Hinek bûyerên zanistê yên di 2020'î de

Hinek bûyerên zanistê yên di 2020'î de

Cîhan her diçe diguhere û di warê zanistê de pêş dikeve. Mirovên zanistê di 2020'î de gelek keşifên bi nirx û serkeftî bi dest xistin. Her wiha geşedana dawî ya ji bo dîtina aşiya Vîrusa Koronayê bû. Her wiha gelek keşfên têkildarî windabûyina dînazoran, avabûyina sîstema rojê û hwd. hatine dîtin.Yek ji geşadanên herî girîng a sala 2020'î têkoşîna li dijî Vîrusa Koronayê ye. Mirovên zanistê vîrusek tespît kirin û ji bo mirov xwe jê biparêzin rûpoş û parastina mesafeya civakî hat pêşniyarkirin. Di vê pêvajoyê de hat tespîtkirin dema di tedawiyên îlacên mîna Favicovirê de dema îlac zû tê girtin hat dîtin ku mêjera vîrusê kêm dibe. Her wiha hat hînbûn steroidên mîna Deksametazon ên maliyeta wê kêm di tedawiyên Virusa Koronayê ya giran de bandoreke baş çêdikin. Di heman demê de di şewbê de hat dîtin girtina wîtamîna D'yê ji bo têkoşîna li dijî nexweşiyên vîral girîng e. Bi pandemiyê dîsa diyar bû ku vîtamîna D'yê laşê mirov xurt dike û dema kêm bê girtin jî ev talûkeya enfeksiyonê zêde dike.


Hewildanên ji bo aşiyê


Di vê pêvajoyê de mirovên zanistê ketin nava hewildanekê da ku aşiyê bibînin. Aşiyên mRNA li dijî nexweşiyên zû derbasî mirova dibin cureyekî aşiyê yê nû ye û bi boneya pandemiyê cara yekem sepandin. Di gelek aşiyên berê de ji bo laşê mirov berteka xurtbûna laş nîşan bide mîkrobên lawaz hatine hiştin an jî hatine kuştin bi kar tînin. Lê aşiyên mRNA bi vê rêbazê naxebite. Dewsa vêya alava genetik a virusê bi kar tîne. Loma hucre proteina ji bo xurtkirina laşê mirov ew ê çawa hilberîne hîn dibin. Bi vê proteînê berteka xurtkirina laş çêdibe û dema virûseke rast têkeve canê mirov wê demê ev tiştên di encama aşiyê pêk tên dibe sedem ku mirov bikaribe ji nexweşiyê biparêze. Aşiyên Virusa Koronayê yên bi teknolojiya mRNA'yê hatin hilberandin niha li her derê cîhanê tên bikaranîn. Fîrmaya biyoteknoloji BioNTech û Pfizer a Emerîqayê bi hevparî aşî pêş hilberandin vê teknolojiyê bi kar tînin.


Şewba Ebolayê ya bi dawî bû


Di dema Virusa Koronayê hemû cîhan xistibû bin hakimiyeta xwe de ji Kongoyê agahiya Şewba Ebolayê bi dawî bûye hat. Komara Kongoyê ya Demokratîk ragihand ku şewba nêzî du salan dewam kir û bû sedema mirina 2 hezar kesî bi dawî bûye.


Rêya nû ya tespîtkirina Alzehimerê


Mirovên zanistê keşfeke nû kirin û diyar kirin ku bi testeke xwînê ya hêsan dikare nexweşiya Alzehimerê bê tespîtkirin. Ji ber qeyba hefizeyê divê mirov bizanibe ku ka gelo ev Alzehimer e yan na. Ev ji bo mudaxaleya yekem gelekî girîng e. Loma dîtina rêya nû ya tespîtkirina Alzehimerê ji bo berdewamiya jiyana mirovan girîng e. 

undefined
Pirtûkên dîrokî diyar dikirin ku di navbera mirovên yekem ku bi nêçirvanî û berhevkariyê jiyana xwe dewam dikirin beşa kar a di navbera zayendan de heye. Her wiha di van pirtûkanan de dihat gotin di navbera mezinên mirovan ên yekem de kesên nêçirvanî dikirin mêr bûne yên berhevkarî kirine jî jin bûne. Lê belê Mirovên Zanistê yên Zanîngeha Kaliforniyaya Emerîqayê li herêma Wilamaya Patjxa ya Çiyayên Andê lêkolînê dikin û vê tezê vala derdixin. Li gor kolandina hatiye kirin gora jina nêçirvan a 9 hezar sal berê dibînin. Arkeolog tînin ziman li gor texmînê ev jin di navbera temenê 17 û 19 salî de ye. Di gora wê de jî guleyên ji kevir û alavên qutker dibînin

Rêbaza kontrola zayinê ya bê hormon


Di demên dawî de mirovên zanistê rêbazeke nû ya kontrola zayinê ya bandorê li hormanan nakin keşif kirin. Jela bi navê Phexxi ya bê hormon hat dîtin. Phexxi dibe sedem vajîna asîdîk bibe û bi vê rêyê asteng bike ku sperm di demeke dirêj de li vir bên girtin. Ev rêbazeke hêsan e jî. Saetekê berî dema şabûnê bi alîkariya aplikator ev jel tê valakirin. Rêjeya parastina heban ji sedî 91 e lê ya jelê ji sedî 86 e.

Li cîhanê cara yekem ji hêkên li laboratuvarê yên hatin cemidandin pitik çêbûPisporên zayinê di serê 2020'î de li cîhanê cara yekem tiştek pêk anîn. Di meha sibatê de pisporên zayinê yên Fransizî bûn sedem ku jineke 34 salî ya 5 sal berê hêkên wê hatibûn girtin bibe xwediyê pitikekî lawik. Jina ciwan a 29 salî û bi pençeşêra memikan tedawiya kemoterapiyê didît. Loma mirovên zanistê 7 hêkên hîn kamil nebûbûn girtin û bi metoda "kamilkirina in vitro" li laboratuvarê hêk kamil kirin. Bi vê sayê jinan ji nexweşiya pençeşêra memikan rizgar bû lê belê êdî nikaribû zarok bianiya piştî 5 salî bû xwedî zarok. Pispor tînin ziman ku ew pitik ê yekem ê vê rebazê ye.


Keşfa NASA'yê: Ava li heyvê


Daîreya Feza û Hewazanî ya Neteweyî ya Emerîqayê (NASA), di 26'ê Cotmehê de ragihandibû ew ê têkildarî heyvê keşfeke nû eşkere bikin. Piştre di demeke kurt de eşkere kirin. Rêveberê NASA'yê Jim Bridenstine li ser hesabê xwe yê twittirê daxuyanî da. Jim Bridenstine wiha got:"Li ser rûyê heyvê yê ji cîhanê xuya dike me av dît. Em niha ne bawer im em ê wekî jêderk bi kar bînin an na lê belê ji bo plana keşfa me ya Artemis wekî mifteyekê ye.


Elon Musk wehşê çip di mejî de hatibû bicihkirin da danasîn


Elon Musk, xwepêşandana zindî ya Şîrketa Neuralink a yek ji şîrketên dixwaze pirekê di navbera mejiyê mirovan û komputurê ava bike, di meha tebaxê de pêk anî. Di xwepêşandana zindî de wehşê bi navê Gertrude yê çipeke bi qansî pereyekî hûr di serî de hatibû bicihkirin hat danasîn. Nûnerên Neuralinkê dan zanîn ev çîpana dikare rojekê di tedawiya qeyba hafizayê, depresyon û xisara mejî de bê bikaranîn. Mirovên zanistê mejiyê mirovan bi saya rêya damarên xwînê bi kompitura Windowsê girê dan. Bi vê yekê mişkê komputura bi mejiyê mirovan hat girêdan ji aliyê mirovan ve hat kontrolkirin.


Fikra mêr nêçirvaniyê dike vala hat derxistin


Pirtûkên dîrokî diyar dikirin ku di navbera mirovên yekem ku bi nêçirvanî û berhevkariyê jiyana xwe dewam dikirin beşa kar a di navbera zayendan de heye. Her wiha di van pirtûkanan de dihat gotin di navbera mezinên mirovan ên yekem de kesên nêçirvanî dikirin mêr bûne yên berhevkarî kirine jî jin bûne. Lê belê Mirovên Zanistê yên Zanîngeha Kaliforniyaya Emerîqayê li herêma Wilamaya Patjxa ya Çiyayên Andê lêkolînê dikin û vê tezê vala derdixin. Li gor kolandina hatiye kirin gora jina nêçirvan a 9 hezar sal berê dibînin. Arkeolog tînin ziman li gor texmînê ev jin di navbera temenê 17 û 19 salî de ye. Di gora wê de jî guleyên ji kevir û alavên qutker dibînin.


Roza Metîna