Jina yekem a otobiyografiya xwe nivîsand: Margaret Lucas Cavendish

Jina yekem a otobiyografiya xwe nivîsand: Margaret Lucas Cavendish

Gelek jinên mohra xwe li binê destpêkên yekem xistine hene. Yek ji van jinan Margaret Lucas Cavendish e. Ev yekem jin e ku xwejînenîgariya xwe ango otobiyografiya xwe nivîsandiye. Wê di heman demê de bi nivîsên xwe di dîrokê de cihekî taybet girtiye. Li dijî hedefgirtina zarok, jin û xwezayê nivîsên rexneyê nivîsandiye. Bi nivîsên xwe hest û awaza xwe daye bihîstandin.


Di warê perwerde û nivîsandinê de xwediyê daxwazeke mezin bû


Margaret Lucas Cavendish, filozof û helbestkar e jî. Vê jina jêhatî nivîsên ceribandinê jî nivîsandiye. Ji asoyeke berfireh li cîhanê temaşe kiriye. Margaret, yekem jin e ku beşdarî civîna ji akademisyenê herî kevn ê cîhanê “Royal Society of London” bûye. Di vî warî de jî navê xwe di dîrokê de nivîsandiye. Margaret li Qraltiyên Yekbûyî di 1623'yan de ji dayik dibe û malbata wê navdar bûye. Di heman demê de jî ev malbat endamê Dêra Anglikana Rojhilat bûye. 8 xwişk û birabû ne. Ew a herî biçûk bûye. Margaret bi xwişk û birayên xwe re pir dem derbas dikir. Wê bi hêrs û daxwaza xwe, xwe perwerde kiriye. Di warê perwerde û nivîsandinê de xwediyê hêrs û daxwazeke mezin bû. Yan na ew ê ev serkeftin nikariba bi dest bixistaya.


Di temenekî biçûk de dest bi nivîsandinê kir


Gelek jinên zîrek di temenekî biçûk de dest bi nivîsandinê dikin. Margaretê jî di temenekî biçûk de dest bi nivîsandina fikir û ramanên xwe kiriye. Tevî astengiyên li cîhanê li hemberî jinan ew bi ser ketiye. Dema em li cîhanê dinêrin gelek jin bi astengiyan rû bi rû mane lê belê li dijî vê yekê li berxwe dane. Yek ji van jinan Matematîkvan a Elmanî Emmy Noether e jî. Ji ber jin bû bi gelek astengiyan rû bi rû hatiye hiştin. Lê belê ew ket nava matematîkvanên herî baş ên cîhanê. Margaretê jî guh neda astengiyan, di ciwantiya xwe de dikeve qesrê û bi Keybanû Henrietta Maria re rêhevaltiya sirguna Parîsê dike.Margaret demekê li qesra Qiralê 14'emîn ê bi navê Louis dijî. Di 1645'an de bi dukuyê yekem ê Newcastleyê yê bi navê William Cavendish dizewice. 'Duk an jî Duşes nasnav in. Ji kesên Li welatên Ewropayê yên bi monarşiyê dihatin birêvebirin piştî qral, prens Duk an jî Duşes dihat gotin. Ev nasnavên esîlzadeyî ne. '


Li ser mijarên metafizîk û xweza felsefeyê sekiniye


Margaret bi aliyên xwe yên serkeftî li pêş bû. Loma derheqê wê de fesadî dihat kirin. Belasebe nehatiye gotin dara fêkî bide tê kevirkirin. Di serdema Margaretê de gelek nivîskar û helbestkarên jin bi nasnavên mêran berhemên xwe çap dikirin. Lê belê wê bi navê xwe berhemên xwe çap kiriye. Di nivîsên xwe yên felsefeyê de li ser mijarên metafizîk û xweza felsefeyê sekiniye. Her wiha mijarên zayend,hêz,ehlaq,rêbaza zanyariyê, civak, polîtîk jî girtine dest.

 

Hestên xwe tîne ziman


Margaret ji aliyê derfet û cihê lê ye cuda ye. Ew girîngiyê dide hestên jinan û li ser xemgînî û tirsa hevpar a jinan dinivîse. Bi taybet li ser mijara guman û tirsa li ser zarokên xwe nivîsên pir bi bandor dinivîse. Dibêje "Gumana ji bo başbûna wan, jiyana tirsa nexweşiya wan, xemgînî û bêhedariya li dijî mirina wan. "


Têkildarî mijarên curbecur nivîsên xwe dinivîse


Margarete ji warê mijarê de bi perspektîfeke berfireh li cîhanê dinêre. Têkildarî mijarên curbecur nivîsên xwe dinivîse. Dema bi hevjîne xwe re vedigere Londrayê nazima derûnî dinivîse. Her nivîskarek nêrîna wan a cîhanê û sedema nivîsandina wan cuda ne. Dema di 1653'yan de berhema xwe ya bi navê Poems and Fancies diweşîne sedema nivîsandina xwe wiha rave dike:"Di vê serdemê de çalakiyên bi lehengî, peywirên cemawerî, rêveberiyên xwedî erk, qada hiqûqî ji zayenda me bêpar tê hiştin. " Li vir balê dikşîne ser bêparhiştina ji gelek tiştan a jinê ya di nava civakê de.


Gilî û gazinên Margaretê


Gilî û gazinên Margaretê jî hene. Di berhemên xwe de balê dikşîne ser vê yekê jî. Di 1655'an de di berhema xwe ya bi navê Philosophical and Physical Opinions de vê giliyê dike:"Em dibêjin em di mala xwe de mîna çûkên di qefesan de bigerin, em zehmet nakin ku bifirin dûra. Her erk û otorîte ji me dûr e, sedema vê jî ew e ku em berê qet tevlî mijarên cemawerî û leşkerî nebûne. Pêşniyarên me biçûk tên dîtin bi ken tên pêşwazîkirin, çalakiyên me yên herî baş biçûk tên dîtin. Tên çewisandin. Ev yek jî ji ber kibir û biçûkxistina mêran tê." Mixabin em li berê jî li niha jî lê dinêrin tim tahakumek mêr a li ser hiş û bedena jinê heye. Li gor rapora Serjimarê ya Cîhanê ya 2021'ê ya Fona Serjimarê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) ya serdema niha jî bi milyonan jin û zarok li ser bedena xwe ne xwedî gotin in. Li gor vê raporê ji sedî 45 jin li ser bedena xwe ne xwediyê mafê gotinê ne. Margaretê dîsa di pêşgotineke xwe ya di 1655'an de tê weşandin de bal kişandiye ser vê yekê û wiha gotiye:"Heger em li dibistan û xwezayê mejiyê xwe bi qansî bikaribe me kamil bike pêş bixin wê demê em herî kêm wekî mêran xwediyê feraseteke zelal in."

undefined
Jin wê serdemê ji komeleyên mirovên zanistê endamên wan e tên dûrxistin. Ew vê yekê rexne dike. Fikrên xwe ramanên xwe û rexneyên xwe bê tirs û xof tîne ziman. Mohra xwe li binê hinek ji mînakên yekem ên berhemên li cîhanê xistiye. Romana wê ya utopîk a “The Blazing World”, di dîroka wêjeyê ya kurgu zanistê de ji mînakên yekem e

Yekem jina beşdarî civîna qraliyetê bûye


Margaret bi xebatên xwe yên di qada felsefeya xwezayê û zanista modern de ji filozofên serdemê yên herî kêrhatî ye. Nivîskar Margaret di 1667'an de wekî jina yekem e ku beşdarî civîna li Cemiyeta Qraliyeta Londrayê dibe. Bi fîlozofên Thomas Hobbes, René Descartes û Robert Boyle tê gel hevdu. Dema em lê dinêrin gelek caran gelek kes ji rastiya rexneyê xwe vedişêrin. Lê Margaret wiha nekiriye. Wan fîlozofana rexne jî dike. Di sedsala 17'emîn de jin têkildarî felsefeya xwezayê de kêm nivîsan dinivîsin. Margarat li ser vê mijarê 6 pirtûkan dinivîse. Bi vê yekê dibe mînakek baş.

 

Dûrxistina jinan a ji komeleyan rexne dike


Jin wê serdemê ji komeleyên mirovên zanistê endamên wan e tên dûrxistin. Ew vê yekê rexne dike. Fikrên xwe ramanên xwe û rexneyên xwe bê tirs û xof tîne ziman. Mohra xwe li binê hinek ji mînakên yekem ên berhemên li cîhanê xistiye. Romana wê ya utopîk a “The Blazing World”, di dîroka wêjeyê ya kurgu zanistê de ji mînakên yekem e. Di berhema xwe ya “The Blazing World” behsa rêwîtiya jinekê ya li cîhaneke din dike. Her wiha behsa tecrubeyên wê jinê yên li civaka utopik a lê rast hatiye dike. Ev ji mînakên utopyayê yên yekem ên bi nêrîna femînîst hatiye nivîsandine. Wê bi nêrîna xwe ya femînîst di heman demê de wekheviya zayendan jî parastiye. Em di berhemên wê yên edebî de li têgeha 'cîhanên hevrast' jî rast tên. Ew di berhema xwe ya “The Blazing World” de, di heman demê de mijarên zayend û hêzê digire dest û li ser têkiliya di navbera mantiq û xeyal, felsefe û kurguyê jî disekine. Ew di vê pirtûkê de behsa xeyalên xwe jî dike.


Jina yekem a otobiyografî weşandiye


Danîna têkiliyê ya ji bo rexneyan û wekî din girîng e. Margaret li ser vî esasî bi xwendekarê xwe re têkiliyek daniye. Her wiha jina yekem a otobiyografî weşandiye. Kûrahiya nivîsandinê jî di berhema xwe ya bi navê “A true Relation of my Birth, Breeding, and Life”de derxistiye pêş. Margaret di jiyana xwe de li dijî gotinên li dijî wê hatine kirin jî têkoşîneke mezin daye. Ev yek di nivîsên xwe yên otobiyografiyê de jî aniye ziman. Di heman demê de jî ji bo li dijî gotinan têbikoşe otobiyografiya xwe dinivîse. Ew di otobiyografiya xwe de behsa eslê xwe, statuya xwe ya civakî, serwet, perwerde, zewaca xwe dike. Her wiha tiştên di nava malbata wê de tê jiyîn, zayend, siyasetê rave dike.


21 berhem li dû xwe hişt


Ew ji xeyalan hez dike. Nivîsandinê tercîh dike. Gelek kesên di serdema Margaretê de ji ber cihêkariya berhemên wê, wê rexne dikin. Lîstikên Margaretê jî tê heta roja me ya îro. Lê belê di serdema Margaretê de tu lîstikên wê nivîsandine nehatine lîstin. Ew çawaniya xwendina berheman û nîşandayina bertekê ya li hemberî vêya jî hîn dike. Bi tevahî xwediyê 21 berheman e. Margaret a 21 berheman li dû xwe dihêle di 15'ê Kanûna 1673'an de li Welbck Abbey a Qraliyeta Yekbûyî koça dawî dike.


Roza Metîna