Jinên bûne eynika Wêjeya Kurdî

Jinên bûne eynika Wêjeya Kurdî


Yek ji alava berbiçav a kesayetê bi teşe dike ziman e. Li gor zimanê ku tê zanîn mirov tev digere û binhişiya mirov li gor zimanê dizane bi teşe dibe û di heman demê de zimanê tu dizanî dibe nêrîn û felsefeya te ya jiyanê diyar dike. Ziman û kesayet bi hev re pêş dikevin. Ji bo têkilî û pira di navbera ziman û kesayetê de xurtir bibe divê xwedîderketin û zanebûna te ya li ser berhemên bi zimanê te hatine nivîsandin hebe. Ya din jî çand û jiyana te ya bi zimanê te hatiye honandin divê tu baştir fam bike û li ser lêkolînê bike. Tu çi qasî li ser efsûna zimanê xwe kûr bibî ewqas zêde bandorê li ser kesayeta dike. Loma helbestkar û nivîskarên bi zaravayên Kurdî nivîsandine di heman demê de têkilî û pira di navbera ziman û kesayetê de jî xurt kirine. Jinên bûne eynika wêjeya kurdî xizmet di heman demê de ji bo xurtbûyina pira di navbera kesayet û ziman de jî kirine.


Gelek nivîskar û helbestkarên jin ên hêjayî pesindayinê hene ku ji aliyê gelek kesî ve nayên naskirin. Wan bi riste û gotinên li dû xwe hiştine xizmeteke baş ji Wêjeya Kurdî kirine. Li gor hinek çavkaniyên ku hatine bidestxistin li jêr min navên hinek jinên hêja yên sembola wêjeya klasîk a kurdî tevî agahiyên jiyana wan rêz kirine. Di lêkolîn û helbestên wan de em dikarin hunera wan û rastiya jiyanê bibînin.


'Celale Xanima Loristanî'


Celale Xanima Loristanî hêvî û sosina Loristanê helbestkareke hêja ya jin e. Li nava baxê wêjeya kurdî guleke berbiçav e û keça Amanayê Loristanî ye. Ev jina rewşenbîr di heman demê de dayika Şa Xweşîn e û li gor pirtûka Serencamê di sala 387'an a koçî de li Loristanê ji dayik bûye. Celale Xanima Loristanî ya ku di lêdana tenbûrê de jî hoste bû di nîvê sedsala pêncem de koça dawî dike û li Loristanê tê definkirin. Celaleyê bi rêya helbestên xwe çand, huner, êş, evîn û dîroka gelê kurd rave kiriye.


Yek ji dubeytên Celaleyê wiha ye:


Be berey şayî ne berey şayî

Awro nîşte nîm ne berey şayî

 

Mêrdan û jenan meşîn we şayî

Perê Şa Xweşîn medan gewayî

 

Wateya vê dubeytê bi vî awayî ye: Wê rojê ez li ber deriyê dîwanxaneya Şa rûniştibûm. Min dît ku jin û mêr yek bi yek bi kêfxweşî û dilekî şa diçûn hindur û bawerî bi Şa Xweşîn dianînin û serî dispartine rêz û riçikên wî. Ez ewqas dilgeş dibûm û bi vê yekê şanaz dibûm.


undefined


'Mestûre Kurdistanî'


Nivîskar, Dîrokzan û Helbestkara Kurd Mestûre Kurdistanî di sala 1805'an de li Paytexta Mîrektiya Erdelanê Senandecê (Sîne), ji dayik bûye. Li gor çavkaniyên nivîskarê Kurd Doktor Soran Kurdistanî Mestûre; di sala 1805'an de ji dayik bûye. Wekî Mestûre Erdelan û Mah Şeref Xan jî hatiye binavkirin. Mestûre Kurdistanî yekem dîrokzana jin a kurd e û di heman demê de ji yekemîn dîrokzanên jin a Rojhilata Navîn e. Bi zimanê Kurdî, Farisî, Erebî dizanibû û di qada ilmên olî de jî xwe pêş xist. Bi giranî bi zaravayên Kurdî, Hewramî û Goranî û bi Farisî berhem li dû xwe hiştin. Di helbestên xwe de mexlesa 'Mestûre' bi kar anî. Bi helbestkarên serdemê yên navdar û girîng Abdurrahim Mevlevi û Nali jî îrtibata xwe ava kiriye. Bavê Mestûreyê, Ebul Hesenê Mihemed Axa dema digeriya ew jî bi xwe re dibir û bi vê yekê Mestûre jî berhem û cihên dîrokî dîtiye. Bi Xesrew Xanê Mîrê Erdelanê re dizewice û bi nasnavê “vezîre-i enderun” peywira berpirsiyariya ji teşrifat û qesrê hildigire ser xwe. Di rêwîtiyan de ew û Xesrew Xan her li gel hev in. Ji bo pirtûka xwe binivîse jî ev yek ji bo wê derfeteke baş bû. 20 hezar beyt bi zimanê Farsî nivîsiye. Dîwana wê ya helbestan bi sedema pirsgirêk û qeyranên nav mîrektiya Erdelan wenda bûye. Hecî Şêx Yehya ketiye nava hewildaneke mezin û 1000 beytên wê berhev kiriye û bi navê “Dîwanî Mah Şeref Xanimî Kurdistanî” li Tehranê çap kiriye.


Mestûre Kurdistanî di sala 1848'an de di 44 saliya xwe de li Sineyê çûye ser dilovaniya xwe û li wir jî sipartine axê. Lê li gor çavkaniyên nivîskarê Kurd Doktor Soran Kurdistanî: Mestûre di sala 1848'an de li Sine, di temenê 44 salî de çûye ser dilovaniya xwe û di goristana giştî ya Silêmaniyê ya Girdê Seywan/ Başûrê Kurdistanê de sipartine axê. Li gor hin çavkaniyan jî li Silêmaniyê çûye ser dilovaniya xwe. Mestûreyê berhemên bi navê, Bawerîya îslamê û Rîsaleya 'Îbadetê. (Bi Farsî), Dîwan (Dîwan-î Masturah Kurdistanî) – Farsî û Kurdî, Mêjûy Erdelan (Khronika Doma Ardalan: Ta'rikh-i Ardalan/ Dîroka Erdelanê li dû xwe wekî mîrateyekê hiştiye.

 

Ji bilî ser têkiliya wî min awir tune ye

jixwe ji bilî wî min fikar tune ye

her çiqas henaseya min ne li bîra min be, ji wî û min

Ji bilî henaseya sar min bîranîn tune ye

bextewar im li ber dûrbûna ji bejna wî ya bedew

Ji bilî xema wî qet min xemgînî tune ye

 

Mestûre Erdelanî/Dîwana Mestûre

 

Wergera ji Farisî: Muhsîn Ozdemîr

 

Îro, mîna saqî! ji çîmenan re demsal payîz e

Meyê bide, nefikire bê meh remezan e

Li şîretên şêxî nefikire û ji dest re,

Ne çerxiyek û du û sê, ev fitwa min ji pîrê magan e

 

Mestûre Erdelanî/ Dîwana Mestûre/

Wergera ji Farisî:Muhsîn Ozdemîr

 

Min ew jinem ke le pakî le serûy hemîwan im,

Le hemû xêlê jinan de niye kes hawşan im:

 

Le jêr serwênekem de serêke hêjay tac,

Belam le zebrî zeman wa qetîsî dewran im.

 

'Daye Tewrêza Hewramî'

 

Yek jinên ji bo wêjeya kurdî xizmeta daye rewşenbîr û helbestkar Daye Tewrêza Hewramî ye. Jina zana li gor pirtûka Serencamê di destpêka sedsala çarem a koçî de ji dayik bûye. Di nîvê sedsala çarem de jiyana xwe ji dest daye û li Hewramanê hatiye definkirin. Helbestên jina helbestkar û jêhatî di Serencamê de hatine tomarkirin. Helbestê helbestkara xwedî xîreteke giranbiha piranî wekî dubeytî ne.

 

Yek ji dubeytên vê jina delal ev e:

Razen piyalem razen piyalem

Sersamin ne bezim razen piyalem

Badey piyalem yawa we nalem

Çimke nalekem berz bî ne alem

 

Wateya vê helbestê bi vî rengî ye: Piyaleya meyê ku li bajarê veşartî dane min, ez ji ber bezm (kom) û rezm û koma cemexaneya xwedanasiyê ecêbgirtî mame û bi rastî ew mey ku di nava piyaleyekê de bû û ew ji nalîn û qîjîna min re bû derman. Çimkî nalîn û alava derûna min li cîhanê berz bû û yekcarî re hemû hişyar kirine û paşê bi vexwarina wê mê ez kêmekî rehet bûm.


'Lîza Xanim'


Yek ji çirûsk û ahenga wêjeya kurdî jina bi navê Lîza Xanim e. Ji malbata Lîza Xanim re ji ber 'Caf' tê gotin loma dikare Lîza Xanima Caf jî bê gotin. Caf navê êleke kurdan e û ew xwe wekî paşmayê Xusrew Perwîzê Sasanî 590-628 zayînî dizanin. Li gor pirtûka Dewrey Şa Xweşîn Lîza Xanim di sedsala pêncem a koçî de jiyaye. Lîza ya di qada wêjeya kurdî de cihekî girîng di dîrokê de digire ji bajarê Şarezûrê ye. Demek dirêj a jiyana xwe li Loristanê derbas kiriye. Li gor pirtûka Serencamê Lîza Xanim wekî yek ji alîgira Şa Xweşîn tê pênasekirin û di sedsala pêncem a koçî de li Şarezûrê ji dayik bûye û dawiyê çûye Loristanê. Vê jina hestên wê nazik li camexane û dîwanxaneyan hem li tenbûrê xistiye hem jî straye.

Dumalik: Weke termeke edebî ye. Helbesteke her bendeke wê ji du malikan pêk tê û ji destpêkê heta dawiyê wiha dom dike

 

Mînaka dumalikên Lîza Xanima Caf:

 

Heyder seraf, Heyder seraf

Çendî ne Eyne bîm ne gêc taf

 

Îsa mewçan penem kiçe Caf

Qebale marî ne taş Mesaf

 

Wateya vê helbestê jî bi vî hawî ye:"Ey Heyderê cewhernas, maweyekê ez di Eyneyê de bûm û ez di nava gêjitiya tavgeha wê avahiyê de dijiyam. Niha ji min re dibêjin ey keça Caf divê tu qebaleya sir û raza yarî ku di nava çiyayê Mesaf de ye bînî. Caf divê tu qebaleya sir û raza yarî ku di nava çiyayê Mesaf ye bînî.


Lîza Xanim ji Heyder ku yek ji alîgirên nêzîkî Şa Xweşîn bûye re dibêje: Ey Heyderê cewhernas ez maweyekê di nava tavgeha gundê Eyneyê de bûm. Ez li wir dijiyam. Ez di nava xweşiyê de bûm û ez kêfxweş bûm. Niha ji min re dibêjin ey keça Caf divê tu qebala û kodeya raza yarî ku di nava çiyayê Mesafê de ye bînî da ku tu bibî razdara rêbaza yarî.

 

'Xatû Mey Zerd'


Jina hêja Xatû Mey Zerd bi helbestên xwe li Loristanê bi nav û deng bû. Di heman demê de ev jina mîna nefela çarpel xweşik û nefsbiçûk wekî Xatû Mey Zerd jî tê nasîn. Ew jî yek ji alîgirên Şa Xweşîn tê zanînin. Li gor pirtûka serencamê Xatû Mey Zerd di sedsala pêncem a koçî de li Loristanê jiyaye. Her wiha di dozdeh saliya xwe de li gel Şa Xweşîn rêz û rêçikên yarî hîn bûye. Mey Zerda bi hestên hunerî fikir û ramanên xwe daye der li dor û bera çiyayê Yaftekoyê koça xwe ya dawî kiriye û li wir hatiye veşartin. Bîr û baweriyên Xatû Mey Zerd ên bi helbestê derketine pêş ji nifşên îro re wekî mîrateyeke giranbiha maye. Wê cara yekem helbestên xwe li Xaneqadayê nivîsandiye. Her wiha li ser Şa Xweşîn jî helbest nivîsandiye.

 

Mînakek ji dubeytên Xatû Mey Zerd wiha ye:

 

Xweşîn Cebar Xweşîn Cebar

Hezar siwar ama yo şahen Cebar

 

Cebar Xweşîna êmeşan şikar

We rehmetewe bijendî diyar

 

Wateya helbestê wiha ye: Ey Xweşînê bi hêz û zordar di xwedanasiyê de bi hezaran şasuwarên meydana xwedanasiyê hatine vê cîhanê, lê belê tenê yek ji wan ji hemûyan bi hêztir e û ew teksuwarê bi hêz jî Şa Xweşîn e ku bi hêza xwe ya xwedanasiyê em jî nêçîr kirine. Wî em kirine peyrew û alîgirê xwe. Ka va ye êdî bi sedema hebûna wê pêt û bereketê ku Şa Xweşîn ji me re aniye derî bi ser welat de bigirin û êdî îhtiyac û niyazeke we bi pêt û bereketa kesî nebe.

 

'Daye Xezana Serketî'

 

Helbestkara hêja ya bûye hêviya îlhama ji wêjeya kurdî Daye Xezana Serketî (Xezana Keça Ehmedê Serketî) li gor pirtûka Serencamê di destpêka sedsala pêncem a koçî de li gundê Serketê ji dayik dibe.


Helbestkara hêja ya di zarokatî de bavê wê jiyana xwe ji dest dide li dijî pirsgirêk û xizaniyê têkoşînê dide û wiha navê xwe di dîrokê de dide nivîsandin. Dayika wê ji bo siberoja keça xwe ya baş zewaca duyem dike.


Ew dixwaze keça wê sekeftî be û di jiyanê de li paş nemîne. Daye Xezana ku dayika wê di destpêkê de xwendinê hîn dibe piştre li gel mamosteyên gundê wan hînî xwendin û nivîsandinê dibe. Bi yekê tenê nayê ser û di heman demê de diçe gel hunermend û helbestkarên kurd. Li gor baweriya rêbaza yarî tev digere. Bi tecrube, bîr û baweriya xwe dest bi nivîsandina helbestê dike.

 

Di pirtûka "Dewrey Babe Naûsan Nawus" de derheqê Daye Xezana Serketî de wiha tê gotin:"Daye Xezana Serketî yek ji jinên parêzgar û xwedanasa sedsala pêncem a koçî bûye, wê di destpêkê de li dijî Babe


Nawesê Serketî serî hildaye û li dijî wî derketiye û bi wî re ketiye hevrikiyê lê paşî rêbaza wî pejirandiye û bûye alîgira wî. Wê li ser vê yekê gelek helbest nivîsandiye û gel ji bo pejirandina vê rêbazê vexwendiye. Di heman demê de ji bo vê yekê bang li gel kiriye. Li Gundê Serketê koça xwe ya dawî kiriye. Ji Daye Xezanê hinek dubeyt di pirtûka Dewrey Babe Nawus hatine tomarkirin. Helbestên wê gelekî şêrîn û balkêş in. Gelek helbestên wê li ser rêbaza Yarî ne.

 

Mînakek ji dubeytên wê wiha ne:


Şêre Kirya Cewer Şêre Kirya Cewer

Ne dest bile merdum kiriya cewer

Dadman resan ne dest î gewr

Destî weş afat dindamiş hezewr

 

Wateya Helbestê wiha ye: Kurê min Şêro Babe Nawus gel werem û werez kiriye û sitem zilm û zoriyê li gel dike. Were bike hawar û gel ji destê wî mirovî rizgar bike. Wekî şêrekî wî têk bibe da ku gel ji qehr û zilma wî rizgar bibe û em jî rizgar bibin.

 

'Fatime Loreya Goranî'

 

Fatime Loreya Goranî ya dildara Baba Tahirê Uryan bûye keça Babe Loreyê Loristanî ye û ji êla Bîrîşahê Goran bûye. Di heman demê de ev jina hêja bi navê Fatime Lore bi nav û deng bûye. Li gor pirtûka Dewrey Şa Xweşîn Fatime Lore di sedsala pêncem a koçî de li Hemedanê ji dayik bûye. Ev jina delal li hinda gora Baba Tahirê Hemedanî hatiye veşartin. Pîr Daniyalê Dalahûyî yê yek ji helbestvanên sedsala heştem a koçî ye di pirtûka xwe bi navê "Barge Barge" de Fatime Lore wekî yek ji alîgira Şa Xweşîn nîşan dide û navê wê dike Firişte. Her wiha dibêje ew evîndara Baba Tahirê Uryan e.

 

Di dubeyteke Fatime de wiha tê gotin:

Razdar yarîm razdar yarîm

We ferman şarazdar yarîm

Şahim bezeyîş ama we zarîm

Raz kerd we derman derdekey karîm

 

Wateya vê dubeytê wiha ye: Bi ferman û destûra Şa Xweşîn ez razdarê rêbaza yarî me Dilê Şa bi min şewitî û raza yarî siparte min û ew raz kire dermanê derdê min.

 

Ziman û kesayet bi hev re pêş dikevin. Ji bo têkilî û pira di navbera ziman û kesayetê de xurtir bibe divê xwedîderketin û zanebûna te ya li ser berhemên bi zimanê te hatine nivîsandin hebe. Ya din jî çand û jiyana te ya bi zimanê te hatiye honandin divê tu baştir fam bike û li ser lêkolînê bike. Tu çi qasî li ser efsûna zimanê xwe kûr bibî ewqas zêde bandorê li ser kesayeta dike. Loma helbestkar û nivîskarên bi zaravayên Kurdî nivîsandine di heman demê de têkilî û pira di navbera ziman û kesayetê de jî xurt kirine. Jinên bûne eynika wêjeya kurdî xizmet di heman demê de ji bo xurtbûyina pira di navbera kesayet û ziman de jî kirine.

'Yay Hebîbeya Şarezûrî'

 

Li gor hinek çavkanîna Helbestkar Yay Hebîbeya Şarezûrî di sedsala çardehem de jiyaye û navê wê Hebîbe ye. Ev gulkevroka berbangê Keça Şêx Sedredînê Şarezûrî ye. Li gor bîrnivîsên Qerendî ew di sala 1282'an de li Gundê Yawa ji dayik bûye. Di destpêkê de li gel bavê xwe xwendiye piştre çûye Qutabxaneyê û li ser rêzimana erebî û wêjeya farisî bûye. Ev jina hêja ya di warê lêkolînê de xwe paşve nekişandiye bi birayê xwe re çûye Helwanê û li wir lêkolînên li ser quranê xwendine. Yay Hebîbeya Şarezûrî ya nezewiciye di 66 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide û li Goristana Şêxanê tê definkirin.

 

Helbesteke Yay Hebîbeya Şarezûrî:

 

Azîz binyama azîz binyama

Azîz şertiman çenî binyama

 

Ha peyrow şerî ce girdîn cama

Sikey başlixman be binyam wama

 

Be derya west en be derya west en

Bargey binyamiman be derya west en

 

Yûrt gilême kol ce keştî rest en

Ha binyamîna ce koy xem mest en

 

Aramiman niya aramiman niya

Azîz bê binyan aramiman niya

 

Pey adî şadî beheştî biya

Taze û naxûniman mekeve çiya

 

Ha çe keştî da ha çe keştî da

Yûrt remzibarî ha çe keştî da

 

Serafa çenî xelk û reştî da

Elmedar û çerx çew zeştî da

 

Wate: Ey rêberê min ê ezîz! Her roja berînê (roja yekem ku soz didan xwedî û xwedê wê giyanewer biafirandana) de me bi Binyamîn re peyman girê daye. Ew di her qalib û cîldekî de pîrê rêz û rêçikên me ye û em tenê serî dispêrin wî. Bargeha Bihyamîn li deryayê ye û niha di qalibê hiriyê û bi tûrikekî di nava keştiyê de dijî û ew li çiyayê nerehetî û nexweşiyê serxweş û mest e. Ey rêberê min ê ezîz! Bê Binyamîn me aramî tune ye û ew ji me re şahî û bihuşt e. Em nikarin ji wî dûr bimînin. Va ye Remzbar jî di keştiyê de ye û di keştiyê de zêr û cewahiran diguhere. Ew alhilgirê vê çerxê ye.

 

'Nazdar Xatûna Şîrazî'

 

Nazdar Xatûna Şîrazî helbestkareke jin e û di sedsala çardehem de jiyaye. Li gor bîrnivîsên Qerindî di dawiya sedsala heftem a koçî de li Şîrazê ji dayik bûye û li wir xwe pêş xistiye. Çûye Şarezûrê û Gundê Şêxan piştre li ba San Sehak dîplomaya şêxitiyê girtiye. Paşê vegeriyaye Zêdgehê. Nazdar Xatûna Şîrazî ya hestên hêja li dû xwe hiştiye di sala 1363'yan de çûye ser dilovaniya xwe û li wir sipartine axê. Di pirtûka Serencamê de tê gotin Pîr Nazdar Xatûna Şîrazî yek ji heftê û du pîr û heval û parê San Sehak e ku di sedsala çaredehemîn de jiyaye. Ji vê helbestkara jîr gelek dubeytî û helbestên bi Zaravayê Goranî li dû mane.

 

Mînakek bi vî rengî ye:


Yaran yaweran ray Heq rasî yen

Pakî û duristî û rind û xasî yen

 

Her kes wê nasa Muhemed asa

Bêşik ew kes e mewlayîç şinasa

 

Wate: Ey yaran ey heval! Riya Xweda rastî ye pakî dirustî bexşiş û çakî ye. Her kesî wekî Hafî Muhemed xwe nasî (xwe binase) bêguman wê Xweda jî binase.

 

'Nêrgiz Xanima Şarezûrî'


Nêrgiz Xanima Şarezûrî keça Mele Şukrulayê Şarezûrî ye. Li gor pirtûka Serencamê ew di sala 713'yan a koçî de li Şarezûrê ji dayik bûye. Li wir bi kedeke giranbiha xwe pêş xistiye û mîrateya wê gihaştiye heta roja me ya îro. Bavê Nêrgizê Mele Şukrula zana û helbestkarê serdemê bû. Wî li ser vê bîr û baweriyê Nêrgizê hînî xwendin û zanista Îslamê kir. Di demeke kurt de bi hêz û îradeya xwe ya jixwebawer xwe pêş dixe û bi jêhatîbûna xwe dengê xwe li welêt belav dike. Hêjaya ku dest bi nivîsandina helbestan dike di 18 saliya xwe de bi Abidînê Caf re dizewice bi hev re rêbaza yarî dipejirînin û piştre diçin Gundê Şêxan. Nêrgiza delal li wir koça xwe ya dawî dike û li wir tê veşartin.

 

Helbestên vê delala hêja yên bi zaravayê kurmanciya jêrîn di pirtûka "Dewrey Abidîn" ten tomarkirin. Tenê behraya Nêrgizê ne nivîsandina helbestê ye. Ew di heman demê de li tenbûrê jî dide.

 

Yek ji helbesta Nêrgizê wiha ye:

 

Seqî le cem bade deda

Dersî rêgey çade deda

 

Mêrdan hemû le dewr paş

Pêman deken gişt temaşa

 

Qewmê be min neybî bawer

Neyêt bo cem yarî yawer

 

He ke bo yar xoy nekujê

Xwênî le rêy yar nerêje

 

Her ke lem dîn yeqîn neka

Be dil le cem amîn neka

 

Her ke negrê qewlê dirust

Bêdîn ew e wek butperest

 

Her kê şikî bibê be dil

Bawer neka be Şay Adil

 

Her ke le cem negirê erkan

Be rast negirê dînî Sultan

 

Her ke be yar bida azar

Kirdey naçê bo naw tomar

 

Nergiz her ke bîbê kîn e

Bêşik gumra û hem bêdîn e

 

Wate: Meyger li camexane û di nav civata xwedanasan de bade û piyaleyên mey didan me wane û dersa dînê me hînî me dikir. Hemû mêr û zilam li dora paşê kom dibûn li hev diciviyan û li me guhdarî dikirin. Gelekî ku bawerî bi me tune be neyê dîwaneya xwe ji bo yar nekuje, xwîna xwe di riya wî de nerijîne bawerî bi rêbaza me tune be bi dil û can nebêje amîn dirustkar û rastbêj nebe wê çaxê ew wekî pûtperestekî bê bawer e.


Her kesê ku di dilê wî de şik guman hebe baweriya wî bi Xweda tune be rêz û rêçikên gel nas neke dînê Xweda mafdar Heq nezanibe û yar nerihet bike wê çaxê karên wî li lênûska Heq nayê nivîsin. Ey Nêrgiz her kesê ku kîn di dilê wî de bêguman ji rêderketî û bê dîn e.

 

'Xatûn Dayrakî Rezbar'

 

Xatûn Dayrakî Rezbar bi navê din Dayrak (Dayarkî) bi helwesta xwe bûye sedem ku navê jineke wekî wê di dîroka wêjeya kurdî de cihê xwe bigire. Ev dilnizma ji cihekî girîng ê dîrokê keça Huseyn Begê Celd e û li gor pirtûka Serencamê di serê çarîka dawî ya sedsala sêzdehan de li bajarê Helwanê ji dayik bûye. Bavê wê qiymetê dide keça xwe û ji bo wê mamosteyekî taybet digire. Hem hînî xweşnivîsê dibe hem hînî quranê dibe. Dayrakê di 19 saliya xwe de bi Şêx Îsa Berzencî re dizewice. Piştî zewacê kurekî wan ê bi navê Sultan Îshaq çêdibe. Piştre jê re San Sehak tê gotin. Li gor pirtûka Serencamê di sedsala heştem a koçî de jiyaye û li Gundê Şêxan koça dawî kiriye û li wir spartine axê. Ji jiyana piştî mirinê bawer dikir û girîngî dida evînê. Jina hêja hosteya tenbûrê bû û gelek helbestên xwe bi lêdana tenbûrê xwendiye.

 

 Dubeytek Xatûn Dayrakî wiha ye:


Şimim ew bargayî şîm ew bargayî

Sîmirx biyanî şîm ew bargayî

 

Çimke Rûbabe Rostmîş zayî

Pey şadî û weşî Zal zirkayî

 

Wate: Ez Sîmirx (Teyrê Sîmir) bûm û gava ku Rûbabeya jina Zal jan girt, Zal perekî min avête ser agir û ez bi lez û bez çûm bargeh û koşak wî û min mizgîniya çêbûna Rostem da Rûbabeyê. Gava ku Rûbabeyê Rostem zayand Zal zor kêfxweş û xoşhal û şadiman bû.

 

'Xatûn Zerbanûya Derzyanî'

 

Helbestkara qedirbilind Xatûn Zerbanûya Derzyanî li gor pirtûka Dewrey Qirmizî keça Yûsûf Begê Derzyanî ye û di heman demê de dayika Şaweys Qewlî ye û di sedsala heştem a koçî de li Gundê Derzyanê ji dayik bûye û li wir xwe pêş xistiye. Ev jina delal a ku bi rêya mamosteyên taybet hînî xwendinê bûye dema xwe bi xwendina pirtûka Serencamê û berhemên helbestkarên kurd derbas kiriye. Vê jina diltenik piştî demekê dest bi nivîsandina helbestê kiriye û navê xwe kiriye Xatûn.

 

Mînakek ji helbestên wê wiha ye:

Gird biyen rîzwan gird biyen rîzwan

Karxaney xwacem gird biyen rîzwan

Îd ew sîwaren sêtiş ker Xezan

Ne perdîwer da wist we kes nezan

 

Wate: Hemû yar û heval li dora xowace û serokê min kom bûne û li hev civiyane. Ev ew şasiwar e ku Daye Xezan dîn û şêt kir.

 

Xatûnê di helbestên xwe de balê dikşîne ser Babe Nawisê Caf. Berê li dijî wî derdikeve lê piştre bi şopa wî ve diçe.

 

'Semen Xanima Dewdanî'

 

Semen Xanima Dewdanî li gor pirtûka Serdema Babe Celîl di sedsala şanzdehem de jiyaye û yek ji yarên Babe Celîl tê hesibandin. Li gor pirtûkê di 1530'î de Babe Celîl dîtiye û li ser şopa wî çûye. Ew li ser rêya dîn meşiyaye. Helbestên Semen Xanimê di pirtûka 'Serdema Bebe Celîl' de hatine tomarkirin.

 

Ya Duldulsuwar ba Duldulsuwar

Aman sahîb Zulfeqar

 

We naz ew weqt toşît ne cebar

Binmane remzê baqî aşkar

 

Wateya vê helbestê wiha ye: Ey xwediyê Zulfeqar (Navê şûrê Elî) Dildilsiwar (navê hespê Elî). Ez ji te dawa eman û penahê dikim û ez te bi roja destpêkê didim sondê ku tu noqavê nazan bibî raza yariyan bibêjî min û xwe aşkera bikî û serê xwe rake da ku em bi dîtina te şad bibin.


Roza Metîna