Sophia, bi taybet helbestên xwe li ser zarok û jinan dinivîse. Her wiha dawetên kesên taybet, cenazeyên wan, pîrozkirina wan dike mijarên helbestên xwe. Ji bo pera helbest nedivîsand. Helbestên xwe tenê ji kesên xêrxwaz û ji hevalên xwe re radigihand. Ji berhemên nivîskarê mezmûr ê Danîmarkayî, Kingo û Helbestkar Samuel Columbus û Petrus Lagerlof ên Swêdî feyz digirt ...
Fata Reş a ku di dîroka jina kurd de xwediyê cihekî girîng e li hinek herêmên kurdan wekî Fata Nêr jî dihat binavkirin. Li ser jiyana wê rîwayetên cuda hene. Ji xeynî çapemeniya Îngilîz û Fransiyan di çapemeniya Elmanan de jî Fata Reş cih digire. Di nivîsa gravur ya di Globusa Kovara etnolojî û antropoloji ya Elmanan de di 1868'an de behsa Fata Reş tê kirin. Di vir de jî Fata Reş wekî "Fata Reş, eine kurdische prinzessin", "Fata Reş a Prensesa Kurdan" tê binavkirin ...
Lucretia li gel têkoşîna li dijî koletiyê têkoşîna xwe ya li dijî cihêkariya zayendiyê jî didomand. Cihêkariya zayendiyê berê dişopîne, ji ber çav derbas dike û piştre li dijî wê li berxwe dide. Ji ber jin bû nikaribû biçiya her komeleya li dijî koletiyê. Li ser vê yekê li ser mafên civakî û siyasî yê jinê jî xebatê dike ...
Zenobia, bi xweşikbûn û zanebûna xwe tê zanîn. Çavên wê reş û dibiriqin. Xwediyê rûyekî xweşik e. Dengekî wê yê melodîk û bi hêz heye. Yewnaniya Antîk, Aramî, Erebî û Latînî dizanibû. Bala wê li ser dîrokê bû. Xebatên Homeros û Eflatun di serî de nivîskarên din ên Yewnanî jî dişopand. Vexwarin û nêçirvanî ji bo wê kêfxweşiyên sereke bûn ...
Margaret bi xebatên xwe yên di qada felsefeya xwezayê û zanista modern de ji filozofên serdemê yên herî kêrhatî ye. Nivîskar Margaret di 1667'an de wekî jina yekem e ku beşdarî civîna li Cemiyeta Qraliyeta Londrayê dibe. Bi fîlozofên Thomas Hobbes, René Descartes û Robert Boyle tê gel hevdu. Dema em lê dinêrin gelek caran gelek kes ji rastiya rexneyê xwe vedişêrin. Lê Margaret wiha nekiriye. Wan fîlozofana rexne jî dike ...
Qadên Furuxê pê mijûl dibin gelek in. Ev jî serkeftina wê dide pêş çavan. Furuxê ji xeynî helbest û sînemayê bi şano û wêneyan jî mijûl dibe. Di wêneyên xwe de rengan bi hostetî bi kar tîne. Ew di heman wextê de lîstikeke Bernard Shaw werdigerîne Farisî. Her wiha di lîstika Şeş Heb li Nivîskarê xwe Digere ya Pirandello de derdikeve ser dikê ...
Li dijî newekhevî, hişmendiya zayendperest û dijminatiya jinê jinên mîna Leyla Qasim ku serî netewand û berî bê îdamkirin peyama berxwedanê da û jina bi navê Jeanne d'Arc (Jan Dark) a li dijî dagirkeriyê serî netewand şer kir û di encamê de bi awayekî zindî hat şewitandin bûn sembolên têkoşînê. Jinên mîna Leyla Qasim û Jeanne d'Arc (Jan Dark) di heman demê de li dijî zihniyeta baviksalarî û cihêkariya zayendiyê jî serî hildan ...
Deyfeyê ya ku pêşengiya yekîtiya di navbara gel de jî dike li dijî êrişan ji bo parastineke xurt bê kirin banga yekîtiyê li gel dike. Ev bang rê li pêşiya xweparastinê vedike. Welatî tên ba hevdu li kelê xwe diparêzin. Dema li derekê xweparastin û yekîtî hebe wê demê pişta êrişkaran jî qels dibe ...