Aboriya Dîjîtal û Taybetmendiyên Wê

Aboriya Dîjîtal û Taybetmendiyên Wê

Geşedanên di warê teknolojiya agahî û têkiliyê de her ku diçe berbiçavtir dibe. Tevî vê yekê înternet jî her ku çû bêtir belav bû û jiyana mirovan hêsantir kir. Ev geşedanan bûn sedem ku karên di qada dijîtalê jî zêdetir bibin. Li gelek welatî razandina sermayeya ji bo tekonolojiya agahî û têkiliyê gelekî zêde ye. Ev teknolojî ji ber li her derê tê bikaranîn ev bandoreke girîng li ser têkiliyên aboriyê jî dike. Bikaranîna teknolojiya agahî û têkiliyê di lîteratora aboriyê de wekî Serdema Înternetê, Şoreşa Teknolojiya Agahiyê, Aboriya Dîjîtal tê binavkirin. Têgeha Aboriya Dîjîtal cara yekem bi pirtûka “The Digital Economy: Promise and Peril in the Age of Networked Intelligence” ya Nivîskar Don Tapscott a 1995'an de hat weşandin, di lîteraturê de cihê xwe girtiye.


Aboriya Dîjîtal hilberandin û xizmetê di nava xwe de vedihewîne


Aboriya Dîjîtal ji xeynî bazirganiya elektronîk xizmetên dayinê ya online, reklamên online, reklamkeriya tabana webê, bikaranîna pereyê dîjîtal ê sêdîmenî jî di nava xwe de vedihewîne. Her wiha Aboriya Dîjîtal hilberandin û xizmetê di nava xwe de vedihewîne. Ji e-ticaretê heta muzîkê jî digire dest. Alavên dîjîtal çiqas zêde dibin hejmara fîrmayên dîjîtal jî ewqas zêde dibin. Polîtîka û birêkûpêkkirina li ser înternetê ya welatan bandoreke erênî di heman demê de li pêşketina Aboriya Dîjîtal jî dike. Li Tirkiyeyê jî di 1'emîn Plana Pêşketinê de wekî hedef hat destnîşankirin heta sala 2023'yan navendên veguhestina dîjîtal derkeve 14'yan. Di 34'emîn Komcivîna Înformatîk a Komeleya Înformatîk a Tirkiyeyê de Wezîra Pêşketinê dabû zanîn ew ê 2018 ji bo Tirkiyeyê bibe sala Aboriya Dîjîtal.


Cihgirtina Aboriya Dîjîtal a di Belgeyên Polîtîkayê de


Ji aliyekî din jî Aboriya Dîjîtal çiqasî di Belgeyên Polîtîkayê de cihê xwe digire ev girîng e. Dema em li belgeyên polîtîkayên bilind û stratejiyên navneteweyî yê Tirkiyeyê dinêrin di 11'emîn Plana Pêşketinê de Serokkomariyê di Bernameya salane ya 2020'î de û di Plana Çalakiyê û Stratejiya Civaka Agahiyê ya 2015-2018'an de da zanîn têkildarî Aboriya Dîjîtal raste rast beş an jî hedef tune ne. Dema em li encamê dinêrin di belgeyên polîtîkayê de Aborîya Dîjîtal bi hêmanên cuda bi armancên cuda cih digirin lê raste rast beşeke stratejiyê ya têkildarî Aboriya Dîjîtal, dîjîtala global nayê xuyakirin. Em nexşerêyeke bi tevahî ji sedî sed nikarin bêjin em dibînin. Mirov di heman demê de di Aboriya Dîjîtal de dikare tiştên razber û fîzîkî veguherîne tiştên nîgaşî.


Aboriya Dîjîtal belav dibe


Li tevahiya cîhanê bikaranîna Aboriya Dîjîtal belav dibe. Di vê çarçoveyê de Yekîtiya Ewropayê jî û gelek saziyên din ji bo astengiyên faliyetên li ser Aboriya Dîjîtal a derveyî welat rabin planên çalakiyên cuda ava kirin. Yekîtiya Ewropayê bi Stratejiya Lîzbonê di sala 2000'î de xebatên Aboriya Dîjîtal dest pê kiriye. Bi vê yekê Yekîtiya Ewropayê bal kişandiye ser girîngiya Yek Bazara Dîjîtal kiriye. Modela kar a dîjîtal yek ji pêşketina jiyana kar a modern e. 


undefined
Li gor dane û pêşketinên niha diqewimin tê xuyakirin her ku diçe danûstendina li ser înternetê ya her cureyên pêdiviyan zêde dibe. Êdi dem dema înternetê ye û ji ber cîhan bala wê ketiye vî alî loma ev bandorê li ser têkiliyê di navbera mirovan û danûstendina pêdiviyên mirovan jî dike. Torên têkiliyê yên bi rêya înternetê her ku diçe belav dibin û dinya jî bi vê yekê biçûktir dibe

Wateya têgeha Aboriya Dîjîtal berfirehtir dibe


Bi pêşketina û belavbûyina teknolojî û înternetê wateya têgeha Aboriya Dîjîtal jî berfirehtir dibe. E-devlet ku ew jî hêzeke dîjîtal e li Tirkiyeyê bi bandor e. Li gor hinek çavkaniya tê gotin ji aliyê E-devlet'ê ve aboneya 50 milyon kesî pêk hatiye. Bi vê yekê xizmeta mobîlê ya 2.500'î zêdetir tê dayin. Her wiha 649 sazî û ji 5 hezarî zêdetir xizmeta servîsê tê dayin. Ji ber em di serdema dîjîtal de dijîn loma gelek şîrket bi vê rêyê sermayeyên gelekî mezin bi dest dixin. Wekî mînak şîrketa Alibaba.com a li nêzî 250 welatan û li herêman ji aliyê bi sed milyonan kesî ve bi awayekî çalak tê bikaranîn li Tirkiyeyê jî bi awayekî çalak tê bikaranîn. Gelek şîrketên din ên ku bi rêya dîjîtal kirîn û firotinên neteweyî û navneteweyî dikin hene. Em dikarin bêjin bi taybet di serdema pandemiyê de dan û stendina li ser sîteyên înternetê zêdetir bûn. Vê yekê bandoreke neyînî li ser bazirganên dikanên wan hene kir. Li Tirkiyeyê gelek bazirganan ji ber nikaribûn heqê kirê, fatureyên xwe bidan mecbûr man dikanên xwe bigirin. Hem aliyên erênî hem jî aliyên neyînî yên Aboriya Dîjîtal hene.


Berfirehkirina têkiliyên navneteweyî dê bandorê li Aboriya Dîjîtal bike


Ji bo Aboriya Dîjîtal hem li qada neteweyî hem jî li qada navneteweyî pêş bikeve hinek gavên jidiyayî divê bên avêtin. Divê hinek tedbîrên baş bên girtin ku astengiyên li hemberî têkiliyên global bên rakirin. Divê teknolojiyên Aboriya Dîjîtal entegreyî mufredata zanîngehan bibin. Têkildarî vê yekê beşên lîsans û onlîsansê bên vekirin. Berfirehkirina têkiliyên di qada navneteweyî de dê bandoreke baş li Aboriya Dîjîtal bike.


Alavên ragihandinê


Li Tirkiyeyê dema em dinêrin sektora girîng a alavên teknolojiya dîjîtal hildiberînin a alavên ragihandinê ye. Ev sektora di warê îstihdamê de pêş dikeve. Elektronîka berxur a ji hevparên herî girîng a Aboriya Dîjîtal a li Tirkiyeyê di nêviyê salên 2000'î de di nava 3 salî de (2006-2009) ji sedî 40 îstihdama qeybê pê re çêbûye di 2009-20152'an de ev qeyba hinek be jî hatiye derbaskirin. Di sektora perçeyê elektronîk de jî di 2009'an de bi rêk û pêk zêdebûyina îstihdamê çêbûye. Di salên 2004-2015'an de zêdebûyina salane %5.4 e. Sektora personelên derûdorê û kompîturê jî bi kêmayî di warê îstihdamê de zêde bû û li gor sektorên din îstihdama wê kêm e. Di sektora xizmetên teknolojiyê de bernameya kompîturê herî zêde bi lez di warê îstihdamê de pêş ketiye. 


undefined


Dan û stendina dîjîtal jî zêdetir dibe


Li Tirkiyeyê ji ber bikaranîna înternetê zêde dibe loma dan û stendina dîjîtal jî zêdetir dibe. Li gor daneyên Saziya Îstatîstîk a Tirkiyeyê (TUÎK) li gor sala borî bi zêdebûyina ji %3,7 gihaşt %79. Li gor daneyên Ofîsa Îstatîstîk a Emerîqayê Eurostatê hejmara kesên dan û sitendinê li ser înternetê dikin di 2019'an de bi zêdebûyina ji sedî 3 gihaşt ji sedî 30. Di 2020'î de ji ber pandemiyê dan û stendina bi onlineyê zêde bû. Li ser sîteyên înternetê yên mîna Trend Yol, hepsi burad û hwd. gelek tiştên mîna elektronîk, kinc, qirtasiye, kozmetîk, pirtûk û hwd. dikarin bên kirîn. Her wiha di 2019'an de bikaranîna qertên krediyê ji %84 dihat bikaranîn û ev jî di 2020'î de bûye ji %79. Li gor daneyên 2019'an jî hat dîtin bi qerta qrediyê bêtir rêbaza bi teqsît tê tercîhkirin û danûstendina bi onlineyê jî zêde bûye.


Torên têkiliyê yên bi rêya înternetê belav dibin


Li gor dane û pêşketinên niha diqewimin tê xuyakirin her ku diçe danûstendina li ser înternetê ya her cureyên pêdiviyan zêde dibe. Êdi dem dema înternetê ye û ji ber cîhan bala wê ketiye vî alî loma ev bandorê li ser têkiliyê di navbera mirovan û danûstendina pêdiviyên mirovan jî dike. Torên têkiliyê yên bi rêya înternetê her ku diçe belav dibin û dinya jî bi vê yekê biçûktir dibe.

 

Roza Metîna