Helbestkara li dijî dijminatiya li ser jinê têkoşiya: Christine de Pizan

Helbestkara li dijî dijminatiya li ser jinê têkoşiya: Christine de Pizan

Di her kêlî û dîroka jiyanê de her dem dijminatî li ser jinê hatiye meşandin. Lê belê gelek jinên hêja jî li dijî vê yekê rûneniştine. Wan jî li gor îrade û baweriya xwe li berxwe dane. Yek ji van jinên hêja Helbestkar û Nivîskar Christine de Pizan e. Ev jina ku serdestiya mêr qebûl nekir di heman demê de fîlozof e jî. Wê qada têkoşîna li dijî dijminatiya li ser jinê fireh kir û ji jinan re bû mînaka wêrektiyê.


Li ser muneccimtî, tip û sîmyayê xebat kir


Jina nîşaneya têkoşîneke dîrokî Christine de Pizan di 1364'an de li Venedîkê ji dayik bû û têkoşîna li dijî dijminatiya li hember jinê ya çanda serdema navîn ji xwe re kir felsefeyek. Nivîskar, helbestkar, fîlozof Christine de Pizan li dijî dijminatiya li hember jinê têkoşîneke mezin da û gav paşde neavêt. Bi navê xwe yê tê zanîn Pisan, tayînî Qesra V.Charles tê kirin û li vir girêdayî qiral li ser muneccimtî, tip û sîmyayê xebatan dike. Ji bo Pîsanê qadeke xwe pêş bixe hatiye afirandin. Di mijara bikaranîna ziman de xwe pêş xistiye. Destnivîsên di belgetiya qiraliyetê ya V.Charles de di warê pêşketina Pîsanê de xwedî roleke girîng e.


Di qada wêjeyê de jî xebat da meşandin


Pîsan a wekî nivîskar, helbestkar, fîlozof rêz jê re tê nîşandan, di temenekî biçûk de dizewice. Di 15 saliya xwe de bi sekreterê qesra qiraliyetê Etienne du Castel re dizewice û 3 zarokên wê çêdibin. Hevjînê wê di 1390'î de dema peywireke qiral dayê bi cih tîne ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dide. Piştre bi zarokên xwe re li gel diya xwe bi cih dibe. Pîsan hem ji bo debara xwe bike hem ji ber ji nivîsandinê hez dike dest bi nivîsandinê dike. Di 1393'yan de dest bi baladên mijarên wê eşq in dike. Baş e ku ev yek bala mirovên derdora qesrê dikşîne. Di navbera salên 1393 û 1412'yan de ji 300'î zêdetir balad û gelek helbestên kurt dinivîse. Bi vî rengî di qada wêjeyê de jî xebat da meşandin. Helbestên wê yên xîtabî zumreya elît dikirin bêtir li ser wêrektî û jinê bû.


Jinên esilzade divê ziman xweş bi kar bînin

Pîsan wekî helbestkareke profesyonel a yekem a Ewropayê hat bihîstin. Di salên 1401-1402'yan de şerekî edebî diqewime û ev dibe sedem navê Pîsanê li derveyî zumreya bilind jî bê bihîstin. Cihê jinê ya di civakê de jî kiriye mijara nîqaşê. Li gor wê jinên esilzade divê ziman bi awayekî xweş bi kar bînin û teswîra wan di nava wêjeyê de cihê xwe bigire. Wê li ser hezkirina mirovan jî dinivîsand. Her wiha di helbestên wê de şopa jiyana wê jî hebû.

Her wiha aniye ziman ku divê piştgirî ji bo jêhatîbûna jinê ya di mijarên takekesî û civakî de bê dayin. Wê di warê rê û rêbazên nivîsandina xwe de mafê jinê parastiye.
undefined


Berhemên cuda nivîsand


Pîsanê bi berhemên xwe mîrateyek jî ji qada wêjeyê re hişt. Di 1405'an de berhemên xwe yên bi navê Pirtûka Jinên Bajarî, Nirxên Xaniman ên herî serkeftî dihatin dîtin nivîsandiye. Destkeftî û serkeftinên jinan ên di qada hebûna civakê de jî di berhemên xwe de girtiye dest. Her wiha li ser dijminatiya li ser jinê ew ê çawa kêm bibe kûr bûye û pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kiriye. Bi pîvaneke girîng bandor li helbesta sedsala 15'emîn a Îngilîzan kiriye. Hêmayên jinê wekî bingeh girt dest û û li dijî dijberên jinê nivîsandiye.


Mafê jinê parastiye


Pîsanê di berhemên xwe de bal kişandiye ser girîngiya fikir û gotina jinê jî. Di berhama xwe ya bi nave Gencîneya Jinên Bajarî de di mijara avakirina aştiyê aniye ziman ku divê jin jî di vê mijarê de bibin xwediyê gotinê. Her wiha aniye ziman ku divê piştgirî ji bo jêhatîbûna jinê ya di mijarên takekesî û civakî de bê dayin. Wê di warê rê û rêbazên nivîsandina xwe de mafê jinê parastiye.


Berhema ji bo dîroknasan girîng e nivîsand


Pîsanê di 1429'an de berhema Çîroka Jan Dark jî nivîsandiye. Di vê berhemê de behsa parastina zayenda jinê ya jineke pêşengiya leşkerî dike, kiriye. Ji bo dîroknasan jî ev berhem girîng e. Pîsanê beşdariya kar a jinê jî parastiye. Li ser axaftina hunerê jî bandora wê çêbûye. Wê ders daye xwendekarên mêr jî. Vê jina jêhatî di 65 saliya xwe de biryar daye ku dawiyê li jiyana xwe ya nivîsandinê bîne. Helbestkara li dijî dijminatiya li ser jinê têkoşiya di 1430'î de li peristgeha bajarê Poissyê yê Firansayê koça xwe ya dawî dike. 


Roza Metîna