Jina di qada matematîk û felsefeyê de bû mînaka serkeftinê: Hypatia

Jina di qada matematîk û felsefeyê de bû mînaka serkeftinê: Hypatia

Matematîk û felsefe du mijarên girîng ên lêkolîn û famkirina rastiya jiyanê ne. Di vê qada girîng de jina Îskenderiyeyî ya bi navê Hypatia bi geşedanên girîng navê xwe di dîrokê de daye nivîsandin. Di heman demê de di qada zanista mekanîk de jî xebat kiriye. Em dikarin bêjin Hypatia feyz ji bavê xwe jî girtiye. Çimkî ew keça matematîkvan û fîlozofê navdar Theon e.


Enerjiya xwe ji bo matematîk û felsefeyê xerc dike


Hypatia piştî zayinê di sala 370'ê de li Îskenderiyeyê ji dayik dibe. Hypatia ya zaroka malê ya bi tenê bû di ciwantiya xwe de dest bi xerckirina enerjiya xwe ya ji bo felsefe û matematîkê dike. Bi bavê xwe re li ser matematîkê xebatan dike. Ji ber li ser baş hûr dibe û guhê xwe baş dide vê qadê loma dibe xwendekareke serkeftî ya bavê xwe. Ev yek di demeke kurt de pêk tê. Wexta derfet ji bo jinan bê dayin û jin neyên astengkirin wê demê dikarin bi xebatên hêja navên xwe di dîrokê de bidin nivîsandin. Wekî gelek jinên din ên mîna Hypatiayê.


Hypatia jineke piralî û asoya wê berfireh bû


Gelek xebatên xweser ên jinan bûne mînak û pîvana şanaziya serkeftinê. Bi taybet di qada Cebir û Geometriyê de xebatên taybet ên Hypatiayêyê hebûn. Hinek belgeyên zanistî yên berî xwe, dida hevdu û bi vê yekê bû sedem ku di aliyê Matematîkê de pêşketinên cuda çêbibin. Hypatia jineke piralî û asoya wê berfireh bû. Di heman demê de jî jineke mûcît e.


Hinek alavên cuda yên têkildarî lêkolînên xwe yên mekanîk çêkiriye.


Pêşiya gelek fîlozofan ronî dike


Hypatia bi jêhatîbûn û xebatên xwe yên serkeftî dibe jêderka feyzê û rêya fîlozofên mîna Descartes, Newton û Leibniz ronî dike. Ez bawer im ger niha Hypatia sax ba ew ê ji ber vê jî gelekî bextewar ba. Kî dizane dibe ku ev tişt hês jî kiribe. Fîlozofan ji berhem û lêkolînên wê gelekî fêde dîtine. Hypatia qet vala nasekine ew ji behra xebatên dike têr nabe û li ser vê yekê li dibistanên baş perwerdeyê jî dibîne. Piştre vedigere Alexandriayê û li vir perwerdeya Matematîk û Astronomiyê dide. Ji ber jineke zîrek û baqil e loma di demeke kurt de navê wê belav dibe. Lê ew ji vê yekê bêtir guh dide hewildana ji bo pêşketina di qada xwe de. Loma di heman demê de di warê entelektueliyê de xwe digihîne cihekî baş. Alava paqijkirina avê, alava giraniya spesifik a avê dipîve, Planisphereû jî îcat dike. 

undefined
Di feraseta Hypatiayê ya Platonîstiya Nû de sêhr, ayîn û kehanet cih nedigirtin. Ji ber nêzî Olympius bû loma ev jî ji kesên dijberî wê jî bûbû mane.

Pirtûkxaneya Îskenderiyeyê ava dike


Wate û armanca pirtûkxaneyan di dîrokê de gelekî girîng e. Hypatia jî di ferqiya vî tiştî de ye loma ew di vî warî de jî kedekê dide û Pirtûkxaneya Îskenderiyeyê ava dike. Dora 700.000 pirtûkî li pirtûkxaneyê bi cih dike. Ev jî dibe sedem ku fêdeyeke baş bigihêje gel. Her wiha bi sepandineke dest pê dike jî her kopyayek pirtûkekê piştî ku tê girtin şûnde dîsa radestî xwediyê wê pirtûkê dike.


Hem bi bedewiya xwe û hem jî bi zanistiya xwe balê dikşîne


Hypatia di warê têkilî û qada perwerdeyê de her dem gavên nû diavêt. Dema li Atînayê dijiya bi dibistanên Platonîstên Nû yên ji aliyê Plotinus, Porphyry û Iamblichusê hatin avakirin têkilî danî. Dema tê Îskenderiyeyê li muzeya navdar konferans û dersê dide. Hypatia hem bi ciwantî hem bi bedewiya xwe û hem jî bi zanistiya xwe balê dikşîne ser xwe. Girseyeke ku heyranê wê be heye.


Rengekî cuda dide aqima Platonîstiya Nû


Li gor hinek rîvayetan Hypatia nezewiciye. Rengekî cuda dide aqima Platonîstiya Nû. Hypatia wekî jineke zanist a nezewicî heta dawiya emrê xwe jiyaye. Bi hiş û aqilê xwe tê gotin rengekî cuda daye aqima Platonîstiya Nû. Wê rêya Plotinus û Porphyry şopandiye û nîşan daye ku "Xwebûna kesayetî dikare bi ya gerdûnî yekîtiyê ava bike". Her wiha wê rêya Ammonius Saccas şopandiye û li ser şibandina di navbera olan de jî lêkolîn kiriye. Di çarçoveya seferberiya li dijî olên pirxwedayî ya li Îskenderiyeyê de peresgehên pirxwedayî dewrî dêrê tên kirin û ev jî dibe sedem li bajêr raperînek rû bide. Wê demê yek ji pêşengên navdaran Olympius bû û Hypatia jî di warê têkiliyê de nêzî Olympius bû. Di feraseta Hypatiayê ya Platonîstiya Nû de sêhr, ayîn û kehanet cih nedigirtin. Ji ber nêzî Olympius bû loma ev jî ji kesên dijberî wê jî bûbû mane.


Bi 'bêoliyê' tê sûcdarkirin


Li gor hinek jêderkan tê gotin Hypatia li dijî Xirîstanyê şer dest pê kiriye û Xiristiyan bi awayekî tund li dijî wê derketine. Tê gotin dawiya trajedîk a Hypatiayê jî li ser vê yekê qewimîye. Têkiliyên wê yên siyasî li ser dilê dijminên wê rûniştiye û ew tirsandine. Jixwe dema mirov bi hêz bin her dem di dilê neyarên xwe de tirseke mezin ava dikin. Li ser vê yekê fesadî jî têkildarî Hypatiayê de hatine kirin.


Roza Metîna