Piştevaniya Weşankera

BÊSÎNOR malpereke aktîve, derfetê dide nivîskaran û kesên şareza bo zanîn û zanistê belav bikin, û herwiha karîna piştevaniya darayî yekser peyda dike ji wan re ji aliyê cemawerê.


BÊSÎNOR di riya diyarîkirina" pesindanên jimarî" de, yên dibe ku bên kirrîn yekser ji rûpela gotarê ji beşê ku hatiye destnîşankirin li ser wêneya jêr (#1).


Mêjerên pera di navbera (1- 10) yoroyan de ye, û di BÊSÎNOR de tên wergirtin, û piştre tên şandin bo weşanker li gorî rêkeftina bikaranînê.


BÊSÎNOR ti agahiyan di derbarê karta bankî ya xwendevanan texzîn nake, tenê xwendevan bi karê peredanê radibin li ser rûpela yek ji bihêztirîn kompanyên bankî ya Emerîkî, û ev bank bi şêweyekî otomatîkî bersiva BÊSÎNOR dide bigihiştina mêjera peran.

undefined

Dema şopandina nivîskar ji rûpela kirrîna pesindanan piştî destnîşankirina wê li ser rûpela gotarê, daxwazeke veguheztina hindirî (#9) di sîstema BÊSÎNOR de tê sazkirin ji bo karê veguhestinê ji destpêkê heta dawiyê diyar bike, ev tişt ji bo zelalîbûn di danûsitendinên darayî de di pileyeke pir bilinde bê misogerkirin bi weşankeran re.


Tu dikarî mêjera pera ya halêhazir di hesabê xwe de bibîne li ser rûpela sereke di bernameya weşanker de (#4).

undefined

Tu dikarî daxwazên veguhestinê bişopîne di bernameya weşanker de (#3) bi şêweyekî yekser


  • Daxwazên peredanê yên nû, ewên ku hîn ne gihiştine rûpela peredanê (#5).
  • Daxwazên ku gihiştine rûpela peredanê, lê hîn ne hatiye tekezkirin ji veguhistina mêjera peran (#6).
  • Daxwazên ên ku hatine tekezkirin li ser wan halêhazir ji aliyê kompanya bankê (#8).
  • Daxwazên ên ku hatine tekezkirin ji wan bi şêweyekî destkarî di birêveberiya malperê de û hatine veguhestin bo hesabê nivîskar di BÊSÎNOR de (#7).

undefined


Yê weşanker daxwaza veguhestinê bi mêjera destnîşankirî (100 an bêhtir) çêdike, û rêka veguhestinê destnîşandike, birêveberiya malperê radibe vê mêjerê dişîne li gorî rêkeftina bikaranînê, piştî qutkirina rêjeya malperê û baceyên xwecehî.


Veguhestina mêjerên pera yên ketine serhev di hesabê weşanker de, tê kirin di riya veguhestinên bankî yên yekser.


Rêkeftin dibe bi weşanker re bi şêweyekî tekane eger nikaribe mêjera pera werbigire bi rêkên ku hene li ber destan.


BÊSÎNOR wê karîna dana nirxê pesidanên jimarî bi amrazên dîtir zêdebike di pêşerojeke nêzîk de, nimûne: pereyên reqemî wek bîtkwîn û îsîryom.