Çanda dengbêjiyê ya nirxên gelê kurd diparêze

Çanda dengbêjiyê ya nirxên gelê kurd diparêze


Çanda dengbêjiyê ji bo gelê kurd wekî behreke bê binî ye. Bandoreke mezin li ser çand, huner, ziman kiriye. Dengbêjî teşeyê kes, eşq, erdnîgarî û civakê ye. Çand û wêjeya devkî ya gelê kurd e. Ji erka herî girîng e ku kurd li vê çandê xwedî derkevin. Her çiqas di bin zext û zordestiyê de be jî. Yên pêşengiya çanda dengbêjiyê kirine jin in lê belê yên derketine pêş jî mêr in. Jinên dengbêj hem li dijî zihniyeta feodal hem jî li dijî sîstema êrişî nasnameya wan dike ji dîrokê heta niha li berxwe dane û hîn jî li berxwe didin. Li ser her çar parçeyan jinên dengbêj li berxwe didin. Dema em li Rojhilat dinêrin li wir piştî 2003’yan, li Ûrmiyeyê şevbêrk tên lidarxistin û hunermendên li bajarên cuda dicivin, hunera xwe pêşkêş dikin lê belê ev derfet ji bo jinan mixabin tune ye. Sedema vê yekê jî polîtîkayên dewletê ne.


Kilamên dengbêjan mîna belgeyeke dîrokî ye


Gelê kurd bi salan e bi devkî bi gotinê dîroka xwe parastiye. Kilamên dengbêjan mîna belgeyeke dîrokî ye. Li Agiriyê herî zêde çanda denbêjiyê pêş ketiye û tê gotin dengbêjê yekem Evdalê Zeynikê ye. Lê heger lêkolînên berfirehtir bên kirin dibe ku berî Evdalê Zeynikê jî dengbêjên kurd hebin. Dengbêjên eynika civakê ne mîrateke mezin ji gelê kurd hiştine. Gelek kilamên dengbêjan hene û bi saetan didomin. Di demên berê de dengbêjên malên mîr û began jî hebûn. Lê dengbêj bi eslê xwe ji nava gel hatine. Bûyerên civakî bi kilamên xwe rave kirine û hafizaya civakî teze hiştine. Wan bê alaveke muzikê gotine û her kilameke wan xwediyê çîrokekê ye. Şaristaniya gelê kurd jî di nava kilamên dengbêjan de hatiye vehewandin. Di çanda dengbêjiyê de mijareke girîng bêtifaqiya kurdan û îxaneta di navbera wan de ye. Divê em baş vê bizanibin ger em li dengbêjiyê xwedî dernekevin wekî em guleyekê bera gîzoka xwe bidin. Em çi qasî li çanda dengbêjiyê xwedî derkevin em ê ewqas li jiyana xwe xwedî derkevin. Gelek kilamên dengbêjiyê mixabin ji ber nehatine tomarkirin bi demê re winda bûne. Loma kurd ji bo tomarkirinê dereng man ango di dema xwe de tomarkirin bihata kirin ew ê îro gelek kilam winda neban. Dîsa jî ji bo tomarkirinê çiqas kar û xebat hebin ewqas baş e. Lê belê divê armanca me ne tenê tomarkirin be di heman demêde xwegihaştina rastî û peyama çanda dengbêjiyê be jî. Ev rastî û peyam cîhanê jî eleqedar dike. Ji ber çanda devkî ya dengbêjiyê ya Mezopotamyayê wêjeya cîhanê xwedî kir û ev bandor hîn jî didome.


Çanda dengbêjiyê çanda serhildanê ye


Çanda dengbêjiyê di heman demê de li dijî neheqî, cihêkarî û zilmê serîhilan e. Serîhildana gelê kurd e. Serhildana Abdulhamit û Seyitxanê li Agiriyê li ber xwe didin. Ferzendeyê li Kela Rojhilat li berxwe dide. Her wiha jinên di dîrokê de li ber xwe dane navê wan jî di kilamên dengbêjiyê de hene û di dengbêjiyê de serîhildana wan tê ravekirin.

 

 Dengê jinê her hatiye xwestin bê qutkirin


Bi rêya ol û feraseta baviksalarî û polîtikayên dewletên li dij kurdan her dengê jinê hatiye xwestin bê qutkirin. Lê belê îro çîrok, destanên bi hezar salan bi saya jinên dengbêj hatine heta vê rojê. Bûyerên rastiya civaka kurd radixîne pêş çavan, êş, evîn, serhildan û azara gelê kurd bi çanda dengbêjiyê û bi pêşengiya jinê hatiye bihîstin. Şevbihêrk, şîn û şahî bi zêmar û kilamên jinan derbas bûne. Her wiha di radyoya Erîvanê de jinên mîna Fatma Îsa, Sûsika Simo, Asliqa Qadir û hwd. derdikevin û dibin dengê gelê kurd. A din jî dîsa di radyoya Ûrmiyê ya beşa kurdî de wekî jin cara yekem di 1917’an de Îran Mucerd (Îran Xanim) derdikeve û kilaman dibêje. Li gor hinek çavkaniyan tê gotin stranên wê bi xwe jî hebûne lê ji ber nehatine tomarkirin winda bûne. Gelek jinên dengbêj bi vî rengî stranên wan nehatine tomarkirin û winda bûne. Ev hunera jinên dengêj bandoreke erênî li ser pêşketina zimanê ku amûra wêjeyê ye jî dike.


Di çanda dengbêjiyê de rola jinê


Divê em di çanda dengbêjiyê de rol û mîsyona jinên Kurd a girîng jî ji bîr neke. Gelek stran, çîrok û destan bi hestên jinê hatine honandin û ji aliyê mêr ve hatiye gotin. Wekî mînak Lawê Xatê, Silêmanê Mistê li qada şer jiyana xwe ji dest dide û Xatê li ser lawê xwe gotinan li dû hev rêz dike û Şakiro û Karapetê Xaço jî vê gotinên ku wê rêsandine wekî stran dibêjin. Jinên dengbêj gelek ked di vî warî de dane. Dengbêj Gazin di sala 2011’an de Komeleya Jinên Hunermend û Dengbêj ava dike. Gazin ji bo armanca vekirina komeleyê dibêje bi her dengbêjekê re gencîneyek heye. Her wiha li gor hinek çavkaniyan jî dengbêj Gulê di di sedsala 18’emîn de jiyaye û di heman demê de helbestvan bûye. Di wê serdemê de behsa dengbêjeke bi navê Pero jî tê kirin û di destpêka sedsala 1900’an de jî behsa dengbêjeke din a bi navê Hemîde ku li Colemêrgê jiyaye jî tê kirin. Ev dengbêjana di nava civakê de navdar bûne. Çîrok û agahiyên der barê dengbêj Gulê, Pero û Hemîde de, zêdetir ji aliyê jinên denbgêj ve tên vegotin.

undefined
Ji têgehên rîtmîk, melodîk, erdnîgariyê û di warê civaknasiyê de diyar dibe ku ew awaz aîdî kîja gelî ye. Bi sîstema navberên deng û şêwazê tê famkirin ku ew awaza kurdî ye. Her çiqas gelek caran kilamên kurdî hatibin dizîn jî ji ber awazê tê famkirin ku bi kurdî ye

Jinên dengbêj nirxên mirovahiyê jî parastine


Gelek jinên ku di qada parastina nirxên civakî de xebat meşandine hene. Jinên mîna Cemîla Celîl gund bi gund geriyane û folklora kurdan ji tunebûnê rizgar kirine. Sûsika Simo dema ku derdiket ser dikê bi kincên xwe yên kesk, sor û zer derdiket ser dikê. Bi vê yekê bandoreke erênî li ser hafiza û nirxên civakê dike. Jinên dengbêj nirxên mirovahiyê jî parastine. Bi vî rengî gelek stranên kurdî di arşîvan de jî cihên xwe girtine. Bi saya çanda dengbêjiyê û têkoşîna jinên wiha hêja çandek jî ji nifşên siberojê re hatiye ragihandin. Di heman demê de çanda dengbêjiyê roleke parastina zanista civakê û dîrokê hilgirtiye ser milê xwe. Jixwe loma ewqas êriş li ser hatiye kirin. Tê zanîn serdemekê Walîyê Bexdayê welatiyên kurd ên bi nivîs û wêjeyê re mijûl dibin girtiye û çermê wan ji canê wan kiriye û kiriye çarçove. Dîsa jî hunermend, nivîskar, dengbêjên kurd li ser esasên têkoşînê soza parastina çand, dîrok, huner, wêjeya û nasnameya xwe dane.

 

 Girîngiya girtina arşîvê


Deutsch-Kurdisches-Kulturinstitut (Enstîtuya Çandê ya Alman û Kurdan) 900 stranên Arşîva Radyoya Erîvanê li ser platformên dijîtal weşandibû. Enstîtuyê piştre jî nota, gotin û analîzên van stranan di çar cildan de kom kiriye û weke pirtûk çap kiriye. Ev ji bo arşîvê gelekî girîng e. Her wiha antolojiya dengbêjan jî hatiye çapkirin û tez li ser çanda dengbêjiyê hatine nivîsandin. Bi vê yekê jî hem çanda dengbêjiyê tê arşîvkirin hem jî wateya wê bêtir tê belavkirin. Celadet Elî Bedirxan jî ji bo qeydkirina çanda dengbêjiyê hewil daye. Di Kovarên Hewar, Ronahî û Roja Nû de jî girîngiya çanda dengbêjiyê hatiye ziman. Di qada Kurdolojiya Akademiyê de jî tezên bi qîmet hatin nivîsandin. Her wiha di warê muzîkaliyê de aranjeyên nû derketin piyasayê. Aranje tê wateya birêkûpêkkirina kilamê ya di warê komposîzyonê de.


Bi wergerê qirkirinek pêk hat


Ji têgehên rîtmîk, melodîk, erdnîgariyê û di warê civaknasiyê de diyar dibe ku ew awaz aîdî kîja gelî ye. Bi sîstema navberên deng û şêwazê tê famkirin ku ew awaza kurdî ye. Her çiqas gelek caran kilamên kurdî hatibin dizîn jî ji ber awazê tê famkirin ku bi kurdî ye. Dema em li dîrokê dinêrin 3 hezar berhemên kurd, ermen, faris, suryanan di serdema Padîşahê Osmaniyan Yawuz Selîm de birin Qesra Osmaniyan a Stenbolê. Kirin perçeyekî muzîka qesrê. Bi avakirina komarê re jê re gotin Muzika Hunerê ya Tirk. Gelek stranên kurdî di bin navê wergerê de hatin dizîn. Bûka Kurdan kirin 'turkmen gelini' keça kurdan jî kirin 'turk kizi'. Di bin navê wergerê de qirkirinek pêk hat.


Dengbêjan li medreseyan ji feqiyan kilam gotine

Her çiqas hinek mele û şêxan çanda dengbêjiyê wekî guneh dîtibe jî ev nêrîn teng maye û civak di bin bandora vê nêrînê de nemaye. Her wiha hinek dengbêjan li medreseyan jî ji feqiyan kilam gotine. Dengbêj Reşo bi daxwaza mamosteyên li medreseyê, li medreseyê ji feqiyan kilam gotiye. Em dema balê bikşînin ser wate, girîngî û dîroka dengbêjiyê dibe ku rûpel têrê nekên. Ya girîng ew e ku ji bo çanda dengbêjiyê em her dem têbikoşin û biparêzin. Çanda dengbêjiyê ya nirxên gelê kurd diparêze.

 

Roza Metîna