Helbestkar Sophia Elisabet Brenner a li Swêdê wekî femînîst û li Elmanyayê her wiha li gelek bajaran wekî jina zanistê tê zanîn heta dawiya emrê xwe ji bo mafên xebatê yên jinê li berxwe daye. Sophia Elisabet Brenner a zaroka koçberê Elman avahîker Niklas Weber û Kristina Spoor di 29'ê Nîsana 1659'an ji dayik bû. Li Swêda di sedsala 17'emîn de li gor jinekê gelekî zêde û baş perwerde dîtibû. Sophia, hem Elmanî hem jî Îngilizî dikaribû biaxiviya. Di heman demê de hînî xwendin û nivîsandina Latînî jî dibe.
Bi hunerê eleqedar dibe, helbestan dinivîse
Sophia, li Dibistana Lawan a Elmanyayê qeyd dibe û li vir ew tenê xwendekara keç bû. Ew piştre li malê ji aliyê mamosteyên mêr ve perwerdeyê dibîne. Di 1680'ê de bi Wênesaz Elias Brenner re dizewice. Sophia, 15 zarokan tîne cîhanê lê tenê 4 jê sax dimînin. Li derdora bi hunerê eleqedar dibe, helbestan dinivîse.
Li ser jinan helbestan dinivîse
Sophia, bi taybet helbestên xwe li ser zarok û jinan dinivîse. Her wiha dawetên kesên taybet, cenazeyên wan, pîrozkirina wan dike mijarên helbestên xwe. Ji bo pera helbest nedivîsand. Helbestên xwe tenê ji kesên xêrxwaz û ji hevalên xwe re radigihand. Ji berhemên nivîskarê mezmûr ê Danîmarkayî, Kingo û Helbestkar Samuel Columbus û Petrus Lagerlof ên Swêdî feyz digirt.
Bi berhemên xwe xelatê digire
Sophia femînîzmê diparêze û di heman demê de mafê jinê yê perwerdeya li malê ya wekî otodidakt diparêze. Ew israr dike ku jin jî di warê entelektueltiyê de ji mêran ne kêm in. Ne tenê li Swêdê li derveyî welêt bi taybet li Elmanyayê wekî jina zanistê tê nasîn. Bi xebata xwe ya edîtortiya wê ji aliyê Urban Hjarne tê kirin xelatê digire. Piştre navê "Sapphoya Duyem","Perîya Feyzê ya Dehemîn" li Sophia tê kirin.
'Wekî femînîsta yekem a Swêdê tê binavkirin'
Di dema Şerê Bakur ê mezin de Sophia tiştên diqewimin bi zimanekî rexneyî digire dest. Di 1693'yan de li gor tê fikirîn helbesta "Det Qwinliga Könetz Ratmatige Forswar (Parastina mafdar a Zayenda Jinê)" ji ber feyza hevaltiya bi Aurora Köningsmarck re nivîsandiye û ji ber vê helbestê wekî femînîsta yekem a Swêdê tê binavkirin.
Koleksiyoneke hemû helbestên xwe diweşîne
Sophia di 1713'yan de koleksiyoneke hemû helbestên xwe diweşîne û bi vî hawî wekî helbestkara yekem a jin a bi zimanê Swêdî nivîsandiye tê zanîn. Ew tîne ziman ku mêr û jin wekî hişî heman in tenê di warê laş de ji hev cuda ne. Vê fikra xwe di helbesta xwe ya xistina serî ya tacê ya Keybanûya Swêdê Ulrika Eleonora de tîne ziman. Sophia di heman demê de ji bo hunermend û nivîskarên nûjen helbest nivîsandiye. Balê dikşîne ser mafên xebatê û têkoşîna jinê. Sophia, di sala 1732'yan de koça dawî dike.
Roza Metîna