Yek ji pirsgirêkeke tendirustiyê ya girîng: Alzheimer

Yek ji pirsgirêkeke tendirustiyê ya girîng: Alzheimer

Gelek nexweşî hene ku bandorên neyînî li ser tendirustî û jiyana mirovan dikin. Lê hinek nexweşî bandorên wan girantir in.Yek ji nexweşiya bi giranî bandoreke neyînî li ser jiyanê dike Alzheimer e. Nexweşiya Alzeimerê ya cara yekem ji aliyê bijîşk Alois Alzheimer hatiye pênasekirin jî em dikarin wekî xurifînê (demans) jî pênase bikin. Demans, ji bo tevahiya nexweşî û pirsgirêkên jibîrkirinê navekî gelemperî ye. Yek ji cureyên demansê yên herî zêde tên dîtin yek jê Alzheimer e. Alzeimer nexweşiya têkildarî mejî ye. Qeyba hafizayê ye. Di nexweşiya Alzeimerê de fonksiyonên lêhûrbûn, hafiza, axaftin, famkirin, hînbûn, nirxandin, çareserkirina pirsgirêkan, dayina biryarê kêm dibin. Ji ber bi mejî eleqedar e divê mirov têkildarî mejî jî xwedî agahî be.


Ji bo jiyaneke baş tenduristiya mejî girîng e


Hestî ji bo parastina mirovan xwedî taybetmendiyekê ye. Mejî jî di serî de bi kiloxê (hestiyê serî) tê parastin. Mejiyê mirovan enerjiya herî zêde ya di laşê mirov de xerc dike. Mejî bi sereke ji 4 beşan (lob) pêk tê: Oksîpîtal, Frontal, Pariyetal,Temporal. Kar û tevgerên van beşan jî cuda ne. Tevgera laşê mirov çiqas zêde be ji mejî re jî baş e. Mejî bi vî rengî mezin dibe. Tiştên mirov dixwin jî bandorê li ser mejî dikin. Bi taybet dohnê findiq, fisteq, avakado, masî ji bo tenduristiya mejî baş in. Ji bo jiyaneke baş tenduristiya mejî girîng e.


Beşên mejî


Pariyetal: Ji bo têgihiştina hestê destdanê û yekkirina hestan ev beş xwedî cihekî taybet e. Dema pirsgirêk di vê beşê de derkeve wê demê, di dest û çîpan de dibin sedemên tevizîn, bêhestî û êşê.


Frontal: Ev beş navenda hişmendiyê ye. Karên wekî plansazî, rêxistin, çareserkirin, baldariyê li ser vê beşê tên birêvebirin. Demans, herî zêde bandorê li vê beşê dike.


Oksîpîtal: Ev beş di warê dîtinê de erkdar e.


Temporal: Dengbihîstin û bêhngirtin peywirên vê beşê ne.


Yek ji pirsgirêka girîng jî nexweşiya alzheimerê ye


Dema tendirustiya mejî baş be wê demê laş jî baş dixebite. Dema tendirustiya laşê mirov jî baş be wê demê mejî dê xwedî pergaleke bi rêk û pêk be. Dema mejî ne xwediyê pergaleke bi rêk û pêk be ew qalîteya jiyana mirovan jî kêm dibe. Ji bo ku mejî karê xwe bike divê di navbera rehikan (rîşeyan) de danûstandineke domdar hebe. Dema pirsgirêk hebe ev danûstandin têk diçe û mejî nikare bi awayekî asayî karê xwe bike. Lê belê ji bo mejiyekî baş hînbûna zimanekî nû û hînbûna tiştên nû girîng in. Ji bo pirsgirêk kêm bibin ev girîng in. Lê belê dîsa jî mirov ji hinek pirsgirêkan nafilitin. Yek ji pirsgirêka girîng jî nexweşiya alzheimerê ye.


Proteînên bi navê beta amîloîd li mejî berhev dibin û danûstandina di navbera rehikan de têk dibin. Ji ber vê şaneyên (hucre) mejî hêdî hêdî dimirin û mejî biçûk dibe. Nexweşiyeke norolojîk e. Hest û raman hêdî hêdî nikare bê kontrolkirin. Bêtir piştî 60 salî tê dîtin. Dema ev nexweşî zêde dibe mirov çalakiyên ku dixwaze bike, nikare bike. 

undefined


Nehatiye dîtin ku Alzheimer wê çawa bê tedawîkirin


Di nexweşiya alzheimerê de qeyba hucreyan gelekî zêde ne. Nîşaneya herî berbiçav a vê nexweşiyê jî jibîrkirin e. Mirov bi fikar û hiş tevlihev e. Bijîşk Alzheimer, di sala 1901’ê de li ser nexweşeke bi navê Auguste Deter (51 salî) lêkolînan dike. Tevgerên vê nexweşiyê ne asayî ne û mirov tiştan zû ji bîr dike. Auguste Deter di sala 1906’an de dimire û bijîşk Alzheimer li ser mejiyê wê dest bi lêkolînan dike. Di vê nexweşiyê de gelek caran rêyên mirov tê de diçin tên tevlihevkirin û mirov nikare zû bi zû biryarê bide. Tevî lêkolînan hîn nehatiye dîtin ku ev nexweşî wê çawa bê tedawîkirin. Loma di warê xwarin û sporê de mirov divê baldar be.


Hinek pirsên têkildarî Alzheimerê


Piştre Alzheimer, encamên lêkolînên xwe di sala 1907’an de diweşîne. Ev agahî, bi hawekî cidî bala cîhanê dikişîne. Piştî van xebatên girîng Dr. Emil Kraepelin, ji ber pênasekirin û xebatên bijîşk Alzheimer, navê vê nexweşiyê dike Alzheimer.Alzeimer cureyeke xurifînê ye. Kesên nîşaneya vê nexweşiyê bi wan re hene yan xizmên wan pirsên mîna 'Asta dawî ya Alzheimerê çiqasî didome?, Mirina nexweşiya Alzheimerê çawa dibe?, Nexweşên bi Alzheimerê divê çi nexwin?, Ji bo mirov bi Alzheimerê nekeve divê çi bike?' dikin. Her wiha Xurifîn an jî demans ji bo tevahiya pirsgirêkên jibîrkirinê tê bikaranîn. Her demans, ne alzheimer e. Alzheimer bi tenê ji van cureyan yek e. Mejiyê nexweşên alzheimerî her diçe biçûk dibe. Heta niha jixwe sedemeke diyar ji bo alzheimerê hîn nehatiye dîtin û li gel vê yekê jî ev nexweşî jî dibe sedem ku xofek têkeve dilê mirovan. Tevî ku sedemên diyar ên alzheimerê tune ne lê ji hinek rewşên xeter, guman tên kirin.


Ev xetereyana wiha ne:


*Bêtevgerî/kêmtevgerî

*Temenê dirêj

*Di malbatê de hebûna Alzheimerê (zikmakî/genetîk)

*Nîşankoma downê (Down Syndrome)

*Lêdanên li dijî serî

*Pirsgirêkên xewê

*Qelewiya zêde (Obezîte)

*Bikaranîna çixareyê

*Hipertansiyon

*Depresyon/tengijîn

*Zêdebûna kolesterolê (kolesterol, pirtikên rûnî ne û di xwîna jîndaran de hene. Dema zêde bibin gelek nexweşî pêde dibin.)

*Nexweşiya şekir


Hinek nîşaneyên qonaxa yekem


Hinek qonaxên nexweşiya alzheimerê hene. Em dikarin van qonaxan wekî qonaxa destpêkê, qonaxa navîn, qonaxa pêşketî bi nav bikin. Qonaxa destpêkê, zêde ne giran e. Di vê qonaxê de nexweş dikarin bi tena serê xwe karên xwe bikin lê hêdî hêdî pirsgirêkên jibîrkirinê û plansaziyê dest pê dikin. Hêdî hêdî êdî tirs, xof û fikar zêde dibin. Her ji tiştên berê tê behskirin. Di vê qonaxê de di warê fikirandina razber de pirsgirêk dertên. Di warê bîranîna navan de zehmetî tên dîtin. Di dema axaftinê de hilkumandin çêdibe. Kesên bi vê nexweşiyê nayê bîrê ku alaveke bi nirx kiriye ku derê.


Qonaxa navîn


Qonaxa navîn a herî dirêj e. Dibe bi salan bidome. Di pêkanîna kar û tevgeran de pirsgirêk girantir dibin. Nîşanên jibîrkirinê bêtir derdikevin pêş. Bicihanîna rêgezên civakê dibe pirsgirêk. Ji ber ku êdî nikarin bi hêsanî karên xwe bikin, tiştan bi bîr bînin pir hêrs dibin. Di warê xwendin, nivîsandin û axaftinê de zehmetî rû didin. Gelek carî dermanên tên bikaranîn jî tên jibîrkirin. Navnîşan û hejmara telefonê dibe ku bê jibîrkirin.


Dema nexweşî zêde bibe ev semptomên jêr xuya dikin:


* Di warê hilbijartina kincan, lixwekirina kincan, firçekirina diranan de dibe ku ew kesên nexweş pêdiviya wan ji alîkariyê hebe.

* Nexweşên Alzheimerê hinek kesan nas bike jî dibe ku navên wan neyên bîra wan. Carinan dibe ku zarok û hevjînê xwe jî ji bîr bikin.

* Nobetên girî dikarin derbas bikin. Her wiha dikarin helwesta rûniştin û raketina bê tevger nîşan bidin.

* Dikare di kesayeta wan de jî guhertin çê bibe. Xemsarî û reşbînî dikare dest pê bike û halusinasyonan jî dikarin bibînin.

* Hinek nexweş dikarin bi pirsgirêka xewê jî rû bi rû bimînin.

* Ji bo Nexweşên Alzheimerê dûrketina ji malê dibe sedema fikarê.


Qonaxa pêşketî, qonaxa herî dawî û ya herî giran e. Di vê qonaxê de nexweş êdî ne serbixwe ne û pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Nikarin bi hêsanî têkiliyê bi mirovên din re deynin. Di qonaxa dawiyê de qeyba axaftinê, pirsgirêkên hiş, zehmetiya xwarinê, dayina kîlo rû didin. Her wiha pirsgirêka bêserûberiya mîzê jî jiyana nexweş zehmet dike.

 

Nîşanên (Semptomên) Alzheimerê


* Pirsgirêkên derûnî, bîrayî, tevgerî

* Jibîrkirin

* Têkçûna çalakî û tevgerên rojane

* Pirsgirêkên axaftinê, kirina peyvên çewt

* Tevlihevkirina dem û cih

* Di nirxandin û biryardayînê de astengî

undefined


Zindîkirina têkiliyên civakî


Ji ber ku sedemên alzheimerê ne diyar in, rêbazeke berbiçav ji bo başbûnê jî mixabin tune ye. Bi rêbazên heyî ancax mirov dikare encamên nexweşiyê kêm bike yan jî leza pêşveçûnê kêm bike. Di çarçoveyeke berfirehtir de jî mirov dikare bernameya tedbîrên li dijî alzheimerê bigire dest.


Fîzyoterapîst, bijîşk, ergoterapîst, derûnnas hinek endamên vê bernameyê ne. Nexweşiya Alzheimerê baldariyê dixwaze. Jîmnastîka mejî ji bo ev nexweşî pêş nekeve baş e. Meş, avjenî, ajotina bisiklêtê jî baş in. Xaçepirs û zindîkirina têkiliyên civakî jî ji bo vê nexweşiyê baş e.

 

Şerab û çîkolataya reş


Resveratrol a xwediyê taybetmendiya antioksidan e û di nava şeraba sor û çîkolataya reş de heye paşveçûna derûnî, fikirandin, hêskirin, bîranîn, dayina biryarê, ziman, çêkirina probleman, lêpirsîn (bilişsel) dereng dixe. Li gor lêkolîna Fakulteya Tipê ya Georgetown lêkolînek hat kirin. Ev bi 119 jin û mêrên bi nexweşiya Alzheimerê hat kirin.


Her roj 1000 mg resveratrol ji bo hinek nexweşên Alzheimerê hat dayin ji bo yên din jî dermanê plaseboyê yê bê bandor ango dermanê derewîn hat dayin. Salek şûnde piştî muayeneyê nexweşên resveratrol xwarin nexweşiya wan pêş neket. Lê yên nexwaribûn hat dîtin ku nexweşiya wan zêde bûye. Em dikarin bêjin Resveratrol pêşiyê li pêşketina nexweşiya Alzheimerê digire. Li gor lêkolîneke din a di Kovara The Journal Neuropsychiatric Disease and Treatment hat kirin de hat dîtin ku alkol ango meya ku bi awayekî hindik tê girtin ango mîna 15 gr alkol (wekî 0.3ml bîra) paşveçûna mejî ji sedî 23 kêm dike. Ev ceribandin li ser 365.000 kesî 7 salan hatiye kirin. Em dikarin bêjin meya ku bi awayekî hindik tê girtin ji bo hucreyên mejî baş e. 


Roza Metîna