Çîroka «Mamê çîrokfiroş» ya nivîskarê kurd Reza Şiwan tabloyeke hunerî ye pir bûyer, hêvî, raman, xeyalan li xwe digre, û bi şêweyekî bedew hatiye hûnandin û bi zimanekî xweş û şêrîn hatiye pêşkêşkirin dikare bi asanî kêf û xweşiya têxe dilê zarokan, lewra min xwest ez vê çîrokê ji zarava Kurdî ya Soranî veguhêzim ya kurmancî ez bi hêvî me hûn bi xwendina vê çîrokê bextewer bibin. ...
Dema bawerî, bîr, hiş, xeyal û xewnên zarokan bi zimanê dayikê be wê demê ev bandoreke baş li ser wêjeya zarokan jî dike. Dema pirtûkên kurdî ji zarokan bê xwendin, lîstik û stranên wan jî bi kurdî be wê demê ev rê li ber pêşketina wêjeya zarokan vedike. Zarok hîn di zikê diya xwe de be divê çîrokên kurdî ji wan re bên xwendin û dayik li stranên kurdî guhdar bikin ...
Dema em li dîroka gelê kurd dinêrin em dibînin ku çîrokên heta hezar sal berê hene ku bi saya çand û wêjeya devkî ya dengbêjiyê gihaştiye heta roja me ya îro. Bi çîrokên gihaştiye heta roja îro çand, huner, erdnîgarî, ziman, wêje û hwd. pê hatiye parastin. Û gelek çîrok jî mîna çîroka Zezê û Kafkas bûye sedem ku nêrîneke kûr li dû xwe bihêle ...
Helbestên zarokan wek beșek ji wêjeya zarokan ew axaftin û gotinên şêrîn û nayabin ên xweşî û şadiyê dixin dilê zarokan, û li ser çend regezan tên avakirin wek soz, bîr, xeyal, wata, hemû pev re û li gel kêş û serwa dikarin tabloyeke ciwan ava bikin û bandorekê li ser kesayetiya zarok bikin û jiyana wî biguherin bi ber qonaxeke baştir û xweştir ve. ...
Birastî, nivîsandina wêjeya zarokan bi herdû cureyên xwe çi helbest û çi jî pexșan be berpirsiyarîtiyeke mezine, pêwîste ku nivîskar piștî xwendin û lêkolîneke dirêj û kwîr nêzîkî bibê û di derbarê wê de binivîsîne, û divê karibe hemû pêdviyên zarokan bi cî bike di nivîsandina xwe de û di heman demê de divê berhem wî guncaw be ji temenê zarok yê mejîkî û katî re. ...