Zimanê Kurdî jêderka şaristaniyê û gelek zimanî ye

Zimanê Kurdî jêderka şaristaniyê û gelek zimanî ye

Ziman ji bo mirov hest û ramanên xwe bîne ziman alaveke girîng e. Ji bo parvekirina hest, raman ziman nirxekî giranbiha ye. Di bingeha ziman de peyv hene. Em hêvî, fikir, nêrîna xwe ya li cîhanê, hestên xwe bi rêya peyvan vedibêjin. Dema em bi zimanê xwe hest, fikir, hêvî û nêrîna xwe ya li cîhanê rave bikin ev girîngtir e. Çimkî zimanê dayikê nasname û rûmet e. Lê belê gelek kurd ne di ferqiya dewlemendiya zimanê kurdî de ne. Keşfên nû yên zanistî jî didin xuyakirin ku ji bo çi em ê bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Kesên bi Kurdî bizanibin zimanên Îngilîzî, Îspanyolî, Hintî, Portekîzî, Rûsî, Elmanî, Firansizî, Îtalî, Ûrdûkî, Farisî ji kesên bi Tirkî û Erebî dizanin bêtir zû hîn dibin. Li welatekî dema mirov bi zimanê xwe neaxive û girîngiya zimanê xwe nizanibe li wî welatî pêşketin jî di warê parastina hebûn û nasnameyê de ew ê çênebe. Gelek kurd ji ber zextan û polîtîkayên pişaftinê fedî dikin bi zimanê xwe biaxivin an jî vê yekê mixabin wekî kêmasiyekê dibînin. Lê belê Zanîngeha Harvardê ya Emerîqayê ya li cîhanê tim yekemîn tê hilbijartin ji bo ziman û dîroka gelê kurd gelek tiştên baş dibêje. Qaşo pispor û profesorên faşîst her çiqas gelek carî ji bo zimanê kurdî gotinên neyînî bikin jî divê em kurd ji wan bawer nekin. Mirovên zanistê yên li ser DNA'ya ziman lêkolîn kirine li ser zimanê kurdî gelek gotinên erênî dikin. Kovara Zanistê ya popîler Science ya li 45 welatî ji 30'yî bêtir bi zimanî weşanê dike jî keşif û du gotarên girîngiya zimanê kurdî derdixe pêş parve kir. Zanîngeha Aucklandê ya Zelandaya Nû ya li ser DNA'ya zimana lêkolîn kir jî gihaşt encama girîngî, taybetmendî û dewlemendiya zimanê Kurdî.

Destpêka şaristaniya nûjen a îro, xwe dispêre kurdan


Ziman di heman demê de şaristaniyê pêş dixe. Zimanê kurdî zimanekî gelekî kevn e û rê li şaristaniyeke mezin vekiriye. Jixwe Mirovê Zanistê yê Îranî Bijîşk û Akademisyen Elî Şerîatî di pirtûka xwe ya Şaristanî

û Modernîzmê de balê dikşîne ser şaristaniya kurdan û wiha dibêje: "Kurdistan navenda şaristaniyê ye. Destpêka şaristaniya nûjen a îro xwe dispêre kurdan. Şaristaniya îro ya nûjen a rojava ji şaristaniya Yewnanan hatiye lê yên şaristaniya Yewnanan ava kiriye kurd in. Bingeha şaristaniya Yewnanîstanê kurdên ji Kurdistanê koçî Yewnanîstanê kirine ava kirine. Mijareke din a girîng Şaristaniya Nûjen a Emerîqayê bingeha xwe ji şaristaniya Yewnanîstanê girtiye. Loma ev şaristanî kurdan ava kiriye. Lê belê Rojava yanî Ewropayî ditirse ku vêya bîne ziman." Dema em li ser axa Mezopotamyayê dinêrin hem bi bereketa xwe hem jî bi şaristaniya xwe girîngiya xwe nîşan dide. Pêşgotinên yekem, reformên civakî yên yekem, strana eşqê ya yekem û gelek tiştên din li ser vê axa bi bereket rû dane. 

undefined


Jêderka gelek zimanî Kurdî ye


Mijareke din a girîng ew e ku em lê bipirsin ka gelo zimanê li cîhanê belav bûne bêtir jêderka wê li ku ye. Ziman mîrateyeke qansî jiyana mirovan girîng e. Loma mirov têkildarî ziman çiqas bêtir xwedî agahî be ev dewlemendiyeke girîng e. Dîroka ziman bi şaristanî û erdnîgariya mirov li ser dijî eleqedar e. Her ziman li ser erdnîgariya xwe xwediyê kokekê ye. Girêdana ziman û neteweyan a bi hev re teqez xwe dispêre erdnîgarî û şaristaniyê. Dema em li erdnîgeriya gelê kurd li ser jiyaye dinêrin bûye destpêka pêşketina gelek tiştî. Di nava vê yekê de ziman jî heye. Yek ji destpêkên girîng jî çandinîtî ye. Mirovên zanistê yên li ser DNA ya çandinîtiyê lêkolîn kirine didin zanîn ku cara yekem li Qerejdaxa Amedê çandinîtiyê dest pê kiriye. Şoreşa neolotîkî ango çandinîtî li gor mirovên zanist li cihên kurdan pêk hatiye. Ev cih di dîrokê de wekî Kardokya Kurdistan tê binavkirin. Her du jî tê wateya welatê kurdan. Loma jêderka gelek zimanî Kurdî ye. Mezinên kurdan îcatên çandinîtiyê yên bi zimanê xwe di sêgoşeya Amed, Mêrdîn, Rihayê de li cîhanê belav kirine. Li Rûsya, Ukrayna, Yewnanîstan, Ewropa, Rojhilata Navîn, Hîndistanê belav kirine. Mirovên zanistê yên Zanîngeha Pensîlvanyayê ya Emerîkayê bi jîriya çêkirî (yapay zeka), bi teknolojiyên robotîk xwe gihaştine encama hinek ziman li cihên çandinîtî lê hatiye îcatkirin bi rih û can bûne û li cîhanê belav bûne. Jêderka zimanên mîna Îngilîzî, Îspanyolî, Hintî, Portekîzî, Rûsî, Elmanî, Firansizî, Îtalî, Ûrdûkî, Farisî bajarên kurdan ên malovantiya şoreşa neolotîk kirine. Li gor lêkolîna dawî ya mirovên zanistê ev zimanê mezinên kurdan belav kirine zimanekî aştîyane ye jî. Ev encama DNA' yên zanistî ye. Her wiha di pirtûka dersê ya Zanîngeha Harvardê ya Emerîqayê de gotinên mezinên Kurd û Kurdistanê derbas dibin. Îngilîzî, Îspanyolî, Hîntî, Portekîzî, Bengalî, Rûsî, Elmanî, Firansizî, Îtalî, Ûrdî, Farisî ji zimanê ku mezinên kurdan belav kirine afirîne. Loma kesên bi kurdî bizanibin bi rehetî dikarin van zimanana hîn bibin. Gelek kesên navdar û lêkolîner li ser vê yekê axivîne. Di heman demê de Serokkomarê Îranê yê berê Mehmûd Ahmedî Necat ê li zanîngehê ders dida di axaftina xwe ya vîlayeta li Kurdistanê ya di 2006'an de da zanîn ku jêderka çand û zimanê li îranê Kurdistan e. 

Mezinên kurdan îcatên çandinîtiyê yên bi zimanê xwe di sêgoşeya Amed, Mêrdîn, Rihayê de li cîhanê belav kirine. Li Rûsya, Ukrayna, Yewnanîstan, Ewropa, Rojhilata Navîn, Hîndistanê belav kirine. Mirovên zanistê yên Zanîngeha Pensîlvanyayê ya Emerîkayê bi jîriya çêkirî (yapay zeka), bi teknolojiyên robotîk xwe gihaştine encama hinek ziman li cihên çandinîtî lê hatiye îcatkirin bi rih û can bûne û li cîhanê belav bûne. Jêderka zimanên mîna Îngilîzî, Îspanyolî, Hintî, Portekîzî, Rûsî, Elmanî, Firansizî, Îtalî, Ûrdûkî, Farisî bajarên kurdan ên malovantiya şoreşa neolotîk kirine. Li gor lêkolîna dawî ya mirovên zanistê ev zimanê mezinên kurdan belav kirine zimanekî aştîyane ye jî. Ev encama DNA' yên zanistî ye.
undefined


Em mecbûr in zimanê xwe yê jêderka gelek zimanên din e biparêzin


Gotineke 'Dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn dibe' heye. Em gelek bi vê gotinê dizanin. Lê em çiqasî girîngiyê dide vê gotinê û xwedî li zimanê xwe derdikeve ev bi guman e. Em ji bo zimanê ku bandorê li ser exlaqê mirov dike çiqas hewil didin. Kurmancî, dimilkî, goranî, lorî, soranî yên zaravayên Kurdî di bin parçekirina erdnîgariyê û zextên tên kirin de çiqas dikarin bên parastin? Gelo ew ê li ser çar parçeyan jî bibin zimanê fermî û perwerdeyê? Em ê kurd çiqasî bikaribin di wê ferqiyê de bin ku axaftina zarokan a bi zimanê kurdî çiqasî girîng e? Her xuleq û deqeyek derbas dibe ji bo famkirin û têkoşîna zimanê kurdî gelekî girîng e. Em mecbûr in zimanê xwe yê jêderka gelek zimanên din e biparêzin. Zimanê me qedîm e û bandor li ser gelek beşan kiriye. Çima em ne di vê ferqiyê de bin? Ka em mînakeke din bidin bê çiqas zimanê me qedîm û girîng e. Hinek têgînin zanistî yên wekî Jinekolojik, Serebral û gelekên din bi saya kurdan belav bûne. Jinekolojik ji bo nexweşiyên jinan tê gotin. Serebral ji bo beşa serî. Destpêka van gotinan jî ji Kurdî tê. Li gor lêkolîneran ev gotinana ji ser bajarên kurdan ên wekî Amed, Mêrdîn, Riha yên çandinîtî lê cara yekem hat kirin li cîhanê belav bûne. Her wiha di navbera Îngilizî û Kurdî de jî şibandinek heye û gelek gotinên hevpar hene. Stêr bi Kurdî star bi îngilizî ye. Dîsa bira bi Kurdî brother bi Îngilîzî ye. Na bi Kurdî no bi Îngilîzî ye. Mantixa herdu zimanan jî dişibe hevdu. Di navbera Rûsî û Kurdî de jî bi qansî pênc hezar peyvên hevpar hene.Gelek gotinên nîjadperest ên 'Zimanekî bi Kurdî tune ye, Kurdî bermahiya Farisî ye. Zimanekî hejmarên wê jî tune ye çawa dikare bibe zimanê perwerdeyê?' Gelek kesên qaşo li pêşiya navên wan profesor tê nivîsandin bi berhemên dinivîsin derbarê kurdan de tiştên ne rast dibêjin. Kesên bi Kurdî nizanin û kurdan nas nakin di bin navê profesortiyê de mixabin heqaretê li ziman û çanda kurdan dikin. Lê van kesên wiha dibêjin jî diplomayên wan ji aliyê gelek welatên ewropayê jî nayê qebûlkirin. Her wiha encamên profesorên ku li zanîngehên herî baş peywirê dikin wiha ne. Dibêjin 'Me li ser DNA'ya zimanan lêkolîn kir. Me bi zîrekiya çêkirî (yapay zeka) analîz kir. Ev gotinan ji bajarên kurdan li cîhanê belav bûne û bi van zimanan eqreba ne'.


Sumerî ji Kurdistanê hînî şaristaniyê bûne


Ziman bingeha hunera nivîsandinê ye. Mejî pêş dixîne, asoya xeyalên mirovan berfireh dike. Lêkolînên li ser ziman û şaristaniyê jî rastiyê û heqîqetê nîşan dide û asoya mirovan berfireh dike. Werin em li ser çend gotin û lêkolînên din jî kûr bibin da ku em baştir fam bikin ziman û şaristaniya kurdan belav kiriye çiqasî girîng e. Pr.Dr. Mehdat Arizade di pirtûka destan a li Zanîngeha Harvardê ya Emerîqayê wekî pirtûka dersê tê dayin de di cih daye gelek tercumeyên tabletan. Sumeran li tabletan nivîsandine ku şaristaniyê ji kê hîn bûne. Dema em lê dinêrin em dibînin Sumerî ji Kurdistanê hînî şaristaniyê bûne. Dema em van tabletana analîz dikin em dibînin ku Sumerî ji Kurdistanê hînî şaristanî û ilmê bûne. Dîsa di vê pirtûkê de jî tê gotin yên Îspanyolî, Îngilizî, Hintî, Portekîzî, Rûsî, Elmanî, Firansizî, Îtalî, Urduyî , Farisî belav kirine mezinên kurdan e. Her wiha dema em li ferhenga etimolojiyê ya zimanên eqrebayên Kurdî yên Îngilizî, Elmanî, Firansizî, Yewnanî, Farisî, Hintî, Rûsî dinêrin li ber peyvên xwe PIE (Hînt Ewropî) yanî yên kokên Kurdistanî nivîsîne. Gotinên koka wê ji ku hatibe nîşan dide. Mînak queen di Îngilîzî de keybanû ye ev koka wê 'gwen e'. Demek berê li Kurdistanê ji bo jinan 'gwen' hatiye gotin. Ev gotina ji kurdî derbasî Îngilizî bûye û bi demê re bûye queen. Gwen bi demê re di kurmancî de bûye jin di kirmanckî de bûye cinî. 


Roza Metîna