
Secularism
Di cîhana islamî de û bi taybet civaka erebî gelek bi nerîneke neyînî li secularismê dinihêrin û çi kesên doza wê dikin wan dibînin mirovên xwedê nenas . Lê ez bawerim gelek cudahî heye di navbera civaka kurdî û civaka erebî de bi têgihaştina durist ji ola islamî re û ji ber taybetmendîyên civaka kurdî ku vekirîye bo pejirandina her pêşketinên civakî .
Secularism bi kinayî em dikarin bi bêjin ew sîstemeke felsefî , siyasî û civakî ye ku ava dibe ser çend bingehan :
- qut kirina olê ji kîşwerê ango dûr kirina ol ji hemû hêlên kîşwerê yên sîyasî , aborî , civakî , kar û barên şarwerî . Dûrî bandora ol û ayîn , encûmena zagonsaz zagonan derdixe û encûmena şahyaran û desteyên pêkanînê biryaran dide ser bingeha parastina berjewndên giştî û parastina maf û azadiya mirovan û kîşwer bi hemû saziyên fermî bo xweş jiyana gel têkoşînê dike
- wekheviya mirovan ango cudahî nîne di navbera niştecîyan de ku her kes dikare bi azadî mafên xwe bi kar bîne bi taybet azadiya ol û bawermendî ye .
- azadiya xweda perestin û pêkanîna bingehên olî bê ku dest dirêjî ti kesî din bike .
- bêlayetî ango kîşwer ne oldare û ne bê ayîne û rêzdarîyê bo hemû olan digire û ti cudahîyê di navbera wan de nabîne , ne pesnê ol dide û ne dijî wê der dikeve û ne pesnê bê ayînê dide û ne dijî wê der dikeve
Em dikarin bibêjin dest hilatdariya secularismê tekez kir serkeftina xwe li emêrîka , kîşwerên ewropa , ustirallya û kîşwerên rojhilatî asya yê , û ne sûcê sîstema secularismê ye
Serdarên secularismê :
- marsêl elbedwanî : di sedala 13a de li ewrûpa di danera xwe da ya bi navê " berevanê aştiyê " doza qut kirina dest hilatdariya olî ji dest hilatdariya kîşwerê , û serxwebûna padîşah ji mizgeftê kir " jibo wilo ew tê nasîn yekem serdarê navdar yê secularismê ye êko bang kir bi qut kirina ol ji kîşwerê .
- giyom okamî : ew fêlosûf û zanyarekî lahûte yê ku tekez kir di hemdema weryabûnê de pêwîstiya qut kirina dest hilatdariya olî ji dest hilatdariya kîşwerê û çê nabe yek ji wan karê a din bike û ev raman heye û berdewame û ber fireh dibe çiqasî dest hilatdariya mizgeftê kontrola her tiştî bike .
- rînê dîkart : ew fêlosûfekî fransî ye û zanyarekî bîryarî ye û tê nasîn " bi bavê felsefa nûjen " û dîkart yek ji navdarên serdarên secularismê ye û yek ji stûnên zanistê ye di şoreşa zanistî ya nûjen de û ew xwedî bandorek mezin bû ser felsefe û bîryarî yê û ew xwediyê gotara navdare : " ez di ramim , ez heme " .
- barox spîniza : ew fêlosûfekî holendî ye û mezintirîn ji fêlosûfên sedsala 17a ye û gelekî guh da felsefa rînê dîkart , spîniza dest nîşanî secularismê kir û got : " ol zagonên kîşwerê di wergerîne zagonên torekirinê " û kîşwer qewarekî pêşxistî ye û tim hewcedarî pêşxistin û nûjenkirina berdewamî ye .
- con lûk : ew fêlosûf û siyasetmedarekî inkilîzî ye , di mijara secularismê de nivîsî : " jibo gihaştina oleke durist , pêwîste kîşwer rû nerm be digel hemû nifşên bawermendî yê olî , ramanî û civakî , û pêwîste kîşwer qut kirî be ji mizgeftê , û çê nabe yek ji wan derbasî kar û barên ê din bibe , wilo hemdem dibe hemdema hişmendî yê " .
- voltêr : ew nivîser û fêlosûfekî fransî ye û tê nasîn yekem serdarê secularismê ye û yek ji baştirîn damezirînerê wê ye û xwedî behreyên cudane û pir guh da kar û barên zanistî yê û girê da bi mijara secularismê û bi navkir " zanistîya secularismê " ango pêwîste tevgera rêbertîyê di civakê de dûrî pirsgirêkên penahîye ên jiyanê bi keve .
- tomas cîvirson : ew sêyem serokê emêrîka ye ê got : "pêkanîna zordarî ye di pirsgirêkên olî , an reftarê civakî de ew obal û diktatorîyete ye , rastî bi ser dikeve heger hiştin mirov azad bin di nerîn û kiryarên xwe de " . Ev tişt hate misoger kirin li fransa bi hêza destûra sala 1789a z dema ol qut Kirin ji kîşwerê ya hat nas kirin bi navê daxuyanîya mafên mirov û niştecî .
- corc holyok : ew nivîserekî brîtanî ye û ew yekem têgeha secularismê forme kir û ragihand : " nabe secularism were fêm kirin ku ew dijî olê ye lê ew bes bi serê xwe ye û jê cuda ye , secularism pirinsîp û bendên xwe bi zorê ser ti kesî ferz nake heger baweriya xwe pê neyne , zanîna secularismê guh dide pêşxistina jiyanê û xweşî jiyana mirov li vê jiyanê .
Em dikarin bibêjin dest hilatdariya secularismê tekez kir serkeftina xwe li emêrîka , kîşwerên ewropa , ustirallya û kîşwerên rojhilatî asya yê , û ne sûcê sîstema secularismê ye heger çend kîşwerên efrîqî têkçûne û şaş bi kar anîne , û sîstema secularismê tu bivê nevê çareser kirina hemû pirsgirêkên kîşwerên rojhilata naveren.