdetir bibe. Ji aliyê herêmî jî dibe ku ev germahî bêhtir jî bibe. Divê em zêdebûna germahiyê di bin 2 °C, heta 1,5 ° jî bigirin. Ger 2 °C derbas bike em nizanin ew ê çi li hêviya me be. Di warê jiyaneke parastina xwezayê esas digire de mirov gelekî bi helwesta ezezoktiyê tev digerin. Ekosîstemên xwezayê wekî mala karbonê ye.


Şewata li daristanan


Agirê bi daristanan dikeve zirareke mezin dide xwezayê û zîndeweran. Bi çerxa karbonê karbon bi formên kîmyewî yên cuda di behr, ax, şênkayî, cihên av lê dikeve ser hevdu. Wekî mînak di axê de 2 trîlyon karbona organîk heye. Di nebatên li daristanan û ekosîsteman de 500 milyar ton karbon hatine depokirin. Li gor texmînan tê gotin karbona okyanûs û behran jî 38 trîlyon e. Bi guhertina şerdên avhewayê ev karbon dikare dîsa li atmosferê vegere. Wekî mînak em bidin dema di meha havînê de agir dema bi daristanên Brezîlyayê ket bi milyonan ton CO2 bi hewa ket. Daristanên Baranê yên Amazonan ên ku ji sedî 20 oksîjena cîhanê diafirîne bi hefteyan şewitiye. Dema germ zêde bibe wê demê ew ê hişkayî, şewata li daristanan zêde bibe û ew ê rê li ber xelayê jî vebe. Dema agir bi daristana dikeve karbon jî bi hewa dikeve. Li firehiya bakur golên cemidîhene. Di van golan de bermahiyên nebatên xera bûne li qada bê oksîjen ji hev vediqetin loma metanê (CH4) bi hewa dixin. Lê dema gol demeke dirêj cemidî dimîne metan jî di hundur de dimîne. Tê texmînkirin ku dema germahî zêde bibe dibe ku ev metan jî bi hewa bikeve û bigihêje atmosferê. 

undefined


Xerabûna çerxa avê dibe sedema guhertina avhewayê


Li gor gelek raporan li Bakur û Tirkiyeyê jî heta 25-30 salî tê gotin ji sedî 65 gol ew ê zuha bibin. Jixwe zanyarên avhewayê û lêkolîner gelek caran tînin ziman ku yek ji bandora girîng a guhertina avhewayê "xerabûna çerxa avê ye". Polîtikayên mezinbûnê jî dibe sedem ku hevsengiya ekolojîk zirarê bibîne. Av ji bo hemû zîndewaran girîng e lê belê dema em lê dinêrin av bêtir ber bi xilasbûnê ve diçe û gemarî dibe. Li gor peymanên navneteweyî parastina jêderkên avê, bikaranîna wan a rast, avek paqij mafê her mirovî ye. Li gor rapora avê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2019'an yek ji welatê ku ew ê hişkayî lê rû bide Tirkiye ye. Her wiha hat gotin dibe ku di 2025'an de pirsgirêka avê rû bide. Li gor daneyên Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê ji her 90 saniyeyî carekê zarokek ji ber xwe nikare bigihêjîne ava paqij jiyana xwe ji dest dide. Mixabin polîtîka, pêkanîn û zagonên ku xweza û avê wekîjêderka aboriyê dibînin dibe sedema bandora neyînî ya li ser civak û ekolojiyê. Hinek polîtikayên aştiya bi avê re ji bo jêderka jiyanê neyê tehdîtkirin, pêkanîna wan girîng e. Di vî warî de li welatan Avakirina Komîsyonên Lêkolînê jî girîng in.


Pircureyên genetîk kêm dibin


Xaleke girîng ew e ku ekosîstem û cureyên li xwezayê ji ber qeyrana avhewayê zirarê dibînin. Avhewaya diguhere hejmara ferdên populasyona cureyên li ser rûyê cîhanê kêm dike û bi vê yekê pircureyên genetîk kêm dibin. Li gor pêşketina teknolojiyê lihevhatina bi xweza û jiyanê re jî girîng e. Mirov bi pêşketina teknolojiyê re di warê lihevkirinê pir zehmetiyê nabîne lê ev ji bo cureyên din ne wenî ye. Dema guhertin bi awayekî lezgîn bibe û teknolojî pêş bikeve cureyên zîndewerên din jî di warê lihevhatinê de tengasiyê dibînin û ev gelek carî dibe sedema koçberiyê. Dema guhertin bi lezgînî be ev yek gelek carî ji koçkirinê re jî dibe asteng. Gelek cureyên zîndeweran ji ber qeyrana avhewayê dawî li jiyana wan hatiye. Beqê zêr (Bufo periglenes) ji ber qeyrana avhewayê yekem nifş e ku ji ser rûyê cîhanê tune bûye.


Dibe ku bi milyonan cure bi tunebûnê rû bi rû bimînin


Di Gulana 2019'an de ji aliyê Lijneya Zanistiyê ya Peymana Pircuretiyabiyo IPBES (Platforma Polîtîka-Zanist, Xizmetên Pircuretiyabiyo û Ekosîstem a di navbera Hukumetan de) raporek hat parvekirin. Li gor wê raporê ger tedbîr neyên girtin ew ê qadên jiyanê yên ji 1,7 milyon cureyên zîndeweran jê yê milyonekê teng bibin û wê bi tunebûnê rû bi rû bimînin. Cureyên êrişkar, guhertina avhewayê, guhertina habîtatê, xerckirina zêde, qirêjî jî dibe sedemên tunebûna cureyên li ser rûyê cîhanê. Dema germahî zêde bibe çêlikên cureyên Caretta Caretta ji ber zêdebûna germahiyê wê demê bêtir mê ji hêkan wê derbên. Hinek cureyên daran (sedir) dema toximên wan nekevin ser berfê wê demê ciwantiya wan gelekî zehmet e. Dema kulîlk zû vebin jî wê demê heger moz li vê yekê hev neke jî dibe pirsgirêk. Wê demê ev yek ji polenkirin (tozkirin) jî dibe asteng.


Roza Metîna