Jina leheng a kurd: Fata Reş

Jina leheng a kurd: Fata Reş

Jinên kurd di dîrokê de di gelek qadan de bi serkeftina xwe ya dibe mînak derketine pêş. Yek ji jinên kurd a leheng ku bi nasnameya xwe ya şer derketiye pêş Fata Reş e. Di lîteratura Rojava de wekî Reîsa Eşîreta Kurd a Amazon, Prensesa Kurdan, Şêra Kurdistanê, Lehenga Kurdistanê tê bibîranîn. Fata Reş di heman demê de li dijî qalibên zayenda civakî yên têkildarî leşkerî û şer jî bûye mînak. Li dijî rolên baviksalarî yên kevneşopiya bi salan bû mînakeke mayinde.


Fata Reş balê dikşîne


Di derbarê zayin û mirina Fata Reş de agahiyên teqez li ber destan tune ne. Fata Reş xwişka Bilalê Reş ê serekê eşîreta Sinemilli ye. Li dora salên 1820-30'yan Fata Reş dikin bûka Gundê Emiranê. Dîsa li dora salên 1840'î Bîlalê Reş diçe ser dilovaniya xwe û dewsa wî Beko Axa tê. Lê belê eşîret ji ber zilma wî Beko ji axatiyê dixin û dewsa wî lawê Bîlalê Reş Elî dibe axa. Ew jî pênc salan axatiyê dike û piştre diçe ser dilovaniya xwe. Eşîretê piştre Fata Reş kirine serek. Dema di 1853'yan de şerê Qirimê dest pê dike bi banga Osmaniyan bi li dora 300 siwarî û peyayan ji bo beşdarî vî şerî bibe diçe Stenbolê. Di wê demê de Îngiliz û Fransizî jî tevî Osmaniyan beşdarî vî şerî dibin. Di nava leşkerên ji Ewropayê hatine de nivîskar, rojnameger, wênesaz jî hebûne. Yekîtiya mîlîs a di bin kontrola Fata Reş de bala welatiyên Stenbolê û Rojavayiyan dikşîne. Ji vana yek wê demê dîrokzanê hunerê Gusieppe Fossati yê tamîra Ayasofyayê dikir bû. Xêzkirinê Gusieppe Fossati di 15'ê Nîsana 1854'an de bi rêya Kovara L’Illustration Journal Universel li ser çapemeniya Fransayê derdikeve pêş. Li binê gravurê ‘Kara Fatima, l’héroine du Kurdistan, a’ Constantinople’ angot 'Lehenga Kurdistanê Fata Reş li Stenbolê ye' tê nivîsandin. 

undefined
Padîşah ji Fata Reş pirs dike û wiha dibêje:"Jineke weke te leheng çawa bi tirkî nizane? Fata Reş dibêje padîşah ger te bi kurdî bizanibûya wê demê hewce nedikir ku hûn bi tirkî bizanibin." Ji vê gotinê jî diyar dibe ku Fata Reş bi nirxên xwe yên civakî û neteweyî girêdayîye

Li ser Fata Reş nûçe dihatin weşandin

Vê sefera Fata Reş bi taybet li ser medyaya Ewropayê deng dide. Di van salan de li ser hespa xwe siwar dibû û wekî "mêran" li Qada Uskudarê digeriya. Di kovar û rojnamegerên Îngiliz, Elman, Fransizî, Swêdî, Osmaniyan ên mîna The İllustrated London News, Globus, Le Tourdu Monde, Svenska Family-Journalen, Jiyana Jinan de li ser Fata Reş nûçe dihatin weşandin. Li ser vê gerê nûçeya yekem di Rojnameya The İllustrated London News de bi sernava 'Fata Reş li Stenbolê ye' tê weşandin. Di 22'yê Nîsana 1854'an de rojname cihekî berfireh dide serdana Fata Reş a Stenbolê. Di nûçeyê de tê gotin ev jina kurd bi 300 şervanan tê Stenbolê da ku bi 1'emîn I. Abdulmecid re hevdîtinê bike û bîne ziman ku ew ê li gel Osmaniyan cih bigire. Li gor nûçeyê Fata Reş bi eleqeyekê ji aliyê Sultan ve li qesrê hatiye pêşwazîkirin. Her wiha di rojnameyê de dihat gotin hevjînê Fata Reş berê ji ber bi Sultan li hev nekiriye ew avêtine Zindana Kandiyayê.

 

Di çapemeniya Elmanan de jî cih digire


Fata Reş a ku di dîroka jina kurd de xwediyê cihekî girîng e li hinek herêmên kurdan wekî Fata Nêr jî dihat binavkirin. Li ser jiyana wê rîwayetên cuda hene. Ji xeynî çapemeniya Îngilîz û Fransiyan di çapemeniya Elmanan de jî Fata Reş cih digire. Di nivîsa gravur ya di Globusa Kovara etnolojî û antropoloji ya Elmanan de di 1868'an de behsa Fata Reş tê kirin. Di vir de jî Fata Reş wekî "Fata Reş, eine kurdische prinzessin", "Fata Reş a Prensesa Kurdan" tê binavkirin.


Cihên bêhnvedanê yên li ser navê wê


Li gor xebatên qadê yên Mehmet Bayrak Fata Reş di nav kurdên Meraşê de îro hîn wekî Fata Reş û Fato Paşa tê zanîn. Hinek kesên ji binyata wê tên paşnavê wan Fatareş e. Li Çiyayê Engizekê yê eşîreta Sinemiliya lê pir dijîn cihên bêhnvedanê yên wekî çem û zozanan ên li ser navê wê "Nale Fataraşe" hene. 


undefined


Şibandina Fata Reş û Jeanne d’Arc


Di 1881'ê de di kovareke Swêdî de li ser Fata Reş nivîsa bi navê "Amazonek" tê nivîsandin. Di nivîsê de tê gotin di sedsala me de yeka dişibe Tassos Clorinda, Fata Reş derketiye ser rûyê erdê. Her wiha di nivîsê de balê dikşînin ser şibandina di navbera Jeanne d’Arc û Fata Reş de. Lîteratura tirkî ya berî Komarê û piştî Komarê ya derbarê Fata Reş de dibe du beş. Di serdema Osmaniyan de di 1867'an de yê cara yekem balê dikşîne ser Fata Reş ji fermandarên Firka-i Îslâhiye û wekî dîrokzan tê binavkirin Ahmet Cevdet Paşa ye. Di berhema xwe ya Ma'ruzat de behsa Fata Reş û eşîreta Cerid dike. Di nava weşanên Osmaniyan de jî yê cara yekem wekî Amazon behsa Fata Reş dike Ahmed Midhat Efendî ye. Ev nivîsa ku nivîskarên kurd wekî çavkanîyê digirin bi sernivîsa "Amazon ango jinên şervan" tê nivîsandin. Her çiqas di hinek çavkaniya tirkî de wekî jina 'tirk' derbas bibe jî ev ne rast e. Di weşanên serdema komarê de nasnameya Fata Reş tê veşartin û wekî jinên beşdarî Têkoşîna Neteweyî bûne tê binavkirin.


Parastina zimanê kurdî ya ji aliyê Fata Reş ve


Di jêderkên kurdî yên berê de pir kêm li navê Fata Reş tê rasthatin. Di pirtûka bi navê Adler Von Kurdistan a Kamûran Bedirxan a di 1937'an de li Elmanyayê tê weşandin navê Fata Reş derbas dibe û pesnê wê tê vedan. Padîşah ji Fata Reş pirs dike û wiha dibêje:"Jineke weke te leheng çawa bi tirkî nizane? Fata Reş dibêje padîşah ger te bi kurdî bizanibûya wê demê hewce nedikir ku hûn bi tirkî bizanibin." Ji vê gotinê jî diyar dibe ku Fata Reş bi nirxên xwe yên civakî û neteweyî girêdayîye.


Roza Metîna