Bi germbûna niviskarên perwer,dixwazim li ser te binivîsim, evîna te neqşeya birîna giran e, di jiyanê de di ziqaqên wateyan de derbas dibe,niviştê gotinên bi bandor xelatî te dikim,seyrana herî demdirêj bilêv dikim,dema ez li ser jinekê,ji min re dibû ew navenda berz dinivîsim,li dûr wê hemî xewinên min ên destpêkê û dawî dizvirîn,jina welêt, bîr û nirxên sirûştî .
Ew legena lihevhatiye,têde nakokî bi aramî dijîn,hemû êşên jiyanê û hêviyên wê dirazin,û bi dawiyê,emê bi mirinekî werin xelatkirin,bê ku ji vîn û mezinahiya me şerm bike.
Ew viyana ku me pê rikberiyê hember wêranbûnê kiribû,bi hemî şêwe û pêveçûnên wê.
Ji binî nawestim,dema behsa evîna xwe dikim , giyana ku min bi her bêvilbilindiyê hembêz kiribû ,min xistibû buhiştên nalîn û hêviyê, dev ji min bernedabû, ji ber ku dinav de her nepeniyên zaroktî û kenên navnîşanên çirûskî diyar dibûn.
Nivîs jî derbirîneke ji pirsên me yên avis re , dikeve bîrê me û di me de digere , bi nermî me nîgar dike , ji bo me li ser tabloya xewindar û lihevhatî de bineqşîne , dema dixemile bi rengên gulên nû vebûyî .
Ew peyv ji bêdengiyê hez dike, di gavekê de ,hezarên peyvan ji zikê xwe derdixîne,wan ji zîndanên kûr û tozgirtî rizgar dike, û evîn wê bi şewqê rehniya xwe ji nû ve dixemilîne,zendê xwe ji xewinên min re vedike, dema bedewbûnê dimeyzîne bi çavekî xewî ,û di vê gavê de ez bi her çaxekî hestbûyî mijûl dibim, ji sertbûna tal û gêj dilsar dibim, madtirşiya dêmê bi kenekî girs pêşwaz dikim, û di talîzoka mezin de pêxwas digerim , mîna xewindarekî dimeşim,bêhêviyê diçirînim, û di bîrêkirnê de her kovanekî bêhiş li ser kevirekî digurînim,bîrêkirina xwe ji te re hildigrim,ta dawiya jiyan û cîhanê.
Ez derbasbûyî me mîna sihan, tenaziya xwe ji sêwir û nîgaşê re diyar dikim, û ji dawiya xwe re hestekî durist ava dikim, ji ber ku ez rastî dijîtiya leylanê dibim,gava evîna pîroz dinirxînim.
Ew leylan mîna mirinê ye, tiştekî berçav e,goştekî xav e , li benda dîtina êgir e.
Ji te re dinivîsim ,hewesdarê evînê me , henaseyên me lêvekar in ku bi heman şêweyê bi bedewbûnê re bizewicin ,ji ber em doza xelasiyê dikin,di riwê demê de, û tîpê xwe di cîgeha giyanê de dineqişînin.
Xwe di leylana te de vedişêrim,dibim tîrêjekî gêj, bi avên helwestên nermûk têm şuştin,û de her kêliyê de ez xwe bi buxçeyên tenikbûnê digerînim,ziman dikim e z emûnê,ji bo ku bibînim heta kîjan radeyê dikare henaseyan têbighe.
Cîhaneke ji stranan xwe di min de binyad dike, di ziqaqê wateyan de parsê dike, xwe bi aramiyê jî dipêçe, bi rehjenên me re dibe yek,ta bigihe dawiya rê,ta bi bê re bibe dostekî durist.
Dema reben bi te re paşguh dikim,bi kenên te yên sibehî ve hespên peyvên xwe yên bê bask difirînim, bi her şînbûnê ve,ez di buhiştên sîngê te de xwe dişom,ta ku ez mîna jîndarekî rehnîkirî derkevim,rengên xwe dirêjî qadên ezmên dike.
Mîna bahilkêşanekî ji binefşê,û henaseberdanekî ji çemên çiyayan,temenê nîgar dikim .
Dinivîsim,taku ez hêjayî ramanbûnê bim, hember bejinê çiyayekî bilind dixwazim rengê zaroktiya te li ber newal û kendalan de bibînim,berve min ve ew bayê tenik tê,xwe bi eyazê ve girêdidim,astên rehjenê gav bi gav jiyan dikim,xemên bilûrê diparêzim,bizqa winda ji devê talanbûnê dûr dixînim,û ez wî radestî aramiya bi guman dikim,bi awayekî cuda hêrsa nivîsê jêdibim,sirûda avê ji buharê re dibêjim, şîn e ew pêl dema di hundirê min de tê sotandin .
Gêj dimeşe,gavê te yî westiyayî, li ser her deştekî sexte ji deştên welatê min e dagirtî birîn .
Ev cîhan bi êşê dagirtiye, dema ji boriyên hêsiran mîna deqên avî derbas dibe , xema afsanî ji xwe re dibe.