Mafê paristina rewa

Mafê paristina rewa

Mafê paristina rewa ew mafekî pîroze û hemû sîstemên zagonî berevaniya rewa wek mafekî xwezayî nas dike bo paristina mirov û mafê jiyana wî , jibo wilo karanîna hêzê karekî rewa ye di hemû ayînên asîmanî , zagonên navnetewî û zagonên netewî de .


Xwedê di qurana pîroz de gotiye :

kê dest dirêjî we kir hûn jî dest dirêjî wan bikin wek wan dest dirêjî we kir û ji xwedê bitirsin û xwedê ji xwedêtirsan hez dike .ayeta 194 ji sûret elbeqera .


Di sehîh muslim de hatiye : ku zilamek gotiye : ey pêxemberê xweda heger te dît yek hate min dixwaze malê min ji min bistîne ez çi bikim ? Pêxember got : nede wî , zilam got : heger şerê min kir ? Pêxember got : şerê wî bike , zilam got: heger ez kuştim ? Pêxember got : tu pakrewanî ye , zilam got : heger min ew kuşt ? Got : ew di agir de ye . 


Têkoşîn di ola islamê de dibe erkekî pêwîst ser her jin û mêrê misilman dema dest dirêjî li ser erdeke ji welatê misilmanan bibe .

Di zagonên ceza yên netewî de mafê parastina rewa ne wek sûcekî tê nasîn lê belê wek mafekî rewa tê dîtin heger yek yekî din bikuje bo xwe biparêze ji kuştinê .


Di mada 51ê ji hevpeymana netewên yekbûyî de wilo dibêje :

nîne di vê hevpeymanê de, qels an kêm bike mafê xwezayî yê kîşweran , fer an kom berevaniya xwe bikin heger hêzeke çekdarî dest dirêjî ser endamekî desteya netewên yekbûyî bike , û çi tedbîran leşkerî bo xwe biparêze bistîne mafekî rewa ye .


Di mada yekê de di herdû hevpeymanên navdewletî de yên mafên mirovan sala 1966ê , yekem :

hevpeymana navdewletî ya mafên civakî , abûrî û çandî , duwem : hevpeymana navdewletî ya mafên sîyasî û şarwerî de wilo dibêje : bo hemû gelan heye bo mafê carenûsa xwe biryar bide .


Kongra pêşxistina zagona navdewletî ya mirovahî erê kir herdû pirotokolên cinêvê yên sala 1976ê û rewşeke zagonî bo cengên rizgarkirinê weke cengên navdewletî pejirand û di hevoka çarê de ji mada yekê wilo dibêjetên:

tên pejirandin wek cengên navdewletî ew şer û pevçûnên çekdarî yên pê radibin gelên bindest dijî desthilatdariya koledarî û dagîrkirina biyanî û dijî rijîmên mijadperest dema mafê carenûsa xwe bikar bînin .

Turkiya bi artêşa xwe ya sitemkarî hovane û bi hêzên bejayî û asîmanî gelek herêm û navçeyên ji bakurê sûrya û ji rojavayê kurdistanê dagîr kiriye

Desteya netewên yekbûyî çend biryar girtin di derbarê bikaranîna gelên bindest mafê carenûsa xwe bikar bînin dijî dagîrkeran mîna biryara hejmar 1514 sala 1960 ya hevcivata giştî derxistiye ku mafê gelên bindest heye şerê çekdarî wek mafekî rewa bikar bînin .


Turkiya bi artêşa xwe ya sitemkarî hovane û bi hêzên bejayî û asîmanî gelek herêm û navçeyên ji bakurê sûrya û ji rojavayê kurdistanê dagîr kiriye û hemû ol û mebestên desteya netewên yekbûyî binpêkir û gelek sûcên dijî mirovahiyê pêkanî û siyaseta guhertina demografî li efrîn , girê sipî û serêkaniyê bê navber pêktîne bi hemû şêwazan : kuştin , eşkence , bizdandin , gef lexwarin , revandin û deste serkirin li mal û arzûmendên kurdan tako wan bi zor zorinde penaper bikin û turkmen û ereban şûna wan bi cih bikin û ji hêleke din ve hewl dide hêzên sûrya ya demokratîk wek hêzên terorîst bide diyar kirin .


Pêwîste civaka navnetewî û bi taybet kîşwerên encûmena ewlehî ya netewên yekbûyî hêzên sûrya ya demokratîk weke hêzeke çekdarî şoreşgerî têkoşer ku mafê xwe yê parastina rewa bi kartîne bo rizgarkirina navçeyên dagîrkiriye ji hêla artêşa turkiyê ve û hemû sûcên wê wek sûcên dijî mirovahiyê were dîtin û kîşwera turkiyê li dadgeha ceza ya navnetewî were darizandin .


Gelo rojek heye em biryarek wilo bibînin ?