Mêrkirina keçên temen biçûk

Mêrkirina keçên temen biçûk

Mêrkirina keçên temen biçûk kêşeyeke cîhanî ye û ev diyarde li cîhana islamî û erebî bihtir cih digire , lê mixabin ev diyardeya civakî li civata kurdan jî peyda dibe û bi dehan doz têne tomar kirin li dadgehên rêveberiya xweser li rojavayê kurdistanê piştî ku mêrkirina keçên temen biçûk di zagona jinê de hate qedexe kirin û weke sûcekî hat dîtin li gorî gireya 24 ji rêpîvanên giştî ya ku dibêje : qedexeye mêrkirina keça temen biçûk berî hîjde salan temam bike .


Ev zagon bi hejmara 27 di dîroka 2/10/2014 ji encûmena zagonsaz li herêma cizîrê derket û heta anka berdewame .


Gelek sedemên mêrkirina keçên temen biçûk hene wek sedemên civakî , abûrî û olî û em dikarin wisa rêz bikin : 

  1. baw û gerdiş : di civata paşverû de mêrkirina keça temen biçûk wek baw û gerdişan xweşik û baş dibînin ji bo wilo bav û dê hewl didin ku keça xwe zû bidin mêr di temenekî kêmî hîjde salî de û xwe bextewar dibînin heger keça wan zû mêr kir û çû ser nesîbê xwe û çiqasî temenê wê biçûk be jî . Ji ber tunebûn an kêmbûna zanebûna xelkê tu nakarî wan bawer bikî bi metirsiya mêrkirina keçên temen biçûk ser jinê û malbatê .
  2. belengazî : pir malbat hene ji xizanî û belengazî keça xwe zû didin mêr berî hîjde salan , him ji bar giraniya mezxên xwarin , cil , nexweşî û xwendinê xelas dibin û ji alîkî din ve çavên wan li qelenê keçika wane ku pera qezenç bikin û derametiya mala xwe bihtir bikin dako karekî xwe pê bikin û xizanî û belengazî bin erd bikin .
  3. tirs : gelek malbat hene ji revandin û dest dirêjîya ser keçikên xwe pir bi tirsin jibo wilo hewl didin zû keça xwe bidin mêr dako namûs û rûmeta xwe biparêzin " dibêjin zewac sitare " .
  4. tunebûna zagonan : li welatên ku mêrkirina keçên temen biçûk normal dibînin rêjîma dest hilatdar pêdivî bi derxistina zagona qedexekirina mêrkirna keçên temen biçûk nabînin , û li hin welatin din jî heger zagon hebe mêrkirina keçên temen biçûk wek sûcekî pir sivik dibînin û cezayê wî çend qurş pere ne .
  5. ayîna islamî : wek em dizanin pêxember jina xwe aîşa anî û temenê wê neh salî bû û mara xwe avêtibû ser wê û temenê wê şeş salî bû li gor gotina aîşa ku hatiye ispat kirin di sehîhê elbuxarî de hejmara (3894),(3896),(5133),(5134), (5158) û di sehîhê muslim de hejmara (1422) û di musnedê ehmed de hejmara (24867) jibo wilo mêrên misilman ser suneta pêxemberê xwe dimeşin bi bîr û bawerî tako xweda ji wan razî be û keçên xwe di temenên pir biçûk de wan didin mêr .


Bese mêrkirina keçên temen biçûk . Stop child marriage.

Ez hêvîdarim çi kesê bixwaze rêpîvanên ayîna islamî ber fireh bi nase di derbarê mêrkirina keçên temen biçûk de bela li gogilê vegere û fetwa bi hejmara (195133) baş bixwîne .

Metirsiyên mêrkirina keçên temen biçûk :

  1. zû mêrkirin bandoreke neyînî ser jiyana keçên temen biçûk dike û rajeya mirina jinê ji 2 caran ta 7 caran wexta zayîna wê li gor temenê wê heger kêm an bihtir ji 15 salan be hemberî jina temenê wê bihtirî 20 salan be .
  2. zû mêrkirin rê li pêşiya nexweşiyên cuda vedike bi taybet nexweşiya "nasûra zayînê" . Û bandoreke neyînî ser jiyan û tendurista zaroka wê jî dike .
  3. zû mêrkirin jina temen biçûk ji xwendinê dûr dikeve , û dest dirêjî mafê wê ê perwerdeyê dibe .
  4. zû mêrkirin dihêle jina temen biçûk rahêje kar û barên malê hîna ew zaroke , û jinên temen biçûk û asta perwerdeya wan nizim be rastî tecrîda civakî û tundiya malbatî tên bihtir ji jinên asta perwerdeya wan bilind be .


Di sala 2011 bi biryareke fermî ji hevcivata giştî ya netewên yekbûyî roja 11ê çirya yekê (October) ji her salê bû roja cîhanî ya keçê , û her sal di vê rojê de çalakî û xebatên ber fireh û cuda cuda tên li dar xistin tako rê li pêşiya mêrkirina keçên temen biçûk bigire. 


Li gor agahên netewên yekbûyî (ICRW data) li welatê nîcîrya 75% keçên mêrkirine temenê wan kêmî pazde salane .


Li gor agahên UNICEFê her sal 12 milyon keç li cîhanê mêr dikin temenê wan kêmî hîjde salane .


Li gor agahên UNESCOê nîv milyon keçên temen biçûk bi zordarî mêrkirine .

Li rojavayê kurdistanê hemû saziyên jinê ( kongra star bi hemû akademîyên xwe , desteya jinê , malên jinê ) têkoşîneke bê hempa dimeşînin û li jinê û mafên jinê xwedî derdikevin heta jin bigihêje azadiya xwe û bi serfirazî bijî . Jina azad bingeha mala azade û civaka demokratîke . Jina azad bi zanebûn li dijî hemû nifşên zordariya civakî (berdana jinê , pir jinî , mêrkirina zordarî û mêrkirina keçên temen biçûk) serî hil dide û bi ramanekî azad li dijî desthilatdariya civaka mêranî û sîstema zagonî ya ko li gor berjewndên mêran û bin pêkkirina mafên jinan hatiye hûnandin têkoşîna xwe digel hemû dijwarî û astengiyan di asta jorîn de berdewam dike .


Bese mêrkirina keçên temen biçûk .


Stop child marriage.