Di dîrokê de her dem îxaneta navxweyî mixabin derdikeve pêşberî me û ev yek gelek caran rê li êrişên dijmin û karesatên mezin vedike. Suhabuttin Eyubi hesûdiya Deyfeyê dike loma dixwaze rêveberiyê bigire destên xwe. Ji bo bigihêje armanca xwe pêdiviya wî bi lihevkirinê heye. Li ser vê yekê diçe gel padîşahê Şamê Elmelîk Eleşref. Ji padîşah re wiha dibêje:"Mîrên li der û dora wê, wê naxwazin. Dixwazin xwe ji koletiya wê rizgar bikin. Ew li padîşahekî bi hêz û bi quwet digerin."
Deyfe Xatûn yek ji jinên kurd e ku pêşengiya lehengiyên mezin kiriye û wekî jineke ku êrişên Mogolan beralî kir di dîrokê de cihekî xwe yê taybet girt. Deyfe Xatûn lehengeke neteweyî û sembola berxwedanê ya kurd e. Jinên kurd her tim di dîrokê de bûne xwediyê rolên girîng. Bûne deng û awaza têkoşînê. Wan têkoşîn ji xwe re kirine dirûşma rizgariyê.
Bi wêrekiya xwe dibe nîşaneya serkeftinê
Deyfe Xatûn a biraziya Selahedînê Eyûbî ye di sala 1186’an a hicrî de, li Kela Helebê çavên xwe ji cîhanê re vedike. Di 25 saliya xwe de bi lawê Elmelîk Elzahirê ji xanedaniya Eyûbî re dizewice. Dema ku hevserê wê li ser desthilatdariyê ye jiyana xwe ji dest dide, ji ber ku kurê wê biçûk e, ew tê ser erk û rêveberiyê digire dest xwe û heta ku kurê wê dibe 17 salî ew bi tena serê xwe xanedaniyê bi rê ve dibe. Wekî gelek jinên kurd ên di dîrokê de navên xwe dane nivîsandin Deyfeyê jî bi wêrekiya xwe dibe nîşaneya serkeftinê. Ew dibe strana azadiyê.
Di dilê gel de cihê xwe digire
Deyfe dema peywira rêvebertiyê dike bi biryar û helwesta xwe ya adîlane di dilê gel de cihê xwe digire û di heman demê de baweriya gel bi dest dixe. Ev jina jêhatî tecrube û danehevên xwe bi zarokên xwe re parve dike. Zincîra tirsê her dişkîne û bi vî hawî dibe mînak. Lawê wê di sala 1236’an de, dema hîn 24 salî ye jiyana xwe ji dest dide. Rêveberî dikeve destê lawê wê yê ku weke Selahedînê II'yem tê nasîn. Dema ew jî jiyana xwe ji dest dide vê carê rêveberî ji neviyê wê yê hîn 7 salî ye re dimîne lê ji ber ku temenê wî biçûk e, careke din Deyfe Xatûn di temenê xwe yê 50 salî de erka rêvebirinê digire ser xwe.
Helebê û derdora wê nêzî 6 salan bi rê ve dibe. Li dijî hişmendiya paşverû disekine û rêgezên ehlaqî ji bo wê girîng in.
Bi hêz û wêrektiya xwe Mogolan beralî dike
Deyfe di warê pêşxistina têkiliyan de jî bi baqeltî tev digere. Ji ber dizane ku têkilî bandorê li ser rêveberin û çarenûsa civakekê ew ê bike. Loma di serdema rêveberiya xwe bi rêveberên Hama, Tunus, Şam, Kurdistanê têkiliyên xwe pêş dixe. Bi Selçûkiyan re jî hevdîtinê dike. Li dijî êrişên Xaçperest û Mogolan alîkariyê dixwaze. Ew bi wêrektî bersivê dide êrişan. Li hember êrişan çongên xwe tu carî danîne. Di sala 1219'an de bi pêşengiya Cengiz Xan bi awayekî dijwar Mogolî êrişî Buhara û Semerkantê dikin. Li van deran komkujiyên ku berê nehatine dîtin tên kirin. Bajar di nava xwînê de digevize. Ev têr nake bajar, camî, dibistan jî bi awayekî hovane tên talankirin. Dema êriş li derekê tê kirin li wir çand, huner, wêje, dîrok hedef tên girtin. Pirtûkxane tên şewitandin. Li vir jî pirtûkan tevî alimên wan dişewitînin.
Deyfe Xatûn natirse bi wêrekî serî hildide
Gelek rêveber li dijî êriş û hovîtiyê tirs û xof diket dilê wan. Lê belê Deyfe di pêvajoyeke wiha dijwar de jî natirse berovajî vê yekê têkoşîna xwe mezintir dike. Di 1226'an de Cengîz Xan dimire. Piştî 4 sal şûnde li li Saruhan, Kişlohan Berdixan û Xuwarizma êriş pêk tên û heta ber bi keviyên Firatê ve jî tê. Di hemû şerê dinyayê de bi êriş û çewisandinê hatiye xwestin tirs têkeve dilê mirovan. Bi êrişa li ser Kela Cihberê jî gel hatiye xwestin bê tirsandin. Artêşa Deyfe jî li dijî êrişan ranaweste beşek diçe Kela Cihberê yek jî diçe Kelên Şirez û Harimê û parastinê dikin. Dema parastin tê kirin Mogolî berê xwe didin Helebê.
Banga yekîtiyê dike
Deyfeyê ya ku pêşengiya yekîtiya di navbara gel de jî dike li dijî êrişan ji bo parastineke xurt bê kirin banga yekîtiyê li gel dike. Ev bang rê li pêşiya xweparastinê vedike. Welatî tên ba hevdu li kelê xwe diparêzin. Dema li derekê xweparastin û yekîtî hebe wê demê pişta êrişkaran jî qels dibe. Mogolî gelek caran êrişî Helebê û Xanedana Eyyubiyan dikin. Lê belê
Deyfeyê û leşkerên wê gav paşde navêjin. Bi serîhildaneke mezin Mogoliyan beralî dikin.
Bejna xwe li hember xiyanetê natewîne
Di dîrokê de her dem îxaneta navxweyî mixabin derdikeve pêşberî me û ev yek gelek caran rê li êrişên dijmin û karesatên mezin vedike. Suhabuttin Eyubi hesûdiya Deyfeyê dike loma dixwaze rêveberiyê bigire destên xwe. Ji bo bigihêje armanca xwe pêdiviya wî bi lihevkirinê heye. Li ser vê yekê diçe gel padîşahê Şamê Elmelîk Eleşref. Ji padîşah re wiha dibêje:"Mîrên li der û dora wê, wê naxwazin. Dixwazin xwe ji koletiya wê rizgar bikin. Ew li padîşahekî bi hêz û bi quwet digerin." Lê padîşah bi ya wî nake bi wî re li hev nake û wiha dibêje:"Ez nebaşiyê bi nevîyên Eyyubiyan nakim." Ev yek ji aliyê Deyfeyê ve tê bihîstin û gelekî bi hêrs dibe. Ew leşkerên xwe derdixe pêşiya mêrê dixwaze îxanetê lê bike û hemû malên wî ji destên wî digire. Ji xeynî vê yekê wî û alîgirên wî di Kela Helebê de hepis dike.
Li dijî Xaçperestan serî natewîne û şer dike
Di dîrokê de her êrişek bi dawî bûye lê piştî wê yeka din dest pê kiriye û li dû xwe texrîbatên mezin hiştine. Piştî êrişên Mogolan vê carê dîsa Xaçperest derdikevin qadê. Xaçperest jî mîna Mogoliyan zext û zordestiyê li gel dikin. Deyfe ya ku li dijî zilmê her serî hildaye li dijî Xaçperestan jî şer dike. Bi berxwedan û serîhildaneke mezin bi leşkerên xwe li dijî zilm, zext û zordestiyê derdikeve. Ji warê rêveberiyê jineke serkeftî ye û bandora wê jî li ser civakê hebû. Di heman wektê de jî di qada medreseyan de jî xebatên baş dike. Ew ji kar û xebatê gelekî hez dike. Dixwaze her dem ji civakê re mîrateyeke baş li dû xwe bihêle û li Helebê Medreseya Firdewsî ava dike. Di 1236'an de vir dike tekke û turbe.
Roza Metîna