Çikçik tor*
Çik çik tor çik çik tor
Tirên hate dor bi dor
Tev rûnên tev şabin
Ala me her- dem li jor.
***
Çik çik tor çik çik tor
Cîgir damin gulek sor
Kêfxweş bûn dilgeşbûm
Dilêm bûye bê derdor.
***
Çik çik tor çik çik tor
Ewle heye bê sînor
Rawestgeh maye li jor
Vexê vexê bîjiktor.
***
Çik çik tor çik çik tor
Çi dîmenên bi bandor
Yela .. yela ey şofêr
Ça bilinde hilkiş jor.
***
Yela .. yela ey şofêr
Ça bilinde hilkiş jor.
….............
*Çikçik tor: şemendefer, tirên.
Pakbûna jîngehê
Pak û xawênî jîngeh
Bo jiyanê bû bingeh
Pir giring û pêwîste
Ji bo me tenduriste
Bi yek bangê em rabin
Welatê xwe avakin
Ev jîngeh warê meye
Zend û benda libakin
Gul û daran biçînin
Jîna şêlîn hilînin
Keş û seqa pakbikin
Bihna gula geşbikin
Bo pêşerojeke xweş
Jîngehê ava bikin.
Rojbûna te
Rojbûna te pîroz be
Geşbînî û newroz be.
îro cejn û ahenge
Tev şadî û vedenge.
Şerbet û kêk û mêwe
Dil şad dikin bi şêwe.
Rojbûna te bi çêj be
Bi temenkî dirêj be.
Îro çepk û şahiye
Gul bo te diyariye.
Hey hevalê birasoz
Her tê bimîne dilsoz.
Rojbûna te pîroz be
Noşîcan û bi doz be.