Li herêma Cezîra Rojavayê kurdistanê û piştî salan ji qedexekirina avakirina pirojeyên aborî li wê deverê ji ber hindek sedemên siyasî û netewperest, lewra di 26 kanûna yekem de sala 2021 an de, yekemîn kargeha zeyta xwarinê û sabûnê bi navê" kargeha gula zêrîn" lê hate vekirin ji aliyê kompaniyaya AL-HESEN, vê kompaniyê girêbest li gel rêveberiya xweser ya bakur rojhilatê sûriyê wajokir bo maweya pênc salan û li gorî yasayên rêveberiyê, û wê girêdayî be bi komîta aborî û çandiniyê ya wê ve, û kilfeta avakirina wê gihişt 6 melyon dolarên Emerîkî, ev piroje wek pêngaveke giring hate wesifkirin ji aliyê xelkên herêmê û pisporên aborî, çunkî pêwîstiyeke bilez pê hebû bo dabînkirina pêdviyên herêmê ji van herdû keresteyan mebest zeyt û sabûn, û di heman demê de da ku ev piroje bibe wek bingeh ji binyata aborî re ya vê herêmê bi giştî, û roleke giring bilîze di pêşxistin û geşepêdana wê ya aborî de, ev kargeh hatiya avakirin li derdora bajarê Qamişlo nêzîkî gundê Mele Sebat.
Û li gorî lêdwanekê ji aliyiê Îbrahîm Qertemînî serokê yekîtiya zehmetkêşan li Qmişlo bo radiyoya Welat. FM, got: ev piroje wê li ser du qonaxan bê dabeşkirn:
Û herweha Qertemînî got: "Maweya girêbestê pênc salin, û wê nêzîkî 200 karmendî ji vê pirojê sûdêwerbigrin û kargeh niha amade bûye, û derfetên kar bêhtir wê ji niştecêbûnên gundê Girbawî û herweha gundên derdora wî bin. çunkî kargeh nêzîkî wane û wê karkerên wê karibin rewşa xwe serrast bikin ji aliyê Encûmena gundê Girbawî. û wê karê kargehê bê dabeşkirin li ser sê werdiyatan û li ser 24 katijmêran.
Û li ser vê mijarê serokê komîta aborî û çandiniyê di rêveberiya xweser de Silêman Barûdo di lêdwaneke xwe de got: " Ev piroje wê roleke giring bilîze di aborîya me de bi giştî".
Ji aliyekî din pisporê aborî D. Şewqî Mihemed li ser rûpela xwe ya Fêsbokê ya taybet belavkir û got: " Vekirina vê kargehê û pirojeyên bi vî şêweyî pêngaveke nayabe bo geşepêdana herêmê, û pir sûdeyên wê li ser herêmê û dorhêla wê hene, û ev sûdemendî jî ev in:
Û heweha D. Şewqî amaje bi wê yekê jî kir, û got: em dikarin ji bermayên berhemdana vê kargehê jî sûdwerbigrin wek êm bo giyandar û dewaran û herweha bibe we cêderekê bo piştevaniya samana giyandarî " heywanî" û beşekî ji pêdviyên wan bi cî bîne û bi nirxekî guncaw.
Hêjaye gotinê, ev kargeh berê li bajarê Efrînê bû ya Rojavayê Kurdistanê ji pêncîyên sedsaliya borî de, lê piştî ev bajar hate dagirkirin ji aliyê tirkiyê ve, kargeh bi hemû aletên xwe hate veguhaztin bo Cezîra Rojavayê kurdistanê, û piştî ji nû ve li Qamişlo tê vekirin, birêveberên wê amadebaşiya xwe didin diyar û dibêjin wê hewil bidin da ku hemû pêdewîstiyên bazara Rojavayê Kurdistanê ji keresteya zeyt û sabûnê dabîn bikin.