Avakirin û Pêşketina Radyoyê

Avakirin û Pêşketina Radyoyê

Teknolojî di warê pêşketinê de xwediyê herikbariyekê ye. Li her derê cîhanê di heman demê de xwediyê bandoreke bi hêz e. Radyo jî yek ji berhemeke pêşketî ya teknolojiyê ye. Ka em ji navê Radyoyê dest pê bikin. Gelo ev nav ji ku hatiye? Peyva Radyoyê ji du peyvan pêk tê. Wateya radyoyê ji du peyvên 'Radius (tirûskandin-işinlama) bi latînî, fone (deng) Yewnanî' hatiye. Cîhaza radyoyê yek ji berhemeke sedsala 20'emîn e. Dema em li dîrokê dinêrin wekî televizyonê gelek kes li ser radyoyê jî xebitîne. Ji bo têkiliya di navbera civakê de û ragihandinê de radyo xwedî cihekî girîng e. Berî radyo derkeve pêdivî ji pêlên ceyran, telgraf û telefonê û di heman demê de radyoyê hebûye. Gelek îcat ji bo radyo bê dîtin bûne bingeh. Em dikarin dîroka radyoyê wekî sê beşdan ji hevdu veqetînin. a)Beşa Îcatan a di navbera salên 1860–1920'î de. b)Serdema serketinê ya radyoyê ya di navbera salên 1920–1945'an c) Serdema piştî televizyonê ya radyoyê ya ji sala 1945'an heta niha.


Hinek mirovên zanistê yên navê xwe di dîrokê de nivîsîne


Gelek îcat hene ku siberoja mirovan ronî kiriye. Ew ber bi pêşveçûnê ve del daye. Dema em li telgrafê dinêrin bûye sedema bingeha gelek tiştên baş. Wekî her demê di dema derdora salên 1800'î de jî mirovên zanistê li ser elektromanyetizmayê xebitîne. Hinek mirovên zanistê di vî warî de navê xwe di dîrokê de dane nivîsandin. Ji vanan yek jê yê Îngiliz yê bi navê Cooke û Wheatson e. Hinek geşedan di sala 1937'an de qewimîne. Bi saya dewreyên metal herikbariya ceyranê ya dihat şandin di navberên ji hevdu dûr de wateya sînyal û deng didan. Bi navê vê pêşketinê Cooke û Wheatsone patenta yekem a telgrafê girtin. Gelek kesên hêja ku di vî warî de ked dane hene. Dîsa yek ji vana Maxwell (1831-1874) ê Îngilîzî ye. Wî jî denklemên matematîkî yên bingehîn ê di qada elektromanyetizmayê formulîze kiriye.


Îcat wekî zincîrê bi hevdu ve girêdayî ne

Me gotibû gelek îcat û pêşketin bûne sedem ku bingeha radyoyê ava bikin. Jixwe îcat wekî zincîrê bi hevdu ve girêdayî ne. Dema yek pêş bikeve yan jî bê keşifkirin a din piştre tê. Di sedsala 19'emîn de gelek dahêner (buluş) û gelek îcatên mîna ceyran, telefon, telgraf bûne sedema keşifkirina pêlên radyoyê. Ger yek tunebûya dîtina ya din ew ê zehmetir biba. Divê em îcat û pêşketina radyoyê bi hinek geşedanên din ve jî girê bidin. Dema em li wan salên îcatên mîna telefonê û hwd. pêş ketine dinêrin em dibînin wê demê di qadên sanayî, gihandin, agahiyên civakî, tipê de jî gelek îcat hatine kirin. Van îcatana di heman demê de jiyana mirovan hêsan kirine. Lê belê tu bêje nebêje wekî vê serdemê aliyên wê yê neyînî jî muheqeq çêbûne. Gelek agahiyên hûrgulî yên derbarê pêlên radyoyê de heneHer wiha hinek hûrguliyên di warê radyo, televizyon û telefonên bêrîkê de mejiyê mirovan diwestîne. Dema mirov lê guhdar dike ku çawa hatine çêkirin mirov dikeve heyreke mezin. Wekî mînak cîhazên wekî radyo, televizyon, telefona bêrîkê sinyalên li pêlên cuda didin hevdu vana werdigerînin deng û dîmenan. Mirov dema difikire dibêje gelo ev pêkan e. Lê belê pêkan e û di warê pêşketina mirovatiyê de jî gelekî bi qîmet in. Gelek agahiyên hûrgulî yên derbarê pêlên radyoyê de hene. 

undefined


Xebatên weşanên radyoyê yên ji bo ceribandinê tên destpêkirin


Hinek xebat dema ji temenê zarokatiyê de bê destpêkirin ev ji bo pêşketinê hîn baş e. Guglielmo Marconi ku ji malbata Îtalî ye hîn ji zarokatiya xwe li ser pêlên radyoyê xebitîye. Bi van pêlan ji odeya xwe li zîla qatê binê xwe dixe. Ji bo vêya gelekî mijûl dibe. Lê belê rayedarên Îtalî bi vê yekê re eleqedar nabin. Li ser vê yekê Marconî bi dayika xwe re radyoya xwe dibe Îngilistanê. Dema li welatekî ji bo pêşketina teknolojiyê bingeh hebe ew welat di warê aboriyê de jî pêş dikeve. Îro Îngilistan di warê aboriyê û gelek tiştên din pêş ketiye. Her wiha li Îngilistanê rayedarên artêşê û deryavanan eleqeyek baş nîşanî vê îcatê dan. Ji welatên cuda jî mirov ji bo dîtina vê îcatê hatin. Marconî dev ji xebatên xwe yên di vî warî de berneda. Di 1899'an de çû Emerîqayê. Di 25 saliya xwe de 'Şîrketa Telsizê ya Emerîqa Macronî' ava kir. Li vir ji bo keştiyên leşkerî û tîcarî dest bi îmalata cîhazên telsîzê dike. Macronî her çiqas li ser radyoyê xebitî be jî ev yek kêm maye. Wî nikaribû bi cîhaza ku çêkiribû deng bi pêlên bi rêk û pêk bişanda. Me gotibû hinek xebat pêşiyê li ber hinek xebatên din vedike. Li ser vê bingehê di 1907'an de Lee de Forest ê Fransizî tipê valahiyê (vacuum tube), îcat dike û bi vê yekê dibe sedem dengê radyoyê hîn bi qalîte û bêyî ku bibire belav bibe. Piştî vê xebatên li gelek welatan weşanên radyoyê yên ji bo ceribandinê tên destpêkirin. Di dîrokê de navên Branly, Righi, Barden, Shocley, Fleming, Fessender, Popoff, Edison û Tesladerbas dibin ku di qada radyoyê de bûne xwediyê fêdeyekê.


Hat ispatkirin telgraf ji bo navberên dûra jî dikare bê bikaranîn

Me gotibû gelek navên girîng hene ku mohra xwe li bin keşfên nû xistine û di dîrokê de navên xwe dane nivîsandin. Jixwe keşfên nû yên cuda hevdu xwedî dikin. Wekî radyo, telefon û televizyonê. Yek ji mûcîtê ku navê xwe di dîrokê de daye nivîsandin Samuel Morse yê Emerîqayî ye. Samuel alfabeya ji xal û xêzan pêk tê ava kir. Ev alfabeya jî bi navê wî tê bibîranîn. Cîhaza li gor vêya jî amade kiriye. Bi Cooke û Wheatstone re di heman sala 1937'an de patenta cîhaza morsê tescîl kir. Morse di 1844'an de ji Washingtonê telgrafa yekem a ji çar peyvan pêk dihat ji alîkarê xwe yê li Marylandê re şand. Bi vê yekê re jî ispat kir ku telgraf ji bo navberên dûra jî dikare bê bikaranîn. Di alfabeya Morsê de tîp bi tikkirina kilîta cîhazê ya kin an jî dirêj tê kodkirin. Bi qabloyên bi kîlometreyan hatine rêzkirin digihêje navenda kiryar. Li virjî operator li sinyalan guhdar dikin û vediguherînin nivîsê. Telgraf avantaja yekem bû li gelek cihan belav bû. Li gelek welatî li ser dîrekên di navbera bajaran de têlên telgrafê hatin bicihkirin. Ev bi vêya jî nema jixwe. Li binê deryaya mezin jî xeta telgrafê hat kişandin û bi vê yekê jî girêdana bi Ewropayê bi Emerîqayê re çêbû. 

undefined
Di 1906'an de Reginald Fessenden ê Kanadayî di şeva Noelê de cara yekem weşana xwe ya radyoyê ya mijara ji mesafeya dûr pêk anî. Li konserekê weşana zindî hatiye kirin. Di wê demê de operatorên telsizê yên di keştiyên deryaya mezin de jî dema li sinyalên telsizan guhdar kirine bi hatina deng şaş mane

Pêlên radyoyê


Em dîsa vegerin ser radyoyê û pêlên wê. Dema em lê dinêrin em dibînin ku bi telgraf û telefonê tenê bi saya qabloyan neqilkirina veriyan dikaribû bihata kirin. Fîzîknasê Îngilizî James Maxwell di 1865'an de hebûna pêlên elektromanyetîk bi navê xwe yê dinê pêlên radyoyê keşif kiribû. Bi saya van pêlan deng ji hewayê dikaribû bi lezgîniya nêzî lezgîniya tîrêjê yanî di çirkekê de 300 hezar kilometre di navberên ji hev dûr de bihata şandin. Mirovê zanistê yê Elmanî Hertz jî vê teza James Maxwell pêş xizt û ceribandinan ispat kir. Hertz navê xwe da yekîneya pîvanê ya pêlên elektromanyetik. Ev pêlana îro pir kêrî mirovatiyê tê. Ji bo weşanên radyo televizyonê, telefona bêrîkê, qumandayên televizyonê tên bikaranînin.


Radyo di warê profesyoneltiyê de pêş ket


Di 1906'an de Reginald Fessenden ê Kanadayî di şeva Noelê de cara yekem weşana xwe ya radyoyê ya mijara ji mesafeya dûr pêk anî. Li konserekê weşana zindî hatiye kirin. Di wê demê de operatorên telsizê yên di keştiyên deryaya mezin de jî dema li sinyalên telsizan guhdar kirine bi hatina deng şaş mane. Li Emerîqayê di 1912'an de bi zagoneke hat derxistin destûra weşana deng hat dayin. Lê belê di heman demê de radyo bû yek ji alava şer a artêşê. Ji bo propagandayê û moral hat bikaranînin. Dema şer qediya radyo bêtir belav bû. Bi vê yekê grêdayî di warê profesoneltiyê de jî pêş ket. Her wiha di 1920'î de îstasyona radyoyê ya yekem a aîdî sektora taybet a Emerîqayê hat avakirin. Di nava du salan de hejmara îstasyona radyoyê 200 derbas kir. Ji vê serdemê de radyo wekî alava bandorker a li ser mirovan hatiye bikaranînin. Di navbera salên 1920/1930'î de ji xeynî çend welatên li Asya û Efrîqayê weşana radyoyê li gelek welatî hat destpêkirin. Li Îngilistan, Fransa, Yekîtiya Sovyetan di 1922'yan de li Elmanyayê 1923, li Tirkiyeyê di 1927'an de weşanên bi rêk û pêk dest pê kir. Lê belê di warê qelîteya weşanê de her ku çû baştir bû.


Pêşketin û belavbûna radyoyê


Welatê yekem ê ku weşana radyoyê herî zêde lê pêş ket Emerîqa bû. Heta bû sala 1927'an li Emerîqayê 700 îstasyonên radyoyê her wiha 7 milyon kiryarên radyoyê hebû. Di navbera salên 1927/1945'an de salên di warê pêşketina radyoyê de salên baş bûn. Frekansên mesafeya dûr di van salan de di nava welatan de hatin belavkirin. Bi banda FM'ê di sala 1935'an de weşaneke bê parazît a bi qelîta hat kirin. Bi vê yekê jî nema. Di sala 1948'an de dewsa tupên radyoyê transistor hatin hilberandin. Bi vê sayê radyoyên hîn biçûk û radyoyên enerjiyê bêtir hindik xerc dikin hatin çêkirin. Wekî her cîhazan radyo jî di nava salan de bêtir belav bûye û bandoreke mezin li ser mirovan daye afirandin.


Roza Metîna