Çar helbest ji baxçê zarokan

undefined


Bihar


Jiyan xweşbû bihar hat

Xêr û xweşî bo gel hat.

  ***

Dengê bilbil pir xweş e

Xemla dara pir geş e.

            ***

Pepûle kêf da dila

Bû mêvana sorgula.

***

Deşt û zozan surişt e

KURDISTAN xweş bihişte.



undefined


Kompiyûter


pêşkevin ka pêşkevin

mîna finda vêkevin.


Kar û bar bi cî bikin

Bi mejî wan geşbikin.


Kompiyûter hêviye

Mîna xelkê pêşkevin.


Zanîn mîna deryaye

Rabin îro bi dûkevin.

             

***

pêşkevin ka pêşkevin

Wek kulîlka bişkivin.


kompiyûter dermane

Hemû pirsa dizane.


Welat pê biserketin 

Mîna çira vêketin..


Zanîn hebûna meye

Xewna bapîrê meye


Kompiyûter zimane

Bo serdemê dermane.



undefined


Ez Heng im


Ez hengim perî reng im

Dosta gula qeşeng im


Şîley gulan dimêj im

Qisey şêrîn dibêj im.


Zor çalak û bêdeng im

Li nav baxça pêşeng im.


Dirust dikim hingiwîn

Ji naz gulên şengewîn.


Berhemê min bihaye 

Bi sûde ... pir hêja ye .


Pir bihêz û şiyane

Bo mirovan dermane


Ez hengim perî rengim

Êsik sûkim çeleng im.



undefined


Masiya biçûk


Ez masiyek biçûkim

Li nav derya ez bûkim.


Çiqwas xweşe avjenî

Dema ez dighêm banî.


Pêlên  avê li darin

Bi şev pêde şiyarin .


Li ortê ez dilîzim

Dengê binî dibhîzim.


Gewre masî lê hene

Li benda goştê mene.


Jora avê bi tirse

Teyr herdem lê bipirse.


Eger herdû nebûna

Wê derya wek bihiştbe.