Dîroka kompîturê

Dîroka kompîturê

Di jiyana me ya îro de kompîtur cihekî taybet digire. Yek ji îcatên herî girîng a roja me ya îro ye. Dema em lê dinêrin gelek kes û gelek cihên kar kompîturê bi kar tînin. Çimkî gelek kar li ser vê îcata girîng tê meşandin. Her wiha gelek hevdîtin bi vê yekê tên kirin. Loma her dem bala mirovan dikişîne gelo kê ev îcata gewre çêkiriye. Gelek hûrguliyên li ser dîroka kompîturê hene. Cara yekem kê çêkiriye? Derheqê vê yekê de gelek fikrên ne wekhev jî hene. Kompîtur ji roja nû hat îcatkirin heta roja me ya îro bi eleqeyek mezin rû bi rû maye.


Çêkirina kompîturê


Li gor çavkaniyan tê gotin kompîtura yekem ji aliyê Charles Babbage ve hatiye çêkirin. Lê belê hinek çavkanî jî dibêjin dîroka kompîturê bi abakusê dest pê dike. Abakus wekî makîneya hesab a hêsan a yekem tê pênasekirin. Abakus xwe dispêre Berî Zayinê sala hezarî û di destpêkê de ji aliyê Çîniyan ve hatiye bikaranîn. Hinek jî dibêjin dibe ku kompîtura wekî yekem tê qebûlkirin ji aliyê Charles Babbage ve hatiye çêkirin lê nexebitiye. Di 1854'an de George Boole mantixa xebatê ya karên veriyê ya kompîturê referans girtiye û sîstema hejmara cot ava kiriye. Dema em li hilberandinên yekem ên kompîturên roja xwe ya îro dinêrin em dikarin bêjin kompîturên dijîtal ên yekem di 1945'an de hatine çêkirin. Tê gotin kompîtura yekem wekî ya Electronic Numerator Integrator Analyzer and Computer (IENIAC) hatiye sêwirandin a dijîtal e. ENIAC wekî kompîtureke gelekî mezin bi qansî bejna mirovan jî derbas bike tê pênasekirin. Ji bo hesabkirina avêtina gogan kompîtura ENIAC'ê dihat bikaranînin. Tê zanîn kompîtura yekem a ENIAC bi qansî 30 tonî hatiye çêkirin. Tê gotin malîyeta vê kompîturê jî 500 hezar dolarê Emerîqayê ye. Her wiha di sala 1965'an de kompîtura modern hat çêkirin û êdî ENIAC bi dawî bû. Êdî bi awayekî biçûk hat hilberandin û buhayê wê jî ket.


Ji bo hinek kompîturan ram bellek dihat bikaranîn


Di henek çavkaniyan de jî tê gotin ENIAC di şerê duyemîn ê cîhanê de ji bo şîfreyên Elman eşkere bike hatiye bikaranîn û di saetekê de 180 kw xerc dikir. Yek ji taybetmendiya cureyên van kompîturan ew e ku ji bo wan Ram bellek dihat bikaranîn. Her wiha Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîqayê ji bo hesabên balîstîk bi kar anîye. Ev makîneya di dema xwe de navê wê ne kompîtur bû jî gelek caran xera dibû. Kêzik jî ji bo dewreyên elektronîk ên wê dibû pirsigirêk. Bernamekar ji bo makîneyê ji kêzikan paqij bikin makîne didan sekinandin.


Her ku çûye xebitandina kompîturê belav bûye


Her wiha fîrmaya teknolojiyê ya Îtalyanî li tevahiya cîhanê dewrek daye destpêkirin û kompîturên takekesî yên yekem derxistiye firotinê. Piştre li cîhanê belav bûye. Kompîtura yekem a takekesî hatiye hilberandin nêzî 3.200 dolarî bû. NASA'yê jî piştre ev kompîtur ji bo xebatên xwe yê fezayê bi kar anî. Bi vî awayî her ku çûye xebitandina kompîturê belav bûye. 


Di dema kompîtura ENIAC'ê dihat bikaranîn, di encama xebatên John Von Neumen de kompîtureke nû ya bi navê EDVAC (Kompitura Otomatîk ya Têguher a Razber a Elektronîk) hat çêkirin. EDVAC ji ENIAC'ê hîn biçûk bû û hîn bi lez dixebitî. EDVAC heta UNIVAC hat çêkirin, dihat bikaranîn
undefined


Di kompîturên modern de du hevgirên bingehîn hene


Jixwe me gotibû li gelek cihan di gelek çavkaniyan de kesên kompîtur cara yekem çêkirine navên wan li hev nayê. Ji ber hinek kes abakusê jî wekî kompîtura yekem îdia dikin. Ji aliyekî jî tê gotin di 1622'yan de ji aliyê William Oughtred hatiye îcatkirin. Lê makîneya yekem a dişibe kompîtura modern a roja me ya îro Fark Makinesi (Difference Engine) ji aliyê Matematîkzanê Îngilizî Charles Babbage ve di salên 1833-1871'ê de hatiye çêkirin. Berê kompîtur ji bo derxistina ji hev a hejmaran û derbaskirina wê ya tabloyan dihat bikaranîn. Di kompîturên modern de du hevgirên bingehîn hene. Yekîneya kirariyê yan jî CPU û bellek. Babbage ev têgihana bi kar neanî. CPU wekî mill bi nav kiriye. Bellek jî wekî store bi kar aniye. Her wiha ji bo talîmatan derbasî qaxizê bike cîhazeke bi navê reader hebûye. Ev cîhaza Babbage îro wekî pêşengê nivîskera lazer û pejiqandina hibrê tê zanîn. Di heman demê de matematîkzan û nivîskar Ada Lovelace li ser kompîtura bi navê Analytical Engine ya armanca giştî ya mekanîk xebat daye meşandin. Nîşeyên wî yên li ser Analytical Engine wekî algortimaya yekem a ji bo kompîturê û di heman demê de wekî bernamesazê kompîturê tê qebûlkirin.


Kompîtura UNIVAC'ê


Di dema kompîtura ENIAC'ê dihat bikaranîn, di encama xebatên John Von Neumen de kompîtureke nû ya bi navê EDVAC (Kompitura Otomatîk ya Têguher a Razber a Elektronîk) hat çêkirin. EDVAC ji ENIAC'ê hîn biçûk bû û hîn bi lez dixebitî. EDVAC heta UNIVAC hat çêkirin, dihat bikaranîn.


Rêzeya IBM 700


Piştî salên 1950'î piştî tupên vakûmê yên ji serdema kompîturên yekem pêş ketin bi Univacê re tupên vakûmê hatin bikaranîn û Rêzeya IBM 700 yanî kompîtura elektronîk hat çêkirin. Ev kompîturan jî ji ber tupên vakûmê pir enerjî dixwar loma disincirî û xera dibû. Ji bo bi Rêzeya IBM 700 bername bihata nivîsandin divê tesîsata kompîturê baş bihata zanîn. Ji bo bername bê nivîsandin zimanê makîneyê hatiye bikaranîn.


Kompîtura Philco Transac S-200 IBM 1401


Ji bo kompîtura Philco Transac S-200 IBM 1401 jî transistor hatiye bikaranîn. IBM 360 jî piştî salên 1960'î vedorên entegre hatine çêkirin û van entegreyan di nava xwe de transistor hewandine. Loma kompîtur bîçûk hatine çêkirin û buhayê wê jî kêm bûne. Di heman demê de lezgîntir bûye. Di heman demê de dîskên manyetîk hatine çêkirin û bi bikaranîna vedorên entegre yekîneyên kirarî yên navendî hatine hilberandin. Her wiha Apple jî di 1977'an de derketiye piyasayê û ji aliyê du xwendekarên zanîngehê ve jî li garajê hatiye çêkirin. Klavye û monîtura vê kompîturê tunebûye. Di sala 1984'an de yekemînsîstema xebitandina grafîkî ji aliyê Apple Macintosh ve derketiye piyasayê. Fîrmaya Microsoft jî ji bo Macintosh kirariya peyvan nivîsandiye.

 

Roza Metîna