Ehmedê Xanî yê ji hemû cîhanê re bû mînak li dû xwe mîrateyek girîng hişt

Ehmedê Xanî yê ji hemû cîhanê re bû mînak li dû xwe mîrateyek girîng hişt

Ehmedê Xanî yê ku ji bo wêjeya kurdî xizmeteke mezin kiriye di sala 160'ê ya koçî/1650-51'ê zayînî de li Bazidê ji dayik dibe. Navê bavê wî Îlyas, navê diya wî jî Gulnîgar e. Xwendina xwe li Bazidê dest pê kiriye; xwendina xwe li navendên ‘ilm û çandê yên wê demê mîna Xelat, Wan, Riha û Bedlîsê domand; Îcazeta xwe jî li Wanê li cem Mele Camî, seydayê Medreseya Xoşabê, girt. Ehmedê Xanî yê zîrek û jêhatî di seraya Mîrektiya Kurd a Bazidê de wekî katibê fermî xebitî. Tenê bi zimanekî nemaye û bi saya perwerdahiya medreseyê û katibiyê wekî zimanê xwe yê zikmakî (kurdî) di zimanên ‘erebî, farisî û tirkî de jî xwe pêş xist. Helbestên bi van çar zimanan hatine nivîsandin di dîwana Ehmedê Xanî de heye. Ji van cureyên helbestan jî "Mulemma" tê gotin.


Ehmedê Xanî zarokê malbateke zana bû


Ehmedê Xanî yê ji bo hemû cîhanê mînakeke bi nirx e her dem bi ilim û zanistiya xwe rê li ber pêşketina wêjeya kurdî û parastina nasnameya kurdî vekiriye. Ew zana, jixwebawer û yek ji kesên bijarte ye. Emrê xwe têr û tije derbas kir, ilim, wêje, felsefe di ciwantiya xwe de di mejî û dilê xwe de vehewand. Xebat, mîrateya girîng a li dû xwe hiştiye di nava 57 sal emrê xwe de vehewandiye. Koçberiyê her dem di jiyana kurdan de cihek girtiye. Kalikê Ehmedê Xanî Rustem Beg jî di sedsala 17'emîn de di 1592'yan de ji Gundê Xanê yê Colemêrgê koçî Gundê Dizasorê yê Bazida Agiriyê dike. Ehmedê Xanî li Bazidê ji dayik dibe. Bavê Ehmedî Xanî Îlyas Beg li gel Mîrê Bazidê Mîr Muhammed Pîr Bela peywira qadîtiyê dike. Ji bo pêşketinê mirov xwediyê malbateke di warê hişmendiyê de ne li paş û di heman demê de zana be ev dibe sedem mirov xwediyê şanseke mezin be. Ehmedê Xanî jî bi şans bû û zarokê malbateke zana bû. Di temenekî biçûk de ilma quranê ji bavê xwe hîn dibe. Piştî bavê wî jiyana xwe ji dest dide her çiqas zehmet be jî li gel birayê xwe Mola Qasim tehsîla xwe didomîne. Bi wê daxwaz û girêdana xwe ya jiyanê demekê li Medreseya Bêgiriyê dixwîne. Piştre li Mezopotamayê tehsîla xwe bi dawî dike. Lê belê tenê bi vê namîne, ew her xwe li hînbûnên curbecur radikişîne û gera li derveyî welêt jî dike. Vê fersendê baş dinirxîne û bi zanyarên demê re li ser ilmên olî û fenê mutalayê dikin. Li medreseyên Bexda, Heleb, Şam, Îran, Misirê salên dirêj tedrîsatê (hînbûnî) dike.


Ehmedê Xanî xwedî asoyeke berfireh e


Ehmedê Xanî yê xwediyê asoyeke berfireh li Sûriyeyê felsefeya Antîk Yewnan li Mezopotamya û Îranê felsefeya tasawufê, teknîka astronomî, helbest, hunerê hîn dibe. Ew bi taymetmendiyeke bi nirx nêzî hînbûnê dibe û bi felsefeya tasawufê dest bi nasnameya xwe ya zanyariyê dike. Bi Felsefeya Antîk a Yewnan, astronomî û hunerê zanyariya xwe pêştir dixe. Ji bo hêjayê nemir gelek kes gotinê hêja dibêjin yek ji kesên ji bo wî gotinên hêja dibêje Bediuzeman Saîd Nûrsî ye. Ew ji bo Ehmedê Xanî wiha dibêje:"Ew mamosteyê min ê manewî ye. Min di manewiyatê de jî ji wî ders girtiye." Bi giştî lêkolîner di qada felsefeyê de piştî Farabî û Arîsto dibêjin mamosteyê 3'yem Ehmedê Xanî ye. Lê belê mixabin gelek kes ji ber bi vê gencîneyê nizanin ne di ferqa dewlemendiya wêjeya kurdî de ne jî. 

undefined


Ji bo pêşketina zimanê kurdî saziyên perwerdeyê vedike


Berhemên ku ji aliyê Ehmedê Xanî ve hatine nivîsandin wekî Mevlana, Yûnûs Emre, Ehmedî Yesevî Arîf, Mutasavuf wekî Gazalî, Îbnî Sîna, Farabî, Fîlozof û wekî Mola Camî, Nîzamî, Melayê Cizîrî jî Helbestkar e. Piştî ilmên ku diqedîne dizîvire Bazidê. Ji bo ziman û wêjeya kurdî pêş bikeve saziyên perwerdeyê vedike. Di wê demê de derketina pêş a hişmendiya ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî ya Ehmedê Xanî dibe sedema pêşketina wêjeya kurdî jî. Têkildarî vê rewşê bi Mîrê Bazidê Mîr Muhammed Pîr Bela re hevdîtinê dike û ji bo medreseyê veke destûrê dixwaze. Ji bo çêkirina vê medeseyê tevî Ehmedê Xanî gelek kes ji dil û can dixebitin. Ev der di serî de ji bo gelê kurd û ji bo hemû kesan dibe cihekî bi fêde. Ev medrese di dîroka gelê kurd de xwediyê girîngiyeke mezin e. Di vê medreseyê de Ehmedê Xanî bi zimanê kurdî perwerdeyê dide. Ev der ji bo kesên zana jî dibe rêyeke pêşketinê. Kesên zana jî li wê medreseyê zanyariya xwe bêtir pêş dixin. Yekem armanca vekirina vê medreseyê ew bû ku gelê kurd bi zimanê xwe ilma olê bizanibin û bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Çimkî di wê demê de hem ji aliyê perwerdeyê hem jî di aliyê jiyana civakî de zimanê osmanî û erebî serdest in loma kurd di vî warî de kêm mane. Mixabin di dema me ya niha de jî kurd hîn bi awayekî azad nikarin zimanê xwe biaxivin û perwerdeya bi zimanê kurdî bibînin.


Ehmedê Xanî ji ber zana û dilnizm e tê hezkirin


Baweriya Ehmede Xanî ew e ku her mirov eslê xwe zanibe û bi dilsozî tev bigere. Ehmedê Xanî bi dilnizmiya xwe û bi zanyariya xwe ji aliyê gel ve tê hezkirin. Ji bo gel dibe jêneger. Dibe hevparê derdê herkesî û her dikeve nava hewildana çareseriya pirsgirêkan. Loma jî welatiyên li herêmê jê re dibêjin Xanî Baba, Şêx Ehmedê Xanî. Nêzîkatiya wî dibe sedem gel jê gelekî hez bike û wî nêzî xwe bibîne. Ew ne yekî ji rêzê bû. Gelek aliyên wî yên pêşketî hebûn. Piştî ku di gelek warî de xwe pêş xistiye xwe di quncikekê de veneşartiye agahî, zanyariya xwe bi gel re parve kiriye. Tevî peywira xwe ya melatiyê ya li camiyê li Qesra ji begên Bazidê Mîr Muhammed katibiya dîwanê dike. Ev ji peywirtiya katibtiyê wêdetir e. Di heman demê de jî girtina dest a nûnertiya peymanên di navbera welatan de û rewşa îdarî ya qesrê ye jî .Ev piralîbûna wî dibe sedem di dîrokê de cihekî baş û serkeftî bigire. Ehmedê Xanî 4 zimanan wekî zimanê dayika xwe hîn dibeEhmedê Xanî ji ber jêhatî ye kesên li der û dora wî di heman demê de baweriya xwe jî bi wî tînin. Di karên kîtabetê yên Qesra Îshak Paşayê de kêmasiyeke girîng rû dide û ji bo vê yekê jî li katibekî digerin. Mîr Muhammed dide zanîn ku vê peywira girîng yekî wekî Ehmedê Xanî, zana dikare bike. Me got di her alî de xwedî hunerekê ye. Wexta bingeha Qesra Îshak Paşayê tê avêtin Ehmedê Xanî hem wekî aborî hem jî wekî manewî piştigiriyê dide. Ew tenê bi zimanê kurdî namîne di warê zimanên din de jî xwedî behreyekê ye. Fîlozofê mezin Ehmedê Xanî 4 zimanan wekî zimanê dayika xwe hîn dibe û qansî ku van zimanan berheman bikaribe binivîse van zimanan hîn dibe.


Di berhemên Ehmedê Xanî de yekîtî derdikeve pêş


Ehmedê Xanî bi kurmancî, erebiya bi zimanê quranê, zimanê farisî yê wêjeyê, zimanê fermî yê osmanî dizane. Aliyê gelparêziyê yê Ehmedê Xanî yê peyamên gerdûnî dide pêş ketiye. Di berhemên xwe de peyamên yekîtî, hezkirin û xwişk û biratiyê dide. Loma jî di dilê mirovan de cihekî taybet digire. Bi zimanekî helbestî pevçûnên di nava gel de rexne dike û banga aştiyê li gel dike. Ehmedê Xanî yê ku xizmeteke baş ji ziman û wêjeya kurdî kiriye ji bo 3 sedeman bi kurdî berhemên xwe nivîsandiye. Têkildarî vê yekê de wiha dibêje:"Me ev tişt kir ku kes nebêjin jixwe kurd bê zanist in, bê esalet û bê bingeh in. Kesên xwedî îlim û îrfanê ne bila nebêjin tu armanca kurdan tune ye. Bila nebêjin ew ne aşiq ne jî maşûq in, ji bo hevdu jî ne hezker ne jî dildar in. Kurd ne bê nirx in. Lê belê mixabin bêpal, bêxwedî û sêwî ne. "


Ehmedê Xanî: Ziman têgeha girîng a hebûna gel e


Di wê demê de Ehmedê Xanî gel di warê girîngî û wateya ziman de hişyar kiriye. Ehmedê Xanî ne tenê ji ber ku kurd bû girîngî daye kurdî ew her dem vê derdixe pêş û dibêje têgeha herî girîng a ku hebûna gelekî diyar dike zimanê wî ye. Li ser vê axê di nava pêvajoya dîrokî de ji aliyê ol, çand, kevneşopiyê bêtir zimanê erebî serdest bû. Ji ber şerd û mercên kêm û desthildatdariyê kurd di vê serdemê de di warê civakî û wêjeyê de di nava kêmasiyekê de ne. Ev jî bandorê li ser çand, huner, jiyana kurdan dike. Mixabin gelek carî kêmasiyên bi vî rengî bûne sedema texrîbatên mezin. Jiyan jî bi vî rengî kêm dimîne. Di wê rewş û serdemê de gavên ji aliyê Ehmedê Xanî hatine avêtin wêrektiya wî jî nîşan dide. Wêrektî û dildarî dibe sedem ku mirov bigihêje xeyalên xwe. Hem ol bi zimanê kurdî rave kir û hem jî zimanê kurdî pêş xist. Kir teşeyekî ku di warê olî de dikare pê perwerde bê dayin. Her wiha mirov qeneh kir ku mijarên olî dikare bi zimanê kurdî jî bê nivîsandin. Nîşan da ku ev ne qisûr an jî guneh e. Ev hewildan û pêngav dide diyarkirin ku Ehmedê Xanî xwedî kesayeteke kêrî civakê tê ye.


Ehmedê Xanî mîrateyeke girîng li dû xwe hişt


Ehmedê Xanî wekî mezhebê fiqhê Şafi’î ye; wekî mezhebê baweriyê Sunnî/Eş’erî ye; wekî terîqet Neqşîbendî ye û wekî ramana tesewwufî jî parêzkarê wehdetul wucûdek pîvandar e. Berhemên Ehmedê Xanî yên xwe gihaştina heta roja îro ji berê ve di medreseyên kurdan de wekî kitêbên dersê hatine xwendin û jiberkirin. Ehmedê Xanî bi berhemên xwe mîrateyeke girîng li dû xwe hişt. Pêşengê parastina çand, ziman û wêjeya kurdî Ehmedê Xanî yê dînî û neteweyî di sala 1707'an yan jî 1709'an de li Bazidê, koça xwe ya dawî kir. Gelek hezkiriyên Ehmedê Xanî gora wî ya ku Se’îdê Nûrsî gava li Bazidê dixwend hinek şevan heta sibehê lê dima ziyaret dikin. Nûbihara Biçûkan, Eqîdeya Îmanê, Mem û Zîn, Dîwan berhemên Ehmedê Xanî yên xwedî girîngî û naverokek hêja ne. 

undefined


Manîfestoya perwerdeyê: Nûbihara Biçûkan


Nûbihara Biçûkan a di sala 1683'an de hatiye nivîsandin, ferhengek menzûm e; wekî ‘erebî-kurdî hatiye amadekirin û tê de nêzîkî 220 malik (beyt) hene. Ehmedê Xanî bi şêwaza pedegogekî vê berhemê dinivîse. Bi zimanê zarokan destpêka ilmê diyar dike û bi daxwaza nifşekî pak dinivîse. Di wê demê de ji ber zimanê perwerdeyê bi erebî bû loma girtina agahiyê ya zarokên kurd zehmet bû. Mixabin jixwe ev tim bûye qedera zarokên kurd ku niha jî gelekî zehmetiyan di qada hînbûn û perwerdeya zimanê dayikê de dibînin. Loma nivîsandina vê berhemê ya bi kurmancî ji bo zarokan wekî reçete û gencîneyekê ye. Ev berhema Ehmedê Xanî ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî wekî gaveke gelekî girîng e. Wekî manîfestoya perwerdeyê tê qebûlkirin. Ji bo xwendekarê asta yekem wekî pirtûka amadekariyê ye.Têkildarî exlaq û bûyerên civakî îfadeyên vecîz tê de cih digire. Wekî pirtûkeke agahiya exlaq e. Pirtûka Lugatê ya Helbestî ya yekem e û ji 14 beşan pêk tê. Ji vê berhemê tê famkirin ku Ehmedê Xanî di heman demê de perwerdekarê zarokan e. Di wê demê de li tu welatên cîhanê berhemeke wiha ya bi zimanê zarokan nehatiye nivîsandin. Ev jî taybetmendiya Ehmedê Xanî dîsa nîşan dide. Ehmedê Xanî di cîhanê de gaveke yekem avêtiye û bi zimanê zarokan ev berhem nivîsandiye. Agahiyên bingehîn ên olî di vê berhemê de cih digirin.


Berhema Eqîdeya Îmanê


Yek ji berhemên girîng ên Ehmedê Xanî ‘Eqîdeya Îmanê di sala 1687'an de bi awayê “mesnewî” hatiye nivîsandin û ji 70 malikan (beyt) pêk tê. Wekî mijar li gorî rêbaza Sunnî/Eş’erî bi kurtahî behsa bingehên baweriyê dike. Behsa teşeyê baweriyê ya Îslamê jî dike. Mijarên olî bi zimanê kurdî rave dike. Ji 73 beytan pêk tê û hevdeng e. Girîngiya vê berhemê ew e ku bi kurdî hatibe nivîsandin. Di vê berhemê de behsa rê û rêbazên gihaştina ciwanên bi biryar, xwedî bawerî dike. Ehmedê Xanî dibêje:"Divê mirov dîroka xwe, çanda xwe, wêjeya xwe û erdnîgariya xwe bizanibe û alîgirê rastiyê be. Divê ciwan îradeya azad esas bigire." Ehmedê Xanî di vê berhemê de li ser rê û rêbazên kûrbûna li ser armancê sekiniye. Xwestiye ciwanan perwerde bike bala wan bikşîne ser armancekê.

 

 Hestên netewperweriyê di mijara berhema Mem û Zîn de cih digirin


Ehmedê Xanî yê hem di jiyana xwe de hem jî di berhemên xwe de wekhevî, yekîtî, xwişk û biratî parastiye berhema Mem û Zîn a ji 2656 malikan (beyt) pêk tê û 7-8 sal piştî ‘Eqîdeya Îmanê nivîsandiye. Di vê berhemê de ramanên Ehmedê Xanî yên civakî, dînî, siyasî û felsefî tên nîşandan. Di vê berhemê de serpêhatiya evînekê ku di sala 1393'an de li Cizîra Botan di navbera du evîndarên bi navên Mem û Zîn de derbas dibe wekî mecazî dest pê kiriye, paşê bûye heqîqî/îlahî. Ehmedê Xanî dibêje bila kes nebêjin "kitêbên her kesî hene, yên kurdan tenê tune ne". Loma jî ji aliyekî li ser vê esasê berhemên xwe dinivîse. Di 1695'an de berhema Mem û Zînê dinivîse. Di vê berhema xwe de teşeyê jiyana welatiyên li herêmê dinivîse. Dide zanîn ku wî ji bo gelê xwe pir cefa kişandiye û formula bextewariyeke mayinde pêşkêş dike. Hejmara kîte û kesayetan 10 e. Şêwaza wî ya di vê berhemê de hêjayî pesindayinê ye. Li gor gotina wî hûrguliyên vê berhemê encax Nizamî, Molla Camî, Omer Heyam bikaribe fam bike. Di berhemê de di bin bandora quranê de maye. Dem bi dem 10 fermanên ji Mûsa hatiye daxistin tê bibîranîn. Di berhemê de kesayeta Mûsa ya netewperestiyê ji bo Ehmedê Xanî girîng e. Hestên netewperweriyê jî di vê berhemê de derdikevin pêş. Evîn, fêlbazî, rêveberina dewletê, gel, edalet û azadî mijarên sereke yên vê berhemê ne.


Bi berhema Mem û Zîn rastiya civakê tê ravekirin


Dema em li berhema Mem û Zîn dinêre ji ser kesayetan rastiya civakê jî tê nîşandan. Mem gel, Zîn azadiyê, Tajdîn jî îradeya sereke dilîze. Arîf û Çeko jî di rola saziyên gel û hêza leşkerî de ne. Zeydin Beg otoriteya qesrê bi rê ve dibe, xwişka wî Sitî hiqûqê temsîl dilke. Heyzebûn perwerdekar, Gurgî lawê Zeydin e alîgirê Tajdîn û Mem e. Di berhemê de yê ku gel ber bi fesadiyê ve dikşîne jî Beko ye. Ehmedê Xanî yê ji 10 fermanan derketiye rê daxwaza wî jî ji gelê kurd re heye. Li gor çavkaniyan ê ku yekem daxwaza dewleteke bi hiqûqa demokratîk tê birêvebirin kiriye Ehmedê Xanî ye. Li gor Ehmedê Xanî avakirina dewleteke wiha tê wateya avakirina wekheviyeke bê cihêkariya nîjadan. Her çiqas destaneke evînekê be jî di bingeha xwe de ji vê yekê gelekî wêdetir e. Naveroka wê ya felsefî bi estetîka xwe ya dîrok, ol, civaknasî, hunerî wekî manîfestoyekê ye. Ehmedê Xanî bi wêjeyeke bêhempa û zimanekî helbestî û olî berhemên xwe nivîsandiye. Evîna Mem û bêçaretiya Zînê bi hostetî rave kiriye. Mem ê dîwane dibe ji bo eşqa xwe ji çem re helbestan dixwîne. Zîn jî di qesra ji bo wê bûye zindan de findê ji xwe re wekî hemrazekê dibîne.


Dîwana Ehmedê Xanî


Her wiha Dîwana Ehmedê Xanî jî heye. Ji helbestên bi mijarên cuda hatine nivîsandin pêk tê. Ji aliyê şêwaz, huner û ziman berhemeke serkeftî ye.

 

Ehmedê Xanî di 57 saliya xwe de koça dawî kir


Hewildan û xîreta Ehmedê Xanî ji ber girêdana bi eslê xwe ye loma girêdana wî ya ziman, çand derdikeve pêş. Jiyana wî ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû gelên cîhanê wekî mînakekê û cihê şanaziyê ye. Wî her digot mafê her gelî heye ku bi zimanê xwe biaxive berheman binivîse û çanda xwe bide jiyîn. Ger îro kesên li dijî zimanê kurdî wekî Ehmedê Xanî bifikiriya wê demê ew ê jiyan ji bo her mirovî bi rengekî din ba. Berhemên wî ne tenê li herêma wî li gelek cihan qiymet dîtine. Mixabin Ehmedê Xanî yê qenc û hêjayî pesindayinê ye di 57 saliya xwe de koça dawî kiriye.


Sembolên kurdewarî û yekîtiya neteweyî


Nivîskar, Helbestkar, Feylozof Ehmedê Xanî yê ku ji bo parastina wêje, huner, çand, dîrok, nasnameya gelê kurd rol û mîsyoneke giranbiha girtiye ser milê xwe wiha dibêje:

 

Gelo pêkan e ku şûrê hunera me bête danîn

Pêkan e qedrê qelema me bête zanîn

 

Pêkan e dermanê derdê me bê zanîn

Pêkan e qedrê ilma me bête zanîn

 

Ger heba padîşahekî kurdan

Layiq bidiya xwedê kulahek

 

Tayin biba ji bo wî textek

Zahir vedibû ji bo me bextek

 

Her wiha dibêje wê demê wê me ji kesên alçax biparasta û dê Rom nikariban bi ser biketan, wê demê em ê neketiban bin serweriya Faris û Tirkan lê belê ji berê de Xwedê ev Rom û Ecem kirine bela serê me. Ehmedê Xanî bi gotina xwe ya 'kurd çima her bûne mehkûm?' balê dikşîne ser rastiya zilma bi salan a li ser gelê kurd û di heman demê de jî balê dikşîne ser girîngî û taybetmendinya sembolên kurdewarî û yekîtiya neteweyî. Destana Mem û Zîn a ji aliyê Memê Alan ve hatiye nivîsandin û piştre Ehmedê Xanî nivîsandiye bi destên Ehmedê Xanî di hinek cihên wê de motîvên kurdewarî hatine bicihkirin. Wekî mînak Mem û Zîn di Cejna Newrozê de ya ji bo kurdan xwediyê girîngiyeke mezin e û semboleke serîhildanê ye hevdu nas dikin.

 

 Ehmedê Xanî bal kişandiye ser girîngiya helbestkar û wêjeyê


"Kurd ne cahil û ne ku ne zana ne dibe ku bê xwedî û bêxwedan e. Ger xwediyekî me jî heba, comerd ba û ji wêjeyê jî fam bikira. Hem ilim, hem huner, hem erdem û îrfan, hem helbest hem gazel, pirtûk û dîwan. Ger ev nirxan bihatan ber çavan û derbasdar ban min ê dîsa can bida Melayê Cizîrî û Elî Herîrî wê demê min ê ewqas kêfa Feqiyê Teyran bianiya ku ew ê heta dawiyê heyranê van tiştên hat kirin biba. Çi bikim bazara kurdî sekinandiye muşteriyê vî qumaşê bi qîmet tune ye." Dema em li van gotinên Ehmedê Xanî dinêrin em dibînin ku di heman demê de balê dikşîne ser girîngiya helbestkar, wêje, huner, ilim û zanistiyê. 


Bazidî li ser Ehmedê Xanî sond û lawayên xwe dikin


Bazidî ji ber rêz û dayina qiymetê ji Ehmedê Xanî re dibêjin Xanî Baba yan jî Ehmed Efendiyê Xanî, sond û lawayê wan li ser Xanî Baba ye. Wekî mînak 'Ez bi xanî baba','Xanî Baba te xwedîke'. Li ber dilê Bazidiyan Ehmedê Xanî ne tenê nivîskarê Mem û Zînê, Eqîda Îmanê û Nûbihara Biçûkan e. Ew di heman demê de alim û feylezof e lê ne alimekî ji rêzê ye. Ji ber dilnizmiya wî û li derdê her kesî guhdar dikir û hewil dida çareyekê bibîne loma li ber dilê Bazidiyan şêrîn bû. Qansî ku pirtûkên wî hene ewqas jî xwedî keramet bû. Mele Adilê ji Bazidê derbarê Ehmedî Xanî de çîrokeke wî ya balkêş jî heye. Dema mirov zana, feylezof, alim û zana bin wê demê gelek çîrok jî li ser wan tên gotin û nivîsandin. Mele Adilê Bazidî jî çîroka li jêr dema vedibêje mirov di vir de bêtir li girîngî û taybetmendiya Ehmedê Xanî mikur tê.


Çîroka li ser Ehmedê Xanî hatiye gotin


"Ehmed Efendiyê Xanî bi ilm û zanebûna xwe ne bi tenê îro di dema katibê Mîr Mihemed Begî ye jî bi nav û deng e. Dema mirov jêhatî be gelek caran kesên der û dora wan hesûdiyê jî dikin. Melayê taxa ku lê ye hesûdiya Ehmedê Xanî dike û di derbarê Ehmedî Xanî de xeyba ango fesadiyê dike. Hevjîna melayê ku li dû Ehmedê Xanî gotina dike mela hişyar dike û jê re wiha dibêje 'Evdê Xwedê tu rojê pênc wextan berê xwe dide qibleyê û serê xwe dide secadeyê tu ji Ehmedê Xanî çi dixwaze? Çima tu derbarê wî de xeber dide û xeyba dikî? Ew mirovekî xwedan keramet e welleh dê xenîmî te bibe'. Mela jî vê yekê paşguh dike û ji hevjîna xwe hêrs dibe. Rojekê ji bo nimêja serê sibehê Ehmedê Xanî misîn di dest da dikeve ber çemê bintara malê lê wê demê mela lê diqelibe. Ehmedê Xanî bêyî silavdayinê dibêje 'Mela ez rind im an tu' Ehmedî Xanî qansî zana ye di heman demê de mirovekî bedew bi bejn û bal e jî . Mela dibêje 'Eşhed û bîla tu rind î' ... Ehmedê Xanî dibêje 'de ji lûlika misînê min bigire' mela jî ji lûlika misîn digire. Vê carê Ehmedê Xanî dibêje 'de niha jî çavên xwe bigire'. Bi çavgirtinê mela dibîne ku ew û Ehmedê Xanî li ber qesrekê ne. Xwediyê qesrê tevî xulam û xizmetkaran tên pêşiya wan û wan dawetî qesrê dikin. Dema dikevin hundur lê dinirên ku sifteyeke mezin hatiye danîn û tenê şîrê teyrê baz kêm e. Mela heyirî dimîne. Nizane wê çi bike. Li ser sifreyê ya herî ji mela re bi tam tê jî zeytûn e. Mela herî bêtir ji wan dixwe. Jê têr nabe. Mela hîn têr nebûye ku xizmetkarek tê û dibêje 'begê min wexta çûyina mêvanan e'. Ehmedê Xanî yê ku her kes rêzê jê re nîşan dide dema radibe xwediyê malê jî pê re radibe. Lê çavên mela hîn li zeytûnan e herî dawî kulma xwe dike tebaxa zeytûnan çend heban diavêje bêrîka xwe. Dema derdikevin derveyî qesrê bi dengdayina Ehmedê Xanî mela çavên xwe vedike xof dikeve dilê wî lê dinêre bavooo qesra çi halê çi! Bi wê şaştiya xwe dibîne ew û Ehmedê Xanî li ser çem in û lûlika misînê Ehmedê Xanî di destên wî de ye, destên xwe kaş dike. Bi wê kelecan û xofê mela, Ehmedê Xanî li dû xwe dihêle û diçe malê. Lê wecîyê wî zer bûye.Hevjîna wî dema wî di wî halî de dibîne dibêje 'çi bû mela ev halê te çi ye' mela bi kelecan û şerpeze dibêje 'tiştek tune ye tiştek tune ye serê min diêşe ez ê hinekî serê xwe daynim'. Li ser vê yekê hevjîna wî lê dizîvire û jê re dibêje 'ji kerema xwe de ji çend zeytûnên di bêrîka xwe de bide min'. Mela wek dizekî li ser diziyê bê girtin ditirse û dest diavêje bêrîka xwe dibîne zeytûnên ji qesrê girtiye di bêrîka wî de ye. Hevjîna wî vê carê bi ken dibêje 'le mela min ji te re negot. Min ji we re got nebî nebî '."


Roza Metîna