Çapa kurdî
الطبعة العربية
besinor.net logo
  • Zanaîn û zanist
  • Cihaz
  • Nerîn u dîtin
  • Bazar û kar
  • Civak û Kultûr
Tendirustiya te
Asta rewşenbîrî
Çakbûn û pêşxistin
Bicîkirina malperê
Jînenîgarî
kurteçîrok
Edebiyata zarokan
Ziman
Bîr
Nefesa dirêj
Nojeen KaddoAug 5, 2021Bîr

Nefesa dirêj

Kî wekû min dixwaze carinan xwe ji serpêhatiyan biparêzê..

Dev ji Alfabeyeke bi êş hindekî berde..

Berê xwe bide dibistaneke biyanî, ku kulên xwe birêse bi mamosteyane nû re û gotinên jê ve bi qasî ku ne asan bin lê balkêşbin!!

Her çiqas balkêş bin, ewqas jî pê mijûl bibe!

Kî pêwendiyên xwe bi dengbêjên kevnar re di demekê de qut dike, ji stranên romana xembar direve, di nav kolanên din rêwî dibe..


Kî hîn koçber nebû ye?!

Ger ne ji xaka xwe, ji giyan û hundirê xwe?!

Ji bîranînên xwe

Li ber wê çaxê ku bendewariya hêviyekê mabû !

Nizanî ku firindeyeke birîndar wê li gel rawste..

Nûçeyên belayê

Gaziyên bi xwîn

û ew bangên berî birbangê têkçûyî

û sed qurşînên ji xafil de..

Jê re yek û yek bide pey hev

Jê re tekez bike ew kî ye

Ji kû ye

Li bin hev jê re dûbere bike:


Ewê her di bin siya mejiyekî kafir de bimîne

û ramanên bê çare!

Ger di nava deryayê jibîrkirinê hewil da jiyana xwe tev derbas bike,

lê dibe ku rengên dawiyê ne li gorî mirazan bin


Êdî ewê li xwe vegere

Ezê ji xwe bipirsim

Li gorî xwe ji nû ve çi bêjim

Çi hîs bibim

Û çi qet nebêjim

Çi jî ji felekê re bihêlim

Yê bermayî jî bavêjim korahiya dilekî lal

Ji xwe re weke sirekê veşêrim..


Nûjîn Qido

Nojeen Kaddo (Nojeen Kaddo)

   Nojeen Kaddo

   Kurdish Teacher

  Tu hîn ne endamî? Anha hesabekî veke.

Wek vê gotarê

Bawerî ... Kesê ku ji mirîşkê ditirsiya.
Hebûn destana heyîna dilgeş
Quncikên êvaran
besinor.net logo
Derbarî Bêsînor
Rêkeftina vekirî
Weşandina gotaran
Piştevaniya Weşankera