Ji mêj de, hebû mirovek, ji tiştekî ne ditirsiya, tenê ji mirîşkê ditirsiya, xwe wenda dikir di nav xeyal û sêwerkirinên" tesewiratên"vikî vala de, herdem ji bavê xwe re digot:« Ez ji mirîşkê ditirsim».
Roj bi roj, bav xema lawê xwe dixwar, û pir ditirsiya li ser tenduristiya wî, bav hewilda bi dan û sitendinê ku kurê xwe di wê baweriyêxe, ku mirîşk firindeyekî belengaze, feqîre, lê mixabin bêçar ma, û her dema ku lawê wî mirîşk didît direviya û xwe vedşart.
Bavê reben, rabû tirimbêlek anî ew xistê, û berê xwe da bajêr da ku wî bibe rê textor bide, û dermanekî jê re peyda bike. Dema ku textor ji kurê nexweş pirsî, çi pirsgirêka teye?
kurê nexweş got: «dema ku ez mirîşkê dibînim, ez dihisim ez libek genimim, û wê mirîşk min bixwe».
Textor lê mêzekir bi nerîneke matmayî, ev çi gotinin bê çêjin, ev çi ramanên tewşobewşo ne û bê wate ne?! Lê piştî kêlîkekê ji rawestinê, û bêdengiyê textor gunehê wî pê hat û li xwe hayî bû, û jê re bi nermî got:
Ev çima ev ramanên wilo tên te? û hewilda ku jê re xwiya û tekez bike, ku ew însan e, xwedî hest û bawerî ye, bihêz e, xwedî kesayetiyeke serbixweye, û mirîşka reben nikane tişkî pê bike û îşê xwe jê bîne, û ew firindeyeke bi zorê xwe diparêze, û bi dan û sitendin û şîretên textor, mirovê nexweş nefsiya wî baş û rihetbû û giha baweriyekê û bi gotinên textor qanih bû.
Piştre rabû textor xwest jê re ezmûneke dawî çêke, ji yê ber destê xwe re got:
Her mirîşkekê bîne, ji bo em li rewşa wî binerin, bê çawaye?
Dema yê textor mirîşk girt û avêt aliyê wî, yê nexweş ji tirsa reviya û xwe avêt paş maseya textor, û xwe ji tirsa mirîşkê veşart.
Textor jê re got: mane te ji min re got, ez ketim baweriyekê ku mirîşk firindeyekî belengaze, û tucarî îşê xwe ji kesî nîne?
Yê nexweş wiha bersiv textor da û got:
« Belê, textor: Ez gihiştim wê baweriyê ku mirîşk min naxwe, lê mirîşk bixwe ewjî di wê baweriyê de ye ku ez ne libek genimim ».