Lucretia Coffin Mott a ji bo mafê bikarnanîna deng a jinê têkoşiya

Lucretia Coffin Mott a ji bo mafê bikarnanîna deng a jinê têkoşiya

Lucretia Coffin Mott bi helwesta xwe ya li dijî koletiyê û bi têkoşîna xwe ya ji bo bikarnanîna mafê deng a jinê di dîrokê de navê xwe da nivîsandin. Ew wekî katalizora pêla femînîzmê ya yekem jî tê qebûlkirin. Lucretia Coffin Mott di 3'yê Çileyê 1793'yan de li bajarê Nantucket ê eyaleta Massachusettsê ya Emerîqayê ji dayik bû. Ew di warê perwerdeyê de serkeftî bû loma di demeke kurt de bû mamoste lê belê wê nêviyê mûçeyê mêrên perwerdekar digirt. Vê tecrubeya wê ya li Dibistanek Quakerê berê wê bi femînîzmê vedike.


Li dijî koletiyê derdikeve


Lucretia di 1811'an de li dibistanê James Mott ê mamoste nas dike û pê re dizewice. Lucretia nêzî olê dibe û di 1818'an de li dêrê dixebite. Li vir di destpêkê de bi komên li dijî koletiyê ne tê gel hevdu. Ew berhemên wekî cawê bi pembo û şekir bi hinceta bi keda koleyan a tê mêtingerkirin hatine çêkirin boykot dikin. Lucretia di heman demê de xwe di warê xîtabê de pêş dixe. Bi vê yekê xwe di nava siyasetê de dibîne. Lucretia di 1821'ê de dibe wezîra Quaker a navdar. Ew di vê demê de wekî "Dosta gel" roleke çalak digire ser xwe. Ew di 1827'an de ji mala xwe ya Philadelphiayê radibe û li hemû welatî digere. Ew weaza dide û fikrên xwe yên li dijî koletiyê vedibêje.


Li dijî zayendperestiyê jî têdikoşe

Lucretia li gel têkoşîna li dijî koletiyê têkoşîna xwe ya li dijî cihêkariya zayendiyê jî didomand. Cihêkariya zayendiyê berê dişopîne, ji ber çav derbas dike û piştre li dijî wê li berxwe dide. Ji ber jin bû nikaribû biçiya her komeleya li dijî koletiyê. Li ser vê yekê li ser mafên civakî û siyasî yê jinê jî xebatê dike. Piştî demek kurt hem Lucretia hem jî James di 1840'î de ji bo Konvansiyonuya li dijî Koletiyê ya Cîhanê wekî delegeyên ABD'ê tên hilbijartin. Lê belê li Londonê jî ji ber nasnameya "jintiyê" bertek nîşanî Lucretia tê dayin. Di civîna yekem de delegeyên mêr ji bo jinên li dijî koledariyê beşdarî rûniştinê nebin deng bi kar tînin. Li ser vê yekê li Lucretia û aktivîstên jin ên dinê bi awayekî bêdeng li nîqaşan guhdar bikin. Lê belê Lucretia bi biryar e dengê xwe bide bihîstin. Di civîneke şopandinê de bi ser dikeve ku xîtabî guhdarvanan bike û li ser mijara berhemên belaş (malên bêyî keda koleyan tên hilberandin) diaxive. Axaftina wê kurt be jî bandorê dide avakirin û nayê jibîrkirin. 

undefined
Lucretia û Elizabeth di 1848'an de xebateke mezin kirin. Di 1848'an de bi kedeke mezin li Seneca Falls'daki Wesleyan Chapel a New Yorkê civîna mafê jinê tê lidarxistin. Ev civîn li cîhanê ji bo têkoşîna mafê dengdayinê ya jinê bû xebata rêxistinkirî ya yekem. Di civînê de Danezana Hestan a Lucretia û Elizabeth hat xwendin. Di vê danezana paralelê Danezana Azadiyê gotinên "Hemû jin û hemû mêr bi awayekî wekhev hatine afirandin" balê dikşînin. Ev civîn wekî katalizora yekem a pêla femînîzmê ya Emerîqayê tê qebûlkirin

Ji bo mafê jinê têdikoşe


Yek ji mijara herî girîng a kongreya bi nîqaş derbas bû hevdîtina Lucretia ya bi hevala wê ya

têkoşîna Elizabeth Cady Stanton bû. Her du heval li ser pêkanînên zayendperest ên pê rû bi rû dimînin û li ser neheqiyên jinên din pê rû bi rû diman hûr dibin. Di salên 1840'î de hinek eyalet zagonên mafên darayî û milkiyetê berfirehtir dike, berfireh kirin û bi vê yekê mafê jinê bêtir eleqeyê dibîne. Lê belê heta 1848'an ji bo meseleyê tiştên pêwist ji sedî sed nayên kirin. Di 9'ê Tîrmeha 1848'an de Lucretia bi xwişka xwe Martha Coffin Wright, Jane Hunt, Mary Ann McClintock û Elizabeth Cady Stanton li mala Hunt a Waterloo New Yorkê ji bo serdanê hatin gel hevdu. Piştî vê civînê fikra kongreyê pêş dikeve.


Civîna mafê jinê tê lidarxistin


Lucretia û Elizabeth di 1848'an de xebateke mezin kirin. Di 1848'an de bi kedeke mezin li Seneca Falls'daki Wesleyan Chapel a New Yorkê civîna mafê jinê tê lidarxistin. Ev civîn li cîhanê ji bo têkoşîna mafê dengdayinê ya jinê bû xebata rêxistinkirî ya yekem. Di civînê de Danezana Hestan a Lucretia û Elizabeth hat xwendin. Di vê danezana paralelê Danezana Azadiyê gotinên "Hemû jin û hemû mêr bi awayekî wekhev hatine afirandin" balê dikşînin. Ev civîn wekî katalizora yekem a pêla femînîzmê ya Emerîqayê tê qebûlkirin.


Civîna duyem a Peymana Mafên Jinê çêdibe


Piştî du hefte şûnde li Rochestera New Yorkê civîna duyem a Peymana Mafên Jinê çêdibe. Lucretia dema li wir diaxive bi pirsên pasajên Încilê yên piştigiriyê didin fikra desthilatdariya mêr rast tê. Lucretia tîne ziman dema nivîsek bê şîrovekirin mirov divê aqlêxwe bi kar bîne. Wê her arguman bi lezgînî vala derxist û nîşan dide ku ew di warê olê de çiqas zana ye. Lucretia di 17'ê Kanûna 1849’an de wekheviya zayendiyê diparêze û tundiya li ser jinê ya di dema zewacê de şermezar dike. Ew bi hêza xwe ya xîtabetê balê dikşîne. Ew çend salan beşdarî çalakiyên cuda dibe û diaxive.


'Başî başiyê ava dike'


Di sala 1850'î de dema Zagona Koletiya Qaçax dikeve meriyetê Lucretia û James wekî perçeyekî Xeta Trênê ya di binê Erdê de deriyê xwe ji koleyên qaçax re vedikin. Di 1866'an de alîkariyê dide ku Komeleya Aştiyê ya Pennsylvaniayê bê avakirin û beşdarî xebatên aştiyê dibe. Di heman salê de wekî seroka Konvansiyonuya Mafên Wekhev a Emerîqayê tê hilbijartin. Lucretia, ji bo mafên jinê yên siyasî û mafê jinên reşik ên siyasî bingeha gelek rêxistinan ava dike. Ew têkoşîna aştî û wekheviyê tîne ziman û gotina wê ya "Başî başiyê ava dike" di dîrokê de cihê xwe digire. Lucretia, di 11’ê Mijdara 1880’İ de li Chelton Hills a Pennsylvania diçe ser dilovaniya xwe.


Roza Metîna