Helbestkar Furux Ferruhzad a li dû xwe mîrateyeke wêjeyî hişt

Helbestkar Furux Ferruhzad a li dû xwe mîrateyeke wêjeyî hişt

Helbestkar Furux Ferruhzad a di dîrokê de di qada wêjeyê de bi nav û deng e di 5'ê Çileya 1935'an de li Tehranê ji dayik bû. Di 16 saliya xwe de dilê wê dikeve Perviz Şapûr ê di qada hunerê de navdar e. Perviz bi temenekî mezin ji Furuxê mezintir e. Malbat li dij vê yekê derdikeve lê belê Furuxê dîsa jî pê re dizewice. Piştî dizewicin û salek derbas dibe di 1952'yan de lawê wan Kamyar ji dayik dibe. Zarok çêdibe lê belê piştre Furux û Perviz li hevdu nakin. Li ser vê lihevdunekirinê dawî li têkiliya di navbera hevdu de tînin. Li vir tiştekî ne baş tê serê Furuxê. Mixabin bi 'bêîffetiyê' tê sûcdarkirin. Bi vê yekê nayê hiştin, bi ser de jî ji welayeta zarok bêpar tê hiştin. Li gor hinek jêderkan jî tê ravekirin lawê xwe yê ji aliyê bavê xwe ve hatiye mezinkirin qet nedîtiye.


Li dû xwe mîrateyeke wêjeyî dihêle

Furuxê di warê helbestê de serkeftî ye. Helbestên wê di qada navneteweyî de navdar in. Pirtûka helbestê ya Furux Furuzad a yekem a bi navê Hêsîr di 1955'an de tê çapkirin. Di heman salê de bi teşhîsa depresyonê li klînîkeke psîkîyatriyê radizê û tedawiyê dibîne. Dawiyê derdikeve gera li Ewropayê ya dê 9 mehan bidome. Di 1956'an de pirtûka wê ya duyem a Dîwar û di 1958'an de jî pirtûka wê ya bi navê Raperîn tê çapkirin. Bi vî rengî di qada berhemên wêjeyî de li dû xwe mîrateyekê dihêle. 

undefined
Furuxa ji nifşên nû re bû çavkaniya feyzê li Navçeya Bagheri Kamasaei ya Tehranê di encama qezayekê de çû ser dilovaniya xwe. Lê tiştekî din jî heye. Li gor hinek çavkaniyan tê gotin dibe ku Furuxê bi sûîkasta Şah jî hatibe qetilkirin.

Bi zîrektiya xwe dibe mînak


Her wiha Furuxê di 1959'an de li şîrketa filîman a bi navê Gulîstanê dixebite û wê fersendê dibîne ku afirîneriya xwe di vê qadê de jî bi kar bîne. Ew hez dike derfetên di destên xwe de bi kar bîne. Lîstikvanî, senaristî, kameramantî, alîkartiya derhêneriyê, edîtortiya fîlm jî di heman demê de dike. Tecrubeya wê ya yekem bi belgefilmê bi navê 'Agirek di Mîhrîcana Belgefilm a Îtalyayê de' xelata yekem digire. Fîlmê wê yê bi navê Mala Reş di 1962'yan de tê kişandin û her wiha di Mîhrîcana Fîlman a Ober Havzen de xelata fîlmên herî baş digire. Fîlmê Mala Reş jiyana li Mala Cuzamiyan a Tebrizê vedibêje. Ew di dema kêşana fîlm de Huseyinê 6 salî ku nas dike dixwaze ji xwe re xwedî bike. Di 1962'yan de UNESCO ji bo Furuxê belgefilmeke ji 35 deqeyan pêk tê amade dike. Di heman salê de Bernardo Bertolucci diçe Îranê û pê re hevdîtinê dike. Bi vê yekê re derbarê wê de filmê ji 15 deqeyan pêk tê çêdike. Furuxê her dixwaze berhemên cur be cur çap bike û xizmetê ji wêjeyê re bike loma di 1964'an de pirtûkek nû ya helbestê çap dike. Ev pirtûka bi navê 'Zayineke bi hawekî din' wergera wê ya bi zimanê tirkî jî tê kirin. Ev berhem di qada helbetkariya Furuxê de wekî berhema herî serkeftî tê qebûlkirin. Ew bi zîreketiya xwe ji bo jinan jî dibe mînak.


Di temenekî ciwan de çû ser dilovaniya xwe  


Qadên Furuxê pê mijûl dibin gelek in. Ev jî serkeftina wê dide pêş çavan. Furuxê ji xeynî helbest û sînemayê bi şano û wêneyan jî mijûl dibe. Di wêneyên xwe de rengan bi hostetî bi kar tîne. Ew di heman wextê de lîstikeke Bernard Shaw werdigerîne Farisî. Her wiha di lîstika Şeş Heb li Nivîskarê xwe Digere ya Pirandello de derdikeve ser dikê. Carinan felek li mirovan çê nagere û pir zû dawî li jiyana wan tê. Furuxê jî pir zû dawî li jiyana wê tê. Ger sax ba dibe ku hîn berhemên baştir û zêdetir binivîsandaya. Furuxa ku ji ajotina bi hêz a ji wesayetê hez dikir di 13'ê Sibata 1967'an de ji bo li serwîsa dibistanê ya derdikeve pêşberî wê nexe pê li frenê dike û dipengize. Piştre jiyana xwe ji dest dide. Dema jiyana xwe ji dest da hîna 33 salî bû. Pirtûka helbesta wê ya nêvî mabû ya bi navê 'Em ji Destpêka Demsala Sar Bawer Bikin' piştî jiyana xwe ji dest dide tê çapkirin. Bîranîn, roportaj, nameyên Furuxê di pirtûka 'Cîhan ji bo Hezkirinê Pir Biçûk e' tên tomarkirin. Di nameyek hîn ciwan bû û nivîsandibû de wiha dibêje:"Daxwaz û arezûya min azadiya jinên Îranî ne. Ez dixwazim mafên wan jî bi yên mêran re wekî hev bin. Ez di vî welatî de di vê jiyana bêedalet a mêran de tengasiyên xwişka min dîtine dizanim. Ez nêviyê hunera xwe ji bo derd û izdiraba wan bi kar tînim." Furuxa ji hilberandinê hez dikir mixabin di temenekî ciwan de jiyana xwe ji dest da. Furuxa ji nifşên nû re bû çavkaniya feyzê li Navçeya Bagheri Kamasaei ya Tehranê di encama qezayekê de çû ser dilovaniya xwe. Lê tiştekî din jî heye. Li gor hinek çavkaniyan tê gotin dibe ku Furuxê bi sûîkasta Şah jî hatibe qetilkirin.


Roza Metîna