Yek ji pêşengê zanistê: Archimedes

Yek ji pêşengê zanistê: Archimedes


Gelek navên bi mijara zanistê di dîrokê de cihê xwe girtine hene. Mirovên zanistê bi teşe û dîtinên cuda bal kişandine ser xwe. Navên mîna Archimedes, Euclides, Leonardo da Vinci, Nicolaus Copernicus, Gelileo Galilei, Johannes Kepler, Isaac Newton, John Dalton, Michael Faraday, Charles Darwin, Johann Gregor Mendel, Louis Pasteur, Marie Curie, Max Planck di warê zanistê de hêviyeke mezin dane afirandin.


Li ser xebatên matematîk û xebatên zanistê kûr bû


Yek ji pêşengên zanistê yên serdema xwe Archimedes (Arşîmet) e. Ji malbateke koka xwe dispêre Grekê tê û li bajarê Sirakuz ê Sicilyayê ji dayik dibe. Gelek caran zarok di bin bandora aliyê serkeftî yê dê û bavê xwe de dimînin. Dibe ku Arşîmet jî wiha be. Bavê wî astronomekî navdar bûye. Li navenda zanistê ya serdemê li Îskenderiyeyê hînbûna xwe diqedîne. Hinek tişt hene mirov jê feyzê digirin. Arşîmet ji geometriya Euclidê feyz digirt. Biryarek da û piştî ji Sirakuzê vegeriya, li ser xebatên matematîk û xebatên zanistê kûr bû. Tê gotin berî zayinê di 287'an li Sicilyayê ji dayik bûye.


Çêkirina probleman ji bo Arşîmet azweriyek bû


Hinek kes hene xebat û lêkolînên xwe bi berfirehî çêdikin. Arşîmet ê di warê matematîkê de pêşketî jî xebat û lêkolînên berfireh dikir. Lê bêtir bala wî li ser qetên konî, hidrostatik û pirsgirêkên kuram-sal ên hevsengiyê bû. Çêkirina probleman ji bo wî kêfxweşiyek û azweriyek bû. Li gor hinek gotinan li seylaxê (plaj) dema bi problemeke geometriyê mijûl dibû nakeve ferqiya leşkerên Romayî û êriş lê tê kirin. Ji ber êrişê jî jiyana xwe ji dest dide. Her wiha li gor hinek gotinan jî tê gotin ji ber kelecana dîtina ji bo zagoneke xwezayî "Rêgeza Arşîmet" xwe avêtiye kuçeyê. Qadên Arşîmet pê eleqedar dibû hinek jê di heman demê de fîzîka sepanî, matematîka teorîk, endezyartiya şer bûn.


Palpiştekê nîşanî min bidin ez cîhanê ji cihê wê bilerizînim


Li gor hinek çavkaniyan tê gotin Arşîmet bi vê gotinê jî derketiye pêş "Palpiştekê nîşanî min bidin ez hemû cîhanê ji cihê wê bilerizînim."Ew yek ji mirovê zanistê yê herî mezin ê serdema antîk bû. Qerase (kaldiraç) xwe dispêre rêgezeke qadên wê yên sepanê zêde ne. Em dikarin li gelek avahiyên şaristaniya Asûr û Misiriyan a xwe dispêre 2000 hezar sal berê ya serdema Helenistê mînaka rêgezan bibînin. Li gor hinek çavkanî û sepanan rêgez rast dihat xuyakirin lê belê vê yekê têra Arşîmet nedikir. 

Li gor hinek çavkaniyan tê gotin Arşîmet bi vê gotinê jî derketiye pêş "Palpiştekê nîşanî min bidin ez hemû cîhanê ji cihê wê bilerizînim."Ew yek ji mirovê zanistê yê herî mezin ê serdema antîk bû
undefined


Eleqeya Leonardo da Vinci ya ji bo Arşîmet


Arşîmet dibêje du giraniyên ne wek hevdu ji noqteya piştigiriyê bi van giraniyan ji navberên orantiya berovajî dikare hevsengiya wan çêbibe. Ev rêgeza wî aniye ziman e. Dixwaze vêya wekî teoremekê ispat bike. Arşîmet li gor serdema xwe wekî xebat û hişê xwe gelekî li pêş bû. Zaneyê Ronenansê Leonardo da Vinci eleqeyek mezin ji bo Arşîmet nîşan dida. Leonardo, ji bo metnên nivîskî yên Arşîmet bi dest bixe pir li berxwe daye. Em dikarin bibêjin di hinek xebatên xwe de ew wekî mînak girtiye. Tevî hemû dahênerîyên (buluş) Arşîmet ên di qada mekanîk û îcatên wî de mijara herî zêde li ser hûr dibû geometrî bû. Yek ji dahêneriya herî serkeftî yaArşîmet jî ev e 'kûrîtiya kûreyekê dixe hundur kûrîtî yamerdaneyekê û rêjeya wan dide ber hevdu'.


Nivîsên Arşîmet dibin pirtûk


Arşîmetê hem matematîkvan, fîzîknas, di heman demê de astronom, fîlozof, endezyar û di heman demê de bingeha Hidrostat û mekanîkê daniye tê idiakirin dema li himamekê serê xwe dişo hêza rakirina avê dibîne. Vê yekê jî fêdeyeke mezin daye zanistê. Nivîsên wî yên bi Eratosthenes û Samoslu Konon re yên di serdema li Îskenderiyeyê bû dibe pirtûk. Qral Hierro ji bo Qral Ptolemy keştiyakê çêdike lê nikare dayne ser erdê. Li ser vê yekê ji bo Arşîmet keştiyê ji ser tazûg dayne erdê mekanîzmayekê ava dike. Bi vê mekanîzmayê bi tevgereke biçûk giraniyên mezin ji cih dide lîstin. Zagona hidrostatik a yekem dîtibû û zagonên bingehîn ên din jî li dû vê hatin. Ev di pirtûka "Cîsmên Avjeniyê Dikin" de dabû hevdu.


Bi saya îcatên wî Romayî bi mehan li kendavê hatine sekinandin


Tê gotin Arşîmet beşdarî siyasetê nebûye û xwe daye xebatên xwe. Lê belê welatiyan dema ji bo parastina welatê xwe ya ji Romayê alîkarî xwestiye wî jî welatî paş de venegerandiye. Bi saya îcatên wî Romayî bi mehan li kendavê hatine sekinandin. Hinek makîneyên metal û hîm ji qulikên dîwaran diavêtin Romayiyan pêş xist. Her wiha silîngên (vînc) keştiyên Romayiyan radikir û dixist avê pêş xist. Marcellus dema fam kir ew bajêr wiha nikare bigire bajar dorpêç kir. Piştî dorpêça 8 mehî şûnde Romayiyan bajar xistin bin destên xwe. Piştî du salan şûnde Dewleta Romayê hemû herêma Sicilyayê kir bin desthildatdariya xwe.


Jiyana Arşîmet di nava şer de derbas bûye


Di serdema Arşîmet dijiya li Behraspî Kartacayî, Romayî, Yewnanî her bi hev re şer dikirin. Loma hemû jiyana wî di nava şer de dewam kiriye. Mirovan ji dîtinên wî yên zanistê yên teorîk bêtir guh didan çekên şer ên pêş dixist. Welatê wî dema li dijî Romayê bi Kartaca re bû yek wê demê welatî wî ji aliyê Romayiyan ve hat dorpêçkirin. Bi hişê xwe berê welatiyan ber bi alîkariyê ve vedike. Gelek gotinên cuda yên li ser Arşîmet çawa jiyana xwe ji dest daye hene. Tê gotin gora Arşîmet bi demê re winda bûye û piştî bi salan ji aliyê Cicero yê alîkariya konsulê dikir hatiye dîtin û hatiye tamîrkirin.


Roza Metîna