Zenobia ya li dijî Romayiyan serî hilda

Zenobia ya li dijî Romayiyan serî hilda

Zenobia wekî Keybanûya Palmîra li dijî Romayiyan serî hildaye û navê xwe wiha di dîrokê de daye nivîsandin. Bi navên cuda tê bibîranîn. Li Romayê wekî elîteke civakî, fîlozof û hukumdareke rêz jê dihat girtin tê bîranîn.


Lulia (Julia) Piştî Zayinê di 240'î de wekî Aurelia Zenobia ji dayik dibe. Bi navên cuda yên mîna Zennubiya, Zenobiya, Zennube, Leila Zenobiya, Azize Zeynep... tê binavkirin. Zenobia û dayika xwe bi navê Al-Zabba tên binavkirin. Ev nav tê wateya "xweşik, pordirêj". Navê Zeynep jî bi erebî ji "Zeyn-u Eb"hatiye gel hevdu û tê wateya "xemla bavê xwe","xweşika bavê xwe".


Zenobia, bi xweşikbûn û zanebûna xwe tê zanîn. Çavên wê reş û dibiriqin. Xwediyê rûyekî xweşik e. Dengekî wê yê melodîk û bi hêz heye. Yewnaniya Antîk, Aramî, Erebî û Latînî dizanibû. Bala wê li ser dîrokê bû. Xebatên Homeros û Eflatun di serî de nivîskarên din ên Yewnanî jî dişopand. Vexwarin û nêçirvanî ji bo wê kêfxweşiyên sereke bûn.


Bavê wê Zabali ben Selim an jî Lulius (Julius) Aurelius Zenobius di 229'an de li Sûriyeyê wekî pêşengekî klan tê zanîn. Îfadeya Aurelius a bavê wê xuya dike ku pêşiyên Zenobia demeke dirêj e hemwelatiyên Romayê ne.

Zenobia, li bajarê Palmirayê ji dayik bû û mezin bû. Tê gotin dibe dayika wê Misirî be. Tê gotin Zenobia ziman û çanda antîk Misirî baş dizane. Li gor lêkolînên dawiyê yên li Pamirayê hatin kirin hat diyarkirin ku bavê wê xwediyê navê Antiochu yê Yewnanî ye.


Zenobia, mensûba malbata qraliyetê ya Emesa ya Ereb bûye. Ev malbata di nava aristokrasiya ereban de li koka Humus bûn. Tê zanîn prensesa Fasî Julia Urania'nın (Drusilla) û keybanûya Misirî VIII. Kleopatra jî ji nîjadê Keyaniya Emesa tên.


Zenobia, di 258'an de bi Qral Septimius Odaenathus re wekî hevjîna duyem dizewice. Ji hevjîna ewil a Odaenathus lawekî wan ê bi navê Hairan çêdibe. Romayî dema li herêmê lawaz dikevin Qral Septimius Odaenathus serdestiya herêmê bi dest dixe. Zenobia piştgiriyê dide Qral Septimius Odaenathus. Di 266'an de lawekî Zenobia û Odaenathus çêdibe û navê wî dikin Lucius Iulius Aurelius Septimius Vaballathus Athenodorus. Bi erebî tê wateya "Diyariya Xwendawend". Vaballathus navê dapîrê qral bû.

undefined
Zenobia, li bajarê Palmirayê ji dayik bû û mezin bû. Tê gotin dibe dayika wê Misirî be. Tê gotin Zenobia ziman û çanda antîk Misirî baş dizane. Li gor lêkolînên dawiyê yên li Pamirayê hatin kirin hat diyarkirin ku bavê wê xwediyê navê Antiochu yê Yewnanî ye

Di sala 267'an de kur û hevjînê Zenobia Odaenathus û Hairan di suîqestekê de dimirin. Vaballathus hîn yeksalî bû û Zenobia rêveberî xist bin hîmaya xwe. Navê wê û lawê wê qertafên rûmetê Augusta û Augustus girtin. Zenobia qada Împeratortiya Palmirayê berfireh kir. Di 269'an de artêşa Palmirayê di bin fermandeya Zenobia û General Zabdas ket Misirê. Zenobia xwe wekî "Keybanûya Misirê" îlan kir. Bi leşkeran li hespê siwar dibû û bi kîlometrayan dimeşiya loma wekî "Keybanûya Şer" dihat bîranîn. Împaratorê Romayê Aurelian, li Rojava sefer dibir ser Împaratortiya Galyayê. Hakîmîyeta Palmîrayê qebûl nedikir. Hêzên Aurelia û Zenobia li nêzî Antakyayê li hev rast tên û bi hev ketin û şer kirin. Artêşa Palmîrayê têk çû û vekişiyan bajarên Antakya û Emesayê. Keybanû û lawê xwe ji bo alîkariyê ji Sasaniyan bixwaze derket ser rê. Lê suvariyên Romayiyan ew li nêzî Pulumur (Dêrsim) girtin. Bi şerdê Palmîrayê hineweşînin ew û lawê wê teslîm bûn. Împartortiya Palmireyê ya ket destên artêşa Romayê ji ser rûyê dîrokê winda bû.


Zenobia û Vaballathus, ji bo bivin Romayê derketin ser rê. Dema ji Stenbolê derbas dibin kurê Zenobiayê dikujin û davêjin behrê. Di 274'an de Zenobia bi zincîrên ji zêr girê didin û rê welatiyên Romayê didin. Piştre ji aliyê împarator ve jiyana Zenobiayê tê parastin. Li Romayê wekî elîteke civakî, fîlozof û hukumdareke rêz jê dihat girtin tê bîranîn. Bi senator û waliyekî Romayî yê navê wî nayê zanîn dizewice.


Li gor hinek jêderkan Zenobia heta sedsala çaremîn jiyaneke aram domandiye. Li gor hinek lêkolîneran jî dema Aurelian êriş kiriye li Palmirayê sûîqast lê hatiye kirin û miriye. Li gor hinek çavkaniyan jî tê gotin dema ji Stenbolê derbas dibin kurê Zenobiayê dikujin û davêjin behrê. Di 274'an de Zenobia bi zincîrên ji zêr girê didin û rê welatiyên Romayê didin. Piştre ji aliyê împarator jiyana Zenobiayê tê parastin. Li Romayê wekî elîteke civakî, fîlozof û hukumdareke rêz jê dihat girtin tê bîranîn. Bi senator û waliyekî Romayî yê navê wî nayê zanîn dizewice. Her wiha hinek gotinên din jî têkildarî jiyana wê tê gotin.

 

 Roza Metîna