Zanist Çi ye?

Zanist Çi ye?

Di zanistê de mirov bi rêya ceribandin û çavdêriyê lêkolîneke sîstematîk dike. Ev lêkolîn dikare li ser perçeyên atomê yên herî biçûk û li ser komên galaksiyên mezin û gelek tiştên din bê kirin. Li ser perçeyên li gerdûnê û jê wêdetir û hinbûna zagonên bingehîn de bi salan e ji zanistê sûd tê wergirtin. Di zanistê de her wiha mijara komkirina daneyan, nirxandin û pêşbînî jî derdikevin pêş. Li cîhana xwezayî çi diqede, çawa bi rê ve diçe divê mirov hîn bibe. Zanist rêya hînbûna vî tiştîye jî. Zanist tenê kom nake di heman demê de ravekirinê û famkirinê jî esas digire.


Zanist wekheviyê esas digire


Di heman demê de bûyer û diyarokan (olgu) jî zanist hewil dide rave bike. Ji aliyekî jî bi çavdêrî, ceribandin, jimartin, pîvandin û hwd. ji aliyekî din ve jî çalakiyeke zihnî (têgeh, hîpotez, encamên induktif, deduktif) e. Zanist teoriyan jî pêş dixe. Bi salan e mirov zanistê ji bo bigihêje rastiyekê bi kar tînin. Ev yek jî ji berjewendiyên şexsî dûr li ser esasên wekheviyê tê kirin. Îstikrar jî di zanistê de girîng e. Di zanistê de rihê hevpariyê û meraq du mijarên girîng in. Di kîja qadê de be bila bibe heta rihê hevpar dernekeve pêş di wir de dê kêmasî hebe. Meraq jî mirovan ber bi teşwîqkirinê ve dibe. Çavên mirovan vedike. Dema mirov hem meraq bike hem hîn bibe rihê hevpariyê jî pêş dikeve. 


Ji bo em biryarekê bidin, polîtîkayê bikin, problemên xwe çareser bikin zanist mîna ronahiya rojê ye. Mirov çiqasî pirs bike û têkeve dû lêgerîna pirsên xwe ewqas pêş dikeve
undefined


Zanist hêza xwe ji sêhr û têgehên bi vêya mîna nagire


Zanist tê wateya zanebûnê. Ji peyva "science" ya bi Îngilizî û ji scientia (zanayî) ya latînî yan jî ji scire (zanîn) tê. Kar û şuxla zanistê zanebûn e. Zanist agahiyê diafirîne. Vê yekê jî li ser esasên şexsî nake. Li gor tercîhên şexsî jî nake. Zanist xwe dispêre analîz, encamên tên pîvandin. Zanist hêza xwe ji sêhr û têgehên bi vêya mîna nagire. Diceribîne, çavderiyê dike û rastiyên xwezayê esas digire. Dibe ku ev yek zanistê cuda dike. Texmîn û pêşbîniya jî dikare bike. Di zanistê de wêrektî jî xaleke girîng e. Dema mirov ne werêk be nikare di tu qadê de jî xwe pêş bixe. Her wiha ew ê her dem kêm bimînin. Ya cihê mirov li ser rûyê cîhanê zexm dike lêpirsîn û wêrektî ye.


Ji bo zanistê ya girîng lêpirsîn e


Hemû kes di warê fikirandinê de azad in. Lê belê di zanistê de fikir û daxuyaniyên tên dayin gelo dikare bê testkirin an na. Ji bo zanistê ya girîng lêpirsîn e. Mantixa daxuyaniyan girîng e. Zaninst a di warê pêşxistina daxuyaniyan û feraseta li ser cîhana xwezayî ve şuxleke entelektuel e. Li ser palpiştan û palpiştên nû zanist xwe heyî dike. Agahî her dikarin bên guhertin. Loma zanist ne dogmatîk e. Zanist bi pirsên dike, bi rêya nîşanî civakê dide wekî alaveke xurt e. Ji bo em biryarekê bidin, polîtîkayê bikin, problemên xwe çareser bikin zanist mîna ronahiya rojê ye. Mirov çiqasî pirs bike û têkeve dû lêgerîna pirsên xwe ewqas pêş dikeve. Di zanistê de jî pirs girîng in. Zanist her dem diguhere. Agahiyên zanistî yên berê di hinek pirtûkan de cih digirtin niha tu lê dinêre hatine guhertin. Ango rêya guhertinê her li ber zanistê ye. Di zanistê de nîqaşkirina metodên ji bo gihaştina agahî û rastiyan jî girîng e.


Zanist di bin bandora çanda populer de jî dimîne


Mixabin dema em li cîhanê dinêrin kapîtalîzm û bi vê yekê girêdayî çanda populer jî hewil dide bandoreke neyînî li ser zanistê bike û li gor xwe bi teşe bike. Pergala zanistê divê ne pergaleke bi guman be û du pêşniyarên di heman demê de hem erê hem rast û bi hev re dikevin nav nakokiyê napejirîne. Zanist tenê çavdêriya encaman nake di heman demê de bi têkiliyên di navbera encaman de jî eleqedar dibe. Objektîfbûnê û bêaliyê esas digire. Dema lêkolîn bê kirin divê em van esasan bigirin ber çavan. Li ser van esasan zanist pêş ket û bi vê yekê girêdayî teknolojî jî pêş ket. Zanista xwediyê hinek rêbazan, ji bo pêşketinê rê li gelek qadan vekiriye.


Roza Metîna