Wêjeya zarokan

Wêjeya zarokan

Birastî, nivîsandina wêjeya zarokan bi herdû cureyên xwe çi helbest û çi jî pexșan be berpirsiyarîtiyeke mezine, pêwîste ku nivîskar piștî xwendin û lêkolîneke dirêj û kwîr nêzîkî bibê û di derbarê wê de binivîsîne, û divê karibe hemû pêdviyên zarokan bi cî bike di nivîsandina xwe de û di heman demê de divê berhem wî guncaw be ji temenê zarok yê mejîkî û katî re.


Wêje çiye?

Ew hunera ku bûyeran, hêviyan, ramanan, xeyalan, bi şêweyekî bedew di riya ziman de berz u diyar dike. mijarên wêjeyê bi giştî "mirov û jiyane", û mijar û mebestên wêjeya zarokan mîna yên mezinan ne, di hemû babetan de tê nivîsandin wek niştîmanî, welatperwerî, civakî, evînî, wesfî, derûnî û hestiyarî. Hwd. û herweha bi hemû cureyên wêjeyî tê nivîsandin, çîrok, helbest û sirûd, şanoya dibistanê, gotar, û kurteçîrok ... hwd.

Bi gelamperî, wêje bi herdû cureyên xwe helbest û pexșan ew axaftin û gotinên nayabin ên xweşî û şadiyê dixin dilê guhdar û xwêner, û li ser çend regezan tê avakirin wek soz, bîr, xeyal, wata, hemû pev re dikarin tabloyeke ciwan ava bikin û bandorekê li ser kesayetiya mirov û jiyana wî bughere bi ber qonaxeke baştir û xweştir ve.


Şêwe û naveroka wêjeya zarokan 

Wêjeya zarokan ew tabloya hunerî, bedew ya ku dikare girnijîneke nazik li ser rû û lêvên wan nîgar bike, û evîneke bê hempa peyda bike di dilê wan de ji bişkojên hêvî û omîdan, ew berhemên ku dikarin bi şêweyekî zelal û diyar jiyaneke nû ji zarok re ava bikin, ji wan re tên nivîsandin û ji wan re tên pêşkêşkirin ji aliyê mezinan ve, da ku ev zarok bibe kesayetiyeke erênî di civakê de, û rastiyên jiyanê yên rojane agahdar bibe. Lê, pêwîste ku ev berhem guncaw bin ji temenê zarok re û bîr û baweriyên wî binimîne, û herweha divê bibe alîkar di geşdana çanda zarokan de, û têrkirina pedviyên wan yên derûnî, civakî, hestiyarî û herweha zar û zimanî. Da ku ev zarok di jiyana xwe de bihêz û serkewtî be.


Ji aliyê ziman de wêjeya zarokan divê bi zimanekî sade, asan, petî û rewanbêj bê nivîsandin, zarok je fêm bike, û karibe pêre têkeve hindirê helbest, çîrok, șano...hwd, cî û kesayetiya xwe têde bibîne, û hestên șad û bextewerî û geșbîniyê li ba wan bihêz û geș bike.

Hêjaye gotinê,wêjeya zaroka berpirsiyarîtiyeke mezine, pêwîste ku nivîskar piștî xwendin û lêkolîneke dirêj û kwîr nêzîkî bibê û di derbarê wê de binivîsîne, û divê hemû pêdviyên wan bi cî bike di nivîsandina xwe de û di heman demê de divê guncaw be ji temenê zarok ê mejîkî û katî re, ji ber ku her qonaxeke zarok tê re derbas dibe pêdviyên wê yên taybet hene, lewra divê yê nivîskar wirya be, van tiştan li ber çavê bigre٫ karibe mafê her qonaxê bi șêweyekî zanistî bidê û herweha li gorî benemayên felsefî, ciwanîtî û rewiștî yên erênî ku civaka zarok li ser dije û hatiya avakirin binivîsîne.


Armancên wêjeya zarokan:

wêjeya zarokan babeteke pir giringe û roleke sereke dilîze di pêkhatin û avakirina kesayetiya zarok de ji hemû aliyan de: civakî, mejîkî, zimanî û derûnî, û wî avadike da ku di siberojê de bibe endamekî çalak û aktîv di civaka xwe de, û di heman demê de karibe wê ava û pêşde bixe, û ji ber ku mijara wêjeya zarokan pir giringe, em dikarin hin armancan bi kurtî destnîșan bikin, ewjî bi giștî evin: 

  • Têrkirina pêdiviyên zarokan ên derûnî wek hezkirin, fêrbûn, lîstik, dan û sitendin bi dorhêla xwe re bi șêweyekî aktîv û erênî.
  • Bihêzikirin û geșdana zimanê zarokan çi ji aliyê firehkirin an zengîn kirina ferhenga wan ya zar û zimanî û çi di aliyê xwendin, wêneyan û derbirînan de.
  • Aktîvkirina wan di hindirê civakê de, an geșdana aliyê civakî û hestiyarî li ba wan da ku di pașerojê de karibin kesayetiya xwe di hindirê civaka xwede bi cî bikin bi bawerî. û herweha di civakê de bilivin wek kesayetiyeke erênî ji ber ku ew bingeha pașaroja civakê ne.
  • Wêjeya zarokan wan fêrdike li ser sîstemeke rast di jiyanê de, û wan di derbarê rastiyên jiyanê yên rojane de agahdar dike.
  • Wêjeya zarokan dibe wek bizwênerekî hêza nîgașê ya afrîner di zarokan de hișyar dike û nerîna wan di derbarê jiyanê de fireh dike û wan pêş dixe.


lewra armanca serke ji wêjeya zarokan ewe ku em mirovekî avabikin, karibe di pașerojê de roleke çalak û avaker bilîze di civaka xwe de, û civaka xwe bihêz û pêş bixe, û çi civak eger wêjeya zarokan paşguh bike wê bimîne civakeke seqet, paşketî û bêguman wê nikari be xwe bighîne ast û pêlikên șaristaniyê li cîhanê.