Zanyara xwezayê: Maria Sibylla Merian

Zanyara xwezayê: Maria Sibylla Merian

Gelek jinên li cîhanê hene ku di warê zanistê de xebatên baş kirine. Her wiha bi van xebatana jî jêderkeke baş jî ava kirine. Yek jina di qada lêkolîn û zanyariya xwezayê de xwe pêş xistiye Maria Sibylla Merian e. Wê li ser zindewarên xwezayê lêkolîn kiriye û ev xebat kiriye pirtûk. Ji bo lêkolînvanên siberojê ev pirtûk bûne çavkaniyeke hêja.


Fêdeyeke Maria ya mezin li entomolojiyê (zanista kêzikan) hatiye


Zanyara xwezayê û illüstratora zanyarî Maria Sibylla Merian, entomologa li pêş a serdema xwe ye. Heta dawiya emrê xwe keşfên nû yên derbarê jiyana kêzikan dike. Bi xêzkirinên xwe hem ji bo hunerê hem jî ji bo zanistê berhemên hêja diafirîne. Bi xêzkirinên xwe yên çerxa cîhana 186 kêzikan fêdeyeke wê ya mezin li entomolojiyê (zanista kêzikan) hatiye.


Maria hînî naturmortê dibe

Di 12'ê Nîsana 1647'an de Maria li Frankurtê ji dayik dibe. Dema hîn 3 salî bû bavê wê Matthias jiyana xwe ji dest dide û dayika wê Johanna Sibylla Heim ji nû de dizewice. Hevjînê wê yê duyem sîmsarê hunerê Jacob Marrel wêneyên naturmort xêz dike. Dayika wê neqişandinê hînî wê dike. Maria di heman demê de ji zirbavê xwe hînî qelema reş, wêneyên boyaxa bi av û naturmortê dibe. 

undefined
Maria li Amsterdamê ji aliyê zanyarên xwezayê û derdorên koleksiyonvanî tê pêşwazîkirin. Li vir nebatên Emerîqa, Efrîqa û Pasîfîk dibîne. Maria dixwaze cihên ev zindewaran jê hatiye bi çavên xwe bibîne. Loma dest bi rêwitiyekê dike

Di temenekî zû de meraqa wê ya xwezayê dest pê dike


Meraqa Mariayê ya ji bo xwezayê di temenekî zû de dest pê dike. Mariayê derbarê vê meraqa xwe de wiha dibêje:"Ji ciwantiya min pê de xebata bi kêzikan bala min kişandiye. Li Frankurta ez jê dayik bûm bi kêzikên hevrîşim min dest bi kar kir. Piştre min li ser tirtûlên ku pinpinîk jê çêdibûn lêkolîn kir. Li ser vê yekê min her cure tirtûl da hev ew xêz kir." Mariayê di 1665'an de bi xwendekarê bavê xwe Johann Andreas Graff ê Nurnbergî re dizewice.


Têkildarî xurekên kulîlkan du cîlt pirtûk dinivîse


Di sala 1675'an de 3 cîlt pirtûkên her yek ji 12 kulîlkan pêk tên weşandiye. Tirtûl, pinpinîk, pîrik û gelek zindewarên din xêz dike. Piştre Maria di 1679'an de 2 cilt pirtûkên ji tevahî ji tirtûlan û xurekên kulîlkan ên bêhempa amade dike. Maria di 1680'î de pirtûkan dike yek û "Neues Blumenbuch" diweşîne. Vê pirtûka Maria ya ji tirtûlan pêk tê di 1683'yan de li Frankfurtê tê weşandin. Di xebatên li ser Sistema Taksonomiyê fêde ji xêzan tê girtin. 

undefined


Xebatên xwe yên hunerî û entomolojikê her domandiye


Maria piştî du salan ji ber hinek dozên malbatî terka hevjînê xwe dike. Piştre beşdarî civateke bi navê Waltha Castle ya nêzî Wieuwerdê dibe. Kesên beşdarî vê civatê bibin divê jiyaneke rûhanî ya li ser hezkirin û rêzkariyê bidomînin. Her çiqas destûr hat dayin bi keçên xwe re bimîne û xebatên xwe yên huner û entomolojîk bidomîne piştî pênc şeş sal şûnde biryara têkildarî Ladistan a dabû guhert û çû bajarê bazirganiyê Amsterdamê yê pêş diket. Terka civatê kir. 


Cihê zindewar jê hatine dixwaze bi çavên xwe bibîne


Maria li Amsterdamê ji aliyê zanyarên xwezayê û derdorên koleksiyonvanî tê pêşwazîkirin. Li vir nebatên Emerîqa, Efrîqa û Pasîfîk dibîne. Maria dixwaze cihên ev zindewaran jê hatiye bi çavên xwe bibîne. Loma dest bi rêwitiyekê dike.


Bi nebatan kurtajê dike


Di 1699'an de bi keça xwe Dorotheayê li Paramariboyê bi cih dibe û li vir dest bi gera keşfê dike. Li vir nav li gelek nebatan dike. Lê belê polîtikaya mêtingeriyê ya Hollandayê wê xemgîn dike. Maria tîne ziman ku ji bo zarokên koleyên ducanî wekî dayikên xwe nebin kole wan bi saya nebatan bi kurtajê ji ber dayikên wan dike. Maria di 1701'ê de vedigere Amsterdamê û piştî çar salan pirtûka ji 60 rûpelî pêk tê ya "Metamorphosis Insectorum Surinamensium (Teşeguherîna Kêzikên Surinamê)" diweşîne. Ev pirtûk ji aliyê zanyarên xwezayê ve tên xwendin û eleqeyeke baş ji bo pirtûkê tê nîşandan.


Wekî dayika entomolojiyê tê binavkirin.


Mixabin Maria di 1715'an de felca qismî derbas dike û di 13'ê Çileyê 1717'an de li Amsterdamê koça dawî dike. Piştî koça wê ya dawî çar rojan li Leidse kerkhofê tê veşartin. Maria cara yekem veguherînên jiyanê yên kêzikan qeyd dike û bi sedan kêzikên li Ewropayê hay ji hebûna wan tunebûn dike belge. Maria ji lêkolînerên piştî xwe jêderkeke mezin dihêle û wekî dayika entomolojiyê tê binavkirin.


Roza Metîna