Dîroka îcatkirina televizyonê

Dîroka îcatkirina televizyonê

Peyva televizyonê ji peyvên di Yewnana berê de peyva teloas a tê wateya 'dûr' û ji peyva bi Latînî visio ya tê wateya dîtinê pêk tê. Pêlên elektromanyetîk ên ji Danêr (verici) belav dibin wekî dîmen tê dîtin û wekî deng tê bihîstin. Cîhaza vî karî dike em jê re dibêjin televizyon. Di dîrokê de gelek kesî hewil dan ku televizyonê îcat bikin. Li gor hinek çavkaniyan tê gotin televizyon di sala 1923'yan de ji aliyê John Logie Baird de li Bajaroka Hastingsê ya Îngilistanê hatiye îcatkirin. Yekem dîmenên televizyonê jî dîsa ji aliyê John Logie Baird ve di sala 1926'an de hatiye weşandin. Dîmenên televizyonê berê wekî noqteyan bû û dihejiya. Qalîteya dîmen ji aliyê John Logie Baird ve hatiye pêşxistin. Di warê îcada televizyonê de navên wekî John Logie Baird, Vladimir Zworkin ve Philo T. Farnsworth derketine pêş.


Qumandayên bi aqil jî pêş ketin


Her wiha qûmandaya televizyonê jî li gor hinek çavkaniyan di nava salên 1950'î de hatiye îcatkirin. Wê demê bi qabloyeke girêdayî televizyonê pêş ket. Ji ber her roj teknolojî pêş dikeve qumandayên bi aqil jî pêş ketin.


Sîstemên ûydûyê yên bi aqil di meriyetê de ne


Bi pêşketina teknolojiyê di qada antenên televizyonê de jî pêşketin çêbûn. Niha sîstemên ûydûyê yên bi aqil di meriyetê de ne. Gelek caran antena li ser xaniyê mirov ji ber şerdên hewayê yên ne baş zirar didît û ji ber vî hawî jî weşana televizyonê diçû. Lê belê di roja me ya îro de mirov dikare li ser internetê jî li weşana televizyonê temaşe bike.


Tevgera bi hev re ya ji bo televizyonê

Endezyarê Îskoç John Logie Baird di 1925'an de televizyona mekanîk a yekem a ji gelek çerx û perçeyan pêk dihat çêkir. John Logie Baird di sêwirandina xwe de dîskek qul a dîmen ji bo wekî sinyalê elektirîkê bê ragihandin diseridand û di sala 1894'an de ji aliyê Endezyarê Elmanî Paul Nipkow ve hatibû çêkirin, bi kar anî. Sînyalên digihaştin televizyonê birqonektiya ampula di cihazê de bi lezgînî diguhert. Di vê mekanîzmayê de qulikên bi tevger û birqonektiya diguhert dema dihatin gel hevdu dîmenên bi tevger ên biçûk dihatin afirandin. Ji bo dîmen bê mezinkirin rojik (mercek) dihatin bikaranîn. Lê belê sêwirandina John Logie Baird dibû sedema dîmenekî dihejiya û şolî. Loma ji vê cîhaza navê “Televisor” lê kiribû tenê 1000 heb firot. Çend sal şûnde dahênerê bi eslê xwe Rûsî lê ji Emerîqayê Vladimir Zworykin tupê ji tîrêjên katotê yê dibû sedem dîmen li ser ekranê bê xuyakirin pêş xist. T. Farnsworth îcata xwe ya dîmen diseridand hilberand. T. Farnsworth ji bo televizyon ji sîstemeke mekanîk derbasî sîstemeke elektronîk bibe bi Zwortkin tev geriya. Di vî warî de T. Farnsworth jî roleke mezin lîst. 

undefined
Di destpêkê de televizyon tenê wekî dîmen reş û spî bû lê belê ekrana wê piştre bi tebeqeya fosforê hat dorpêçkirin loma dîmen rengîn bû. Di televizyonên ji tîrêjên katotê ku wekî televizyonên tup jî tên binavkirin de gurzên elektronan ên ji katottan derdikevin ji aliyê elektromiknatisan ve beriyê wê bi ekrana bi fosforê hatiye dorpêçkirin ve vedibe

Gotineke têkildarî televizyonê ya dîrokî


Dîrokek dûdirêj û balkêş a gavên pêşketina afirandina televizyonê hene. Bi şoreşa teknolojiyê re televizyonê jî gaveke jidiyayî avêt. Pêşketinên di beşên din ên teknolojiyê de bandor li ser pêşketina televizyonê jî kirine. Hinek gotinên di dîrokê ji bo televizyonê hatine gotin jî hene. Wekî mînak Serokê şîrketa filîman a bi navê Twentieth Century Fox, Daryik F. Zanuck di sala 1944'an de wiha dibêje:"Ew ê televizyon herî kêm di nava 6 mehan de ji piyasayê rabe. Mirovê her roj li ber qutuyekê bisekinin û çi bikin? Ew ê gelekî aciz bibin. " Lê belê ev gotin rast derneket. Bi milyonan kesî li televizyonê temaşe kirin û hîn jî temaşe dikin. Ya din jî televizyon li gor radyoyê teknolojiyeke hîn biha ye. Tesîra televiyonê ya erênî yan jî neyînî ya li ser civakê jixwe mijareke din e.


Ekrana televizyonê bi tebeqeya fosforê hat dorpêçkirin


Di destpêkê de televizyon tenê wekî dîmen reş û spî bû lê belê ekrana wê piştre bi tebeqeya fosforê hat dorpêçkirin loma dîmen rengîn bû. Di televizyonên ji tîrêjên katotê ku wekî televizyonên tup jî tên binavkirin de gurzên elektronan ên ji katottan derdikevin ji aliyê elektromiknatisan ve beriyê wê bi ekrana bi fosforê hatiye dorpêçkirin ve vedibe. Elektronên li tebeqeya fosfor dikevin ronahiyê belav dikin loma di ekranê de dîmen ava dibe. Dema em pir ji nêz ve li televizyonê binêrin wê demê em ê dîmenên bê wate bibînin lê dema em çend gavan bi dûr bikevin wê dîmen zelal bibe. Sedema vê jî ew e ku ekran ji kareyên biçûk ên bi navê pikselê pêk tê. Ev pîkselana rengê wan sor, kesk, şîn in û rengên navberê yên ji van rengan pêk tên, tên ronîkirin. Bi ronîkirina pîkselan wêneyên tên çêkirin li dû hevdu dilîzin û dîmenekî bi tevger pêk tê.


Bi pêşketina teknolojiyê televizyon pêş ket

Bi pêşketina teknolojiyê re televizyon bû xwediyê taybetmendiyên cuda. Di roja me ya îro de dewsa tupên bi tîrêjên katotê sîstemên elektronîk ên nû tên bikaranînin. Qalîteya televizyonê her roj derbas dibe baştir dibe. Dîmenên bi sê pîvanan êdî dikarin bên temaşekirin û dikare bi cîhazên mobîlê bê girêdan. Tê hêvîkirin ku di siberojê de çalakiyên televizyonê zêdetir bibin.  

undefined


Ji bo demekê îstasyonên televizyonê hatine girtin


Berê her çiqas bi armanca ceribandinê li welatên cuda weşan hatibin kirin jî weşana televizyona bi rêk û pêk û qalîteya wê ji yên din çêtir ji aliyê Şîrketa Weşanê ya Brîtanyayê (BBC) ve, di 136'an de hat destpêkirin. Ji ber şerê yekem ê cîhanê ji bo demekê îstasyonên televizyonê hatine girtin. Lê belê di serdema şer de jî teknîkên nû yên pêşketî televizyon bi hêztir kirin. Şer li her derê cîhanê bandoreke neyînî li civak, xwezayê û pêşketinê dike.

 

 Li Tirkiyeyê weşana yekem a televizyonê


Li Tirkiyeyê weşana nû ya televizyonê ji aliyê Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê (ÎTU) di 1952'yan de pêk hat. Di destpêkê de di nava zanîngehê de ev weşan dihat kirin lê piştre belav bû. Weşana zindî ya yekem jî dîsa ji aliyê ÎTU TV'yê li Stenbolê di 12'ê Mijdara 1961'ê de bi maça Tirkiye-Yekîtiya Sovyetan dest pê kir. Piştî zagona Saziya Televizyon û Radyoyê ya Tirkiyeyê (TRT) ket meriyetê ÎTU TV'yê di 1970'ê de dawî li weşana xwe anî û piştî salekê şûnde ragihînerî dewrî TRT'yê kir. Weşana TV'yê ya fermî jî di 1968'an de hatiye kirin. Wê demê weşan li ser yekqenalê bû û di nava hinek saetan de ev weşan dihatin kirin. Piştre bi pêşketina teknolojiyê qenalên taybet zêde bûn. Niha bi sedan qenal hene.


Roza Metîna