Weşandina gotaran
Ji bo nivîsandina gotarekê û weşandina wê di malperê de, tikaye van pêngavên han bişopîne:
Xwe di BÊSÎNOR de tomar bike di rêya îmêl xwe de û wê gotina nehênî ya ku ji te re hatiye şandin dema ku te hesabê xwe di BÊSÎNOR vekir.
Eger tu hîn ne endam be di malperê de, hesabekî nû veke, û piştre wê nameya elêktironî ya wê ji te re yekser bê şandin bixwîne.
Bernameya rûpelkirinê "Google Chrome" bikarbîne, Yan bernameyeke dîtir ku tu dibîne guncaw e:
- Bernameya weşanker veke
- Dukmeya diyarkirina bijardinan tik bike (#1 li ser wêneya li jêr).
- Beşê gotaran veke (#2).
- Gotareke nû saz bike (#3).
- Piştre bi xweber tê bê veguhestin cihê gotara nû, ji bo tu dest bi karê dîzayna laşê gotarê bike û wê binivîsîne li gorî nîşanên ku di wêneya jêr de hatine destnîşan kirin
Destnîşankirina Zimanê gotarê û beşên weşandina wê di malperê de:
- Ziman yek ji giringtirîn xalên gotarê ye, û tu dikare wî destnîşan bike di beşê wî yê taybet de (#4)
- Destnîşankirina beşê guncaw bo weşandin gotara xwe ji nav beşên malperê ve: wek nimûne eger gotara te bi şêweyekî rexneyî be, girêdayî be bi rewşa abûrî ya herêma te be, tu dikarî yekî ji van beşan hilbijêre: rexna avaker, û kîjan beşê abûrî yê girêdayî be pê, wek nimûne: bêşê çandiniyê
- Tu dikarî helbijêre bi tikkirina beşê (#5), û herwiha tu dikare jêbirbike (#6) û ew jî bi tekkirinê
Wêneya li jêr van pêngavên han diyar dike:
- Nivîsandina navnîşana gotarê (#7)
- Lêzêdekirina wêneya sereke ya gotarê (#8) û wê ev wêne bê xwiyakirin li ser malperê di zincîra gotaran de û hatina wê di beşeyên malperê de û herwiha dema gotar bê rûpelkirin bi tewawî
Pêwîste hevokeke derbirrînî bê nivîsandin li ser babeta gotarê di bêşê (#9), ev hevok nabe beşek ji gotarê ve dem gotar bê rûpelkirin, lê tê xwiyakirin di zincîra hatina gotarê de di beşên malperê de û di bi wêneya serke ya gotarê de, û herwiha bi roleke giring radibe dema karê bazarkirna gotarê di toreyên civakî de.
- Hevokek an du hevokên balkêşin naveroka gotarê diyar dikin
- Pêwîst nake ku ev hevok ji laşê gotarê bin
- Pêwîst nake ku ev hevok ji laşê gotarê bin
Wêneya li jêr karê avakirina laşê gotarê diyar dike:
Tu dikarî gotara xwe dabeş bike bo lêzêdekirina beşên alîkar di navbeyna deqan de ji bo asankirina xwendina wê, BÊSÎNOR di halêhazir de piştevaniya van beşan dike:
- Birgeheke ji deq (#11)
- Yek wêne (#10)
- Beşek ji gotarê (#12)
Û herwiha nêzîk em ê hin beşên dîtir lêzêdebikin, wek:
- Birgeheke vîdyo ji Yotyobê
- Tiwîtekê
- Deqeke bermicandî (code)
- Girêdana hindek gotarên destnîşankirî yên weşandî di BÊSÎNOR de bi gotara te ve
Û em kêfxweşin bi nerîn û pêşniyarên we ji bo lêzêdekirina hin beşên din ku dîzayna gotarê asan bike.
Wêneya li jêr çawaniya ku tu lêzêdekirina birgehekê li gotara xwe bike diyar dike:
- Dukmeya lêzêdekirina birgehekê tik bike, wek ku li jor hatiye (#11)
- Tu dikarî kontirolkirinê bi aliyê deq bike, bi bikaranîna amraza nişankirî di wêneyê de (#13)
- Tu dikarî hindek bend li birrgeha xwe zêde bike bi bikaranîna amrazên alîkar ên dîtir (#14)
- Tu dikarî birgehê jêbir bike bi bikaranîna dukmeya jêbirkinê (#15)
Tu dikarî çend hejmaran ji beşan zêd bike ji bo tu gotara xwe saz bike, û herwiha tu dikarî gotara xwe li ser rûpela BÊSÎNOR ya taybet bibîne, û dîzaynkirina wê bi şêweyekî guncaw.
Wêneya li jêr emeliyatên berdestan diyar dike, bi vî şêweyî:
- Dîtina gotarê li ser rûpela BÊSÎNOR (#16)
- Texzînkirina gotarê bi xweber dibe, lê em dikarin bi destan jî texzîn bikin dema pêwîstbûn hebe (#17)
- Jêbirkirina gotarê (#18) û hîç em nema karin gotarê vegerînin
- Weşandina gotarê (#19) û gotara te wê bê nirixandin li gorî rêkeftina bikaranînê ya BÊSÎNOR, û gotar ticarî nayê guhertin ne di wexta nirixandinê de û ne jî piştî weşandinê
Tikaye, çi nerîn an pêşniyarên te hebin tu dikarî ji birêveberiya malperê re bişîne bo çi lêzêdekirinên nû, û em ê van nerînan berçav bigrin û eger pêwîstiya wan hebe wê bêne cîbicîkirin di zûrtrîn dem de.