Derwazeya Dirbêsiyê ya sînorî û giringiya wê ya aborî li ser wê herêmê.

Derwazeya Dirbêsiyê ya sînorî û giringiya wê ya aborî li ser wê herêmê.

Derwazeyeke sînorî ye dikeve Rojavayê Kurdistanê di navbera Sûriyê û Turkiyê de ye٫ dikeve bakurê navenda bajarê Dirbêsiyê û yekser bajar bi turkiyê an bi bakurê kurdistanê ve girê dide, Navê xwe ji navê bajar biriye, Berî kirîza Sûriyê destpêbike ev derwaze dihate bikaranîn ji bo karên ewlehî û veguhastina agahiyên istixbaratî di navbera herdû hukûmetan Sûriyê û turkiyê de, Derwazeyeke stratejiye bo Rojavayê kurdistanê bi taybet û herweha bakur rojavayê sûriyê bi giştî, çunkî vekiriye li ser herêmeke cuxrafî berfirehe, Dibe cêdereke giring di aboriya herêmê de ji ber ku erda wê gelekî bi xêr û bêr û berhemdar e û piraniya cureyên çadiniyê li çêdibe, û herweha ziyatirî wisa jî jîngeheke guncawe bo berhemdana samanên giyandarî (heywanî)ye, ev derwaze eger hat û bê vekirin wê rûbereke berfireh bide ber xwe û wê vebe li ser navenda parêzgeha Hesekê.

Lewra vekirina wê wê roleke giring bilîze di geşepêdana herêmê de bi giştî, û wê kirîza bêkariyê ya ku ev parêzgeh ji ber azarîyê dibîne bi dehên salan ji ber sedemên tunebûna derfetên kar ji alîkî de û guhnedana sitemkar ji aliyê dewletê de bi bihaneyên ewlehî ji alîk dîtir bi dawî bike.


undefined


Piştî kirîza Sûriyê destpêkir di sala 2012 ev derwaze bi şêweyekî fermî ji aliyê turkiyê û rêveberiya xweser hate vekirin ji bo karên hawarçûnê û alîkariyên mirovî, lê ev tişt bi cî nehat wek tê xwestin û karê vê derwazeyê hate çarçewekirin ji aliyê turkiyê ve ku tenê ji bo ew kesên wê ji turkiyê ve dakevin Sûriyê û yên dixwazin seredanê bikin û herweha derbasbûna hindek nexweşên ku rewşa wan awarte be bo turkiyê û ew jî li gorî mercên dewleta turkiyê, ev derwaze maweyekê hate birêvebirin û pişt re hate rawestandin, lê hêjaye gotinê pêngaveke baş bû, bo nimûne çûn û hatina kesên ku regeznameya turkiyê hilgirti bûn asan kir, û heweha destûrdana derbaskirina kemiyatên sînordar ji kelûpelên bazirganî bo bazarên Rojavayê kurdistanê٫ lê mixabin berdewam nekir û hate qapatkirin ji ber hin sedemên siyasî yên naskirî.


undefined


Sûdemendiyên vekirina vê derwazeyê bo hevwelatiyên herêmê çine?

Eger qewimî û hate vekirin bi şêweyekî fermî ev derwaze wê bandoreke wê ya giring hebe di geşepêdana herêmê de bi giştî, û wê bibe cêdereke aborî ya sereke bo xelkên bajarê Dirbêsiyê û derdora wî, ev sûdemendî jî ev in:

  • Çalakirina karên bazirganî û ev tişt wê roleke serke bilîze di aktîvkirina bazarên xwecehî û dabînkirina wan bi hemû kelûpelên pêwîst û hewcedar.
  • Peydakirina derfetên kar yên nû bo xelên herêmê û ev tişt wê bibe sedem ji bo geşepêdan û pêşxistina herême û di heman demê de kêmkirina pileya bêkariyê " betaliyê" li herêmê.
  • Çûn û hatin di nevbera bakur û Rojavayê Kurdistanê de yekser û asan dibe, û gelek pirsgirêk çareser dibin û sûdemendiya vî deryî li herdû aliyan vedigere.


undefined


Bêguman, baceyên ku wê bên ferzkirin li ser kesayetiyan an kelûpelên bazirganî wê dahatîyên wan vegerin gencîneya giştî ya herdû aliyên hevbeş di vê piroseyê de.

hêjaye amajekirnê ev piroje wê binyata jêrîn ya bajarê Dirbêsiyê pêşbixe, û di heman demê de wê jîngeheke aborî nû peyda bike ku wê rola wê giring û berçav be di pêşxistin û geşepêdana herêmê de bi giştî.