Jinên qorsan ên wêrek û azad: Anne û Mary

Jinên qorsan ên wêrek û azad: Anne û Mary


Dema em bizîvirin û li dîrokê binêrin jin ji gelek qadan bêpar dihatin hiştin. Vê yekê nedihişt jin pêş bikeve û jin li paşiya perdeyê diman. Lê gelek jinan bi wêrektiya xwe û bi rihê xwe yê azad li hemberî vê pergalê sekinîne. Di demeke jin li derveyî gelek tiştî dihatin hiştin de û di demeke dihat bawerkirin ku jin di keştiyan de dibin sedema bêyomiyê de herdu jinên zîrek û li dijî pergalê serî netewandin Anne Bonny û Mary Read li ser rêya li hev rast tên dibin dostên hevdu. Wan bi çîroka xwe di dîrokê de deng vedan. Çimkî di serdemeke dihat payin jin serî bitewînin de ew li dijî kevneşopiya jin wekî kole didît, sekinîn. Wan li behrên bi fikra 'aîdî mêran e' ji jinan re dihatin qedexekirin, jiyana xwe domandin.


Çîroka Anne


Di sala 172'yan de li bajaroka Kinsale County Cork a Îrlandayê Anne Bonny çavên xwe ji cîhanê re vedike. Navê dayika wê Mary Brennan e. Wekî gelek jinan zext dev ji Maryê jî bernade. Dema bi Anneyê re bi ducanî bû ji ber zextan tevî William li Emerîqayê bi cih dibe. Ew li Başûrê Carolinayê bi zarokên xwe re dest bi jiyaneke nû dike. Jiyaneke nû ji bo her mirovî carinan pêwist e. Ew Mary wekî hevjînê xwe dide naskirin û karê xwe yê hiqûqê didomîne. Di warê kar de dixwaze serkeftî be û karê wê baş biçe.


Berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milan


Dayik dema zarok di temenekî biçûk de bin koça dawiyê bike ev ji bo zarokan gelekî zehmet e. Anne dema hîn zarok bû diya wê jiyana xwe ji dest dide. Loma Anne jî bi rewşeke zehmet rû bi rû dimîne û kar dikeve ser milê wê. Berpirsiyarî ji ber giran e Anne bi demê re hêrsok dibe. Jiber di her serdemê de zihniyeta qirêj li hember jinê dikeve meriyetê Anne jî ji vê yekê para xwe girtiye. Dema 14 salî bû ye hevalê bavê wê dest dirêjî wê dike û Anne wî birîndar dike û ew mêr mecbûr dimîne di nava livînan de jiyana xwe bidomîne.


Hezkirina deryayê ji zarokatî dest pê dike


Di jiyana mirovan de ilim tiştek dibe sedem ku beriyê xwe bi aliyekî veke. Kelecan û xeyalên mirovan wan ber bi dilê wan ve dibe. Anne hîn 16 salî ye dilê wê dikeve ajokarê keştiyê James Bonny û vê yekê ji bavê xwe vedişêre. Ev rewş wê aciz jî dike. Bavê wê William dixwaze Anne bibe jineke mîna ew dixwaze. Mixabin ev ezezoktiya gelek caran ji dilê mirovan rû dide. Dema bi têkiliya Anne dihese gelekî hêrs dibe. James jî wê demê nîvqorsanek e. Anne mîna bavê xwe nafikire. Planên wê yên cuda hene. Evîn û hezkirina Anne ya deryayê ji 16 saliya wê de dest pê dike. 


undefined
Murettebata ku bê amedakarî bi êrişa keştiya qorsan a Jamaika'yê rû bi rû dimîne piştre dikeve nava şerekî dijwar. Her du jin heta dawiyê şer dikin û piştre dîl tên girtin. Di 28'ê Mijdarê de cezayê îdamê li Mary û Anneyê tê birîn


Ji bo gera li ser deryayê wêrekî divê


Carinan biryar û xeyalên mirovan li dijî îtirazan derdikevin. Anne û James jî li dû biryar û xeyalên xwe çûne. Bi ya William nekirine û zewicîne. Ew li dû xewn û xeyalên xwe diçin û li Nassau ya wekî "Buhuşta qorsanan" tê dîtin, xwe dibînin. Ji ber bi ya xwe kirin û bi dû dilê xwe ketin ji rewşa xwe razî ne. Anne hevaltiyê bi Pierre dike. Pierre jî cihekî şahiyê dide xebitandin. Wêrektî mijareke girîng e û rê li ber gelek xewn û xeyalan vedike. Ji bo gera li ser deryayê jî wêrekî divê. Di warê gera li ser deryayê Pierre, Anneyê wêrek dike. Lê îxanet her carê di warê bicihanîna xeyalan de dibe wekî kelemekê. James hevalên xwe yên qorsan dide dest û beramberî vêya jî ji hukemetê peywira walîtiyê digire. Di wê demê de Anne jî bi mêrê dewlemend Chidley Bayard têkiliya hestiyariyê datîne. Lê ew û derûdora Chidley li hev nakin. Piştre ji hev diqetin.


Gava yekem a ji bo keştiyê tê avêtin


Anne piştî ewqas tişt dijî piştre bi dilqê mêran dikeve keştiyê. Jixwe di dîrokê de gelek jin mecbûr mane têkevin dilqê mêran û bigihêjin xeyalên xwe. Ji ber li gor baweriya wê serdemê ger jinek di keştiyekê de be ev dibe sedema bêyomiyê. Loma Anne demekê di dilqê mêran de mecbûr dimîne bixebite. Ew di warê lêdanê de gelekî jêhatî ye û çekê jî baş bi kar tîne. Loma kesek pê dernaxe ku Anne jin e. Ev jêhatîbûna wê jê re dibe avantajek. Di demek kurt de hemû kes rêzê ji Anne re digire. Dîsa li vir serboriyeke evînê dest pê dike. Anne dibe evîndara Calico Jack Rackham ê deryavan. Ji ber ducanî dimîne loma hemû kes bi zayenda wê dihese. Heta pitik çêdibe li Kubayê dimîne. Lê her dem şans bi rûyê mirovan nakene. Pitik bi awayekî mirî ji dayik dibe. Anne gelekî di bin bandora vê yekê de dimîne û xemgîn dibe. Jack Anneyê ji Kubayê digire heta Anne hinekî aram dibe ew dev ji qorsantiyê berdide û demekê jiyaneke aram dijîn. Lê belê mêrê Anne dev jê berdabû dixwaze wan qetil bike loma ew jî dîsa xwe davêjin bextê deryayê. Anne dibe qorsaneke navdar. Ew li nêzî Maracaiboyê li keştiyeke qorsan a Hollandayê rast tên û Anne bi qorsaneke jin a ew ê bibe dosta wê ya mayinde rast tê. Navê vê jina qorsan a ew ê bibe rêhevala Anneyê, Mary Read e.


Çîroka Mary


Jina Qorsan Mary jî di 1685'an de li Îngilistanê ji dayik dibe. Dayika wê ya ji aliyê aboriyê ve rewşa wê ne baş e ji bo ji hevjînê xwe yê jiyana xwe ji dest daye alîkariya aboriyê bigire Mary dixe dewsa lawê xwe yê mirî. Mary ji ber vê rewşê mecbûr dimîne têkeve dilqê mêran. Wekî foot-boy kar dibîne û di keştiyekê de dixebite. 


undefined


Di nava artêşê de dixebite


Mary piştre beşdarî artêşa Îngilizan a bi hêzên Hollandayê re tifaqa wê ya li dijî Fransiziyan heye, dibe. Ew li vir jî mecbûr dimîne têkeve dilqê mêran. Lê li vir jî wêrektî û serkeftina xwe ispat dike. Di vir de vê carê serboriya eşqê ya Maryê dest pê dike. Ew dibe evîndara leşkerekî Flaman. Mary li vir dema nasnameya xwe diyar dike ji artêşê tê avêtin. Lê bi evîndarê xwe re dizewice. Mary piştî dizewice bi mêrê jê hez dike li Xana "De drie hoefijzers" ya li hinda Kela Breda ya Hollandayê bi cih dibin. Piştî hevjînê wê koça dawî dike ew jî dîsa cilên mêran li xwe dike. Dîsa dest bi xizmeta leşkertiyê dike. Di warê aştiyê de pêşketin tune ye loma ew jî di 1715'an de li Giravên Rojavayê Hîntê bi cih dibe.


Anne û Mary li hev rast tên


Mary bêyî deryayê îdare nake. Hesreta wê ya deryayê her roj zêde dibe. Ew ji demekê şûnde terka malê dike û bi keştiyeke qorsan a Karayipan dest bi rêwitiyekê dike. Li nêzî Maracaliboyê keştiyeke din a qorsan êrişî wan dike û Mary jî di nava kesên dîl hatine girtin de cihê xwe digire.


Rêhevaltiya du şervanan dest pê dike


Jin hest û hîsê wan zêde pêş ketine. Loma ew vê gavê gelek tiştan ferq dikin. Anne Marya ku wekî wê ketiye dilqê mêran zû ferq dike. Ew dema nasnameya hevdu ji hevdu re eşkere dikin dostaniya wan a di keştiyê de dest pê dike. Ew du şervanên baş ên keştiya qorsan in.


Înfazên wan tên taloqkirin


Murettebata ku bê amedakarî bi êrişa keştiya qorsan a Jamaika'yê rû bi rû dimîne piştre dikeve nava şerekî dijwar. Her du jin heta dawiyê şer dikin û piştre dîl tên girtin. Di 28'ê Mijdarê de cezayê îdamê li Mary û Anneyê tê birîn. Her du jî diyar dikin ku ew ducanî ne û înfazên wan tên taloqkirin. Dawiyê tê eşkerekirin herdu jî ducanî ne. Cezayê muebbetê piştre li wan tê birîn. Mary di girtîgehê de bi nexweşiya sincirandinê dikeve û di Nîsana 1721'ê de jiyana xwe ji dest dide. Aqubeta Anne jî nayê zanîn. 


Roza Metîna