Çapa kurdî
الطبعة العربية
besinor.net
  • Zanaîn û zanist
  • Cihaz
  • Nerîn u dîtin
  • Bazar û kar
  • Civak û Kultûr
Tendirustiya te
Asta rewşenbîrî
Çakbûn û pêşxistin
Bicîkirina malperê
Jînenîgarî
kurteçîrok
Edebiyata zarokan
Ziman
Bîr
Quncikên êvaran
Nojeen KaddoJul 12, 2021Bîr

Quncikên êvaran

Ji ber ne tiştekî xembar im..

Ji ber hemû tiştan tev bi çûxreyeke sêwî dikenim..

Ne ku bikşînim lê dema pê bişewitim !

Ji ber kulekî dermanê wê li dermangehine biyanî bi carekê nîne tune dibim,

bi nexweşiya pîs têk diçim..

Nexweşiya ku tevlî hêviyên derewçî..!!

Tevlî xaliya boriya nemir..!

Tevlî berdewamiyeke sitû xwar...!

Tevlî mirineke bi saxî..!!

Tevlî tifa zemînê di nava çavên xewnan de..!

Tevlî trafîka bê kar, vala ma ye, lê wêneyên wê xopîner in..!!

Dimeşin ha..!!

Her gav li gel min

Li rex me

Li tenişta zemanê dimeşin..

Ez jî bi xwe li benda gavekî me..

Ku hîn ez pê re nemeşîme

Ji xwe nû be

Lê ji xeynî min re, belkî xerîb be,

normal be

û bê wate be..!!

Çiqas xem be,

êdî bi carekê ji bo çirûskên êvarên bi tenê..

Çavên nerazayî..

Dilekî şiyar,

xem nake..


Nûjîn Qido

Nojeen Kaddo (Nojeen Kaddo)

   Nojeen Kaddo

   Kurdish Teacher

  Tu hîn ne endamî? Anha hesabekî veke.

Wek vê gotarê

Nefesa dirêj
Bawerî ... Kesê ku ji mirîşkê ditirsiya.
Hebûn destana heyîna dilgeş
besinor.net logo
Derbarî Bêsînor
Rêkeftina vekirî
Weşandina gotaran
Piştevaniya Weşankera