Pir jinî

Pir jinî

Di dîroka civaka misilmanan de diyardeya pir jinî tiştekî pir normal û habete , ji ber ko ev tişt weke mafekî olî , mêrê misilman bo xwe dibîne ser rêdana dînî yako dibêje:

وان خفتم ألا تقسطوا في اليتامى فانكحوا ما طاب لكم من النساء مثنى وثلاث ورباع فإن خفتم ألا تعدلوا فواحدة أو ما ملكت ايمانكم ذلك أدنى الا تعولوا . الآية ٣ من سورة النساء

Lê mixabin hemû feqe û zanyarên dînî ji zemanê Ebasiyan heta roja me ya îro weke mafekî pîroz bo zilam hate xuyakirin.


Ev zanyarên dînî gelekî raman û mijûl bûn ser sedemên rewakirina pir jinî , û piştî lêkolînên pir kûr û fireh gihiştin van sedemên sereke:

  1. belkî jina zilam nexweş bikeve û şifabûna wê pir dijware be û îdî ev jin nema dikare bi erkên xwe yên malbatî rabe, û ne dikare mafê zilamê xwe bide wî, an ev jin ji ber sedemên tenduristî nikare zarokan bîne (stewre) û ev zilam pir ji jina xwe hez dike. Gelo du jinî başe an berdana wê ?
  2. şer û cengên di navbera miletan de çê dibin dihêle hijmara jinan di civakê de ji hjmara mêran bihtir be. Gelo pir jinî başe an belengazî û şerpeze bûna malbatan başe ?
  3. hejmara keçan tim bihtire ji hjmara lawan. Gelo du jinî başe an keç bê mêr bimîne û riya xwe şaş bike başe ?
  4. hin zilam pir dewlemendin û mêraniya xwe pir zêde ye. Gelo karê qedexe kirî bike başe an xiyaneta jina xwe bike başe an du jinî li gor destûra islamê başe ?


Li gor wan sedemên jorîn hikmeta xweda jibo pir jinî dane diyar kirin.


Lê mixabin ew feqe û zanyarên dînî bi van şiroveyan dûrî rastî û heqîqeta pir jinî ketine , ji ber ko ew ayet pir zelale û xuya ye bi diyarkirina sedemê pir jinî ko ji bo xwedîkirina sêwîyane û xebatkirin û miqatebûna mal û arzûmendên wane.


Ayet wisa dibêje: heger hûn nikarin dadmendiyê di nav sêwîyan de pêk bînin, bikin du, sê, çar jin.


Û ev diyardeya sêwîyan derket holê piştî şerên pêxember bi mişrikên meka yê re çêbûn û gelek heval û hogirên mûhemed şehîd ketin û jinên wan bî man û zarokên wan jî sêwî man. Ango pir jinî weke çareserkirinekê bo sêwîyan hate dîtin.


Piştî ev sêwî bighêje temenê zagonî li gor ola islamî wê çaxê pîwîste ev zilamê pir jinî mal û arzûmendên van sêwîyan radestî wan bikin ser rêdana dînî yako dibêje :

( فإن آنستم منهم رشدا فادفعوا إليهم أموالهم . الآية ٦ من سورة النساء ) .

Wilo xuya ye ev ayet pir ispate ko pir jinî di islamê de jibo çareserkirina mijara sêwîyan bû.

Lê îro heger em bi nerîneke objektîv û li gor pîvanên zanistên civakî li mijara pir jinî bi şopînin nayê pesend kirin ko em pirsgirêkeke civakî biçûk bi pirsgirêkeke civakî mezin tir çareser bikin, ji ber ko pir jinî zirar û ziyanên civakî yên herî dijwar peyda dike.

Pir jinî zilmeke pir mezine ser jinê ye, û nişmandina yek jinî ew bingehe û pir jinî ew merc û sînor kirî ye

Em dikarin diyar bikin bandora neyênî ya pir jinî ser malbat û civakê bidin xuya kirin li gor lêkolîna ku pirifisor Ebdilrehman Ebdilwehab Elî pisporê tendurista piskolocî li zanîngeha Edin wisa dibêje:

  • pir jinî sedemê binghîne yê hemû pirsgirêkên civakê ne.
  • dihêle berdan pir çê bibe.
  • sedemê sarbûna têkilîyên pêwendî di navbera mêr û jinên wî çê bibin û belkî bighêje asta berdanê .
  • ne têrbûna pêwendî li ba jinê.
  • nexweşîyên piskolocî wek: dilpestî, du dilî, şepirse û mondarî.
  • pirsgirêkên cuda mîna kêm xew, arzînk û bertengî.
  • kêm guhdana zarokan roleke neyênî ser jiyan û paşeroja wan dike
  • kîn û navkokî di navbera zarokan de, dighêje asta dijminayetî navbera zarokên herdu jinan de, heta şer û pevçûnên pir giran rû didin.


Ev zilm û zordariya ser jinê ji ber pir jinî heta gelek zanyarên dînî ser rawestiyane û xweşik şîrove kirine , mîna şêxê Ezher, îmamê mezin Dr Ehmed Elteyb wisa dibêje: pir jinî zilmeke pir mezine ser jinê ye, û nişmandina yek jinî ew bingehe û pir jinî ew merc û sînor kirî ye.


Divê em ji bîr nekin ku pir jinî li gor pîvanên navnetewî mafên jinê binpê dike, û di sala 2000î de hate diyar kirin ji hêla komîteya dewletên yekbûyî ya mafên mirovan: ku pir jinî hevpeymana navdewletî ya taybet bi mafên medenî û siyasî binpê dike.


Divê em ji bîr nekin qehremaniya dewleta tûnis ew dewleta yekmîn ji dewletên ereban , pir jinî bi şêwazekî fermî bi zagona rewşên kesayetî di sala 1956an de qedexe kir û pir jinî wek sûcekî hat dîtin û ceza kir.


Hêjaye gotinê ku şoreşa rojava wek şoreşa jinê tê nasîn û di destpêka damezirandina rêveberiya xweser ya demokratîk de di sala 2014an de ji yekemîn zagonên hate derxistin zagona jinê bû ku wekheviya jin û mêr esas girt û pir jinî wek sûcekî cezakirî hat dîtin.

 

Em bi hêvîne ji bo dadmendiya civakî, wekheviya jin û mêr di hemû warên jiyanê de û rêgirtina li pêş zilm û zordariya civakî ser jinê hemû saziyên civaka sivîl, partî, akademî û saziyên fermî têkoşînê berdewam bikin.