Dîroka Telefonê

Dîroka Telefonê

Bi îcata telefonê jiyana mirovan di warê danîna têkiliyê de hêsantir bû. Her wiha ji warê girtina agahiyê jî bû alaveke jêneger. Telefon di jiyana me de êdî bûye parçeyekî gelekî girîng. Loma dîroka îcatkirina telefonê jî bala mirov dikşîne. Kê telefon îcat kiriye? Di vê mijarê de fikrên cuda hene. Lê belê di sala 1876'an de patenta telefonê Graham Bell ê Îskoçyayî digire. Li gor hinek jêderkan jî tê gotin cara ewil di 1871'ê de Guiseppe Meucci yê Floransayî telefon îcat kiriye. Graham Bell ji bo deng wekî mekanîzk biafirîne li ser mekanîzmaya telgrafê dixebite bê hemdê xwe bi ser dikeve ku ji ser qabloyê deng ragihîne. Em dikarin bêjin diya telefonê telgraf e.


Telefon çawa dixebite


Ahîzeya telefonê pêlên deng vediguherîne sînyalên elektirîkê. Ev sînyala tevî pêla elektirîkê dibe û ji ser xeta telefonê diçe telefona din. Li vir sînyala orjînal ji pêlên elektirîkê vediqete û bi hêz dibe. Piştre diçe berguhkê û dîsa vediguhere deng.


Teknolojiya telefonê her ku çû pêş ket

Telefonên ahizeyî jî yek ji telefonên modelên berê ne. Her wiha telefonên hejmarên wê dihatin zîvirandin jî hebûn. Di serdema dengê bi telefonên bi kablo dihat ragihandin pêdivî ji santralan hebû û pêdivî ji kesên li van santralan dixebitîn hebûn. Teknolojiya di warê telefonê de her ku çû pêş ket. Ber bi sala 1960’î ve êdî telefonên bi tûş derketin piyasayê. Telefonên ankesorlu yên bi jetonê dixebitîn jî divê em ji bîr nekin. Dema Guglielmo Marcon radyo keşif kir ev bû sedem ku frekansên radyoyê bibe sedema dîtina telefona bi bêtêl (Telsiz). Piştî bi frekansên radyoyê ragihandina veriyê dest pê kir telefonên bêtêl li bêjayî û behrê karê ragihandinê pêk anî. Vê carê jî êdî dor hat ser telefona di bêrîkê de. Niha xala herî dawî ya teknolojiya telefonê telefonên bi aqil in. Niha bi vê telefonê ji jiyana kar, tendirustiyê bigire heta gelek tiştên din em dikarin têxin binê kontrola xwe. 

undefined
Graham Bell dema telefonê îcat dike xeta yekem dikişîne mala hezkiriya xwe. Dema li telefona Graham Bell dikeve ya lê digeriya her dem hezkiriya wî Allessandra Lolita Oswaldo bû. Bi demê re navê hezkiriya xwe kurt kir û got "Ale Lolos". Piştre dîsa kurt kir û her ku li telefona wî diket, digot "Alo"

Dem bi dem gavên pêşketina telefonê


Di 1973'yan de Martin Cooper ê di şîrketa Motorolayê de dixebitî telefona di bêrikê de îcat kir û bi vê yekê girêdayî bû sedema ragihandina bê qablo. Telefona yekem a bêrikê ya bi navê Motorola DynaTac bi dirêjahiyê 23 cm. bû. Kutleya wê jî 1 kîlo û 100 gram bû. Dema şarja vê telefonê tam tije dibû vê carê dikaribû 35 deqeyî bê bikaranîn. Ji bo telefon bê şarjkirin jî pêdivî ji 10 saetan hebû. Lê belê niha em lê dinêrin telefonên îro yên bêrîkan mezinahiya wê dikare bi qansî qerta qrediyê be jî û di nava deqeyan de tê şarjkirin û ev şarj dikare bi saetan bê xebitandin. Bi pêşketina teknolojiyê re gelek kar û peywir li telefonê hatin barkirin. Niha hevdîtina bi dîmen bi telefonê dikare bê kirin. Peyam, e-posta dikare bê şandin û mirov dikare li muzîkê guhdar bike. Mirov dikare bi saya telefonên niha internetê jî bi kar bîne. Her wiha mirov bi taybetmendiya GPS'ê dikare telefona xwe wekî nexşeyê jî bi kar bîne. Piştî 1G, 2G, 3G, 4G niha jî ji bo 5G'yê xebat tên kirin. Telefon her çiqas ji bo gelek karî baş be jî lê belê radyasyona wê jî zirarê dide.

undefined


Di 1962'yan de uyduya têkiliyê ya bi navê Telstarê dest pê kir


Di serê salên 1900'î de telefonên bi jeton ên yekem hatin çêkirin. Di 1927'an de xizmeta transatlantik a yekem a ji New Yorkê derbasî Londrayê hat kirin, ket faaliyetê. Sînyal bi pêlên radyoyê hat ragihandin. Servîsa tîcarî ya telefonên bêrîkan a yekem di 1946'an de dest bi faaliyetê kir. Di 1962'yan de uyduya têkiliyê ya navneteweyî ya bi navê Telstarê dest pê kir. Çîroka telefonê di 1876'an de bi qabloyên elektirîkê dest pê kir.


Dema telefon tê vekirin çima gotina "Alo" tê bikaranîn?


Dema em telefonî yên li hember xwe dikin em û yên li hember me di destpêkê de gotina "Alo" bi kar tîne. "Alo" kurtasiya navê hezkiriya Graham Bell a bi navê Allessandra Lolita Oswaldo ye. Graham Bell dema telefonê îcat dike xeta yekem dikişîne mala hezkiriya xwe. Dema li telefona Graham Bell dikeve ya lê digeriya her dem hezkiriya wî Allessandra Lolita Oswaldo bû. Bi demê re navê hezkiriya xwe kurt kir û got "Ale Lolos". Piştre dîsa kurt kir û her ku li telefona wî diket, digot "Alo". 


Roza Metîna