Girekî berz e li rojavayê kurdistanê ye, dikeve rojhilatî bajarê Dirbêsiyê li ser riya Serê Kaniyê ye, dûrî navenda bajarê Dirbêsiyê ye bi dûrbûna nêzîkî 13 kîlomitraye, li dorhêla wî hejmareke gund hene ew jî evin: ji aliyê bakur herdû gund Melek û Delîkê ne, û ji aliyê başûr gundê Tirbe ye, û ji aliyê başûrê rojava gundê Talikê ye, û ji rojava Qeyrewan ya erebê Xemr e, û ji aliyê rojhilat gundê Hacoxlî ye, û ji aliyê başûrê rojava gundê girkundê ye.
Lênavkirin û giringiya Girê Kepez
Girê Kepez bi dû navan navdar e, li ser asta herêmê navdare bi Girê Kepez an Kepez, lê li derveyî herêmê navdare bi Kepezê Kîkan, lênavkirina yekem tê bi weteya çiyayê pez û terşan ji ber ku cihekî zengîn bû ji bo çêrandina terşan, di heman demê de gir wek penagehekê bû ji xwediyên pez re ku xwe pê diparastin ji diz û çetan, lê lênavkirina duyem vedgere ser hoza Kîkan ya kurdî ya ku xwediya wê deverêye û dîrokeke wê ya kevnar û resen li wê deverê heye bi sedê salan û sînorê vê hozê ji aliyê başûr dighêje ta Çiyayê Ebdilezîzê (çiyayê Qizwana).
Girekî volkaniya bilindahiya wî ji ser riwê erdê dighêje bêhtirî 100 mitrî li berztirîn lûtika wî ya ku şêweyê işkeftekê sitendiye li jor, dirêjahiya girê Kepaz ji rojhilat ta rojava zêdetirî 2500 mitriye, rûbera wî dighêje 1500 donimî, ziviyê wî baştirîn zeviye ji bo çandiniyê, di herêmekê de ye jê re tê gotin XETA DEHAN, barana wê pirre û hemû cureyên çandiniyê lê çêdibin, lewra rûbera wî ya giştî tevî erda ku li ser gir û derdora wî dighêje zêdetirî 250 hêktarî.Girê Kepaz dikeve nav zeviyê herdû gundan Melek û Delîkê yê ku milkiyeta wî vedgere malbata Erebo û Îso ya beşeke ji Hoza Azîzan.
Û eger em vegerin pirtûka (welatek li ser sînor) em bibînin ku bi şêweyekî hûrgilî basa rêveberiya Osmanlî di herêma sînorî ya niha sûryê-îraq-û Tirkiyê ye dike, di qernê şanzda de yê zayînî, nivîskar (Najat giwênç-û Folf-û Dîtir Hotres), ya ku hatiya weşandin sala 1997z li Istenbolê, yê lêkolîner pişt bi deftera bacên Osmanlî bestiye (mûfesel defterdar) ya sala 1564z, têde tê diyarkirin ku di wê demê de deverek hebû bi navê (Kepez) ev lênavkirin vedgere ser Girê Kepez yê ku wek semboleke wê deverê ye, û wê çaxê devera Kepez biçûktirîn deverên qezaya Mêrdînê bû ya ku girêdayîbû wê demê bi lîwayê Amedê Diyarbekir'ê, yê lêkolîner cihê wê xweşik destnîşan dike, û dibêje ew li deverên başûrê Dirbêsiyê bû, û Çemê Zirganê٭ tê re derbas dibû, û dever diket başûrê rojavayê bajarê Mêrdînê bi dûrahiya nêzîkî 40 kîlomitrî.
Berztirîn xalên bi navnîşan li ser Girê Kepez
Girê Kepez ji xelkê devera Dirbêsiyê re weke cihekî sembolîye, xelkê deverê xweşik li ser geriyane û bîranînên wan li ser girê wan hene, di salên dawî de bibû wîstgeha seyranên wan, zorbey rojên bihara xwe li ser derbasdikirin, ji cihekî diçûn cihekî, û her ku li ser xalekê radiwestîn çîrok û bîranînê xwe bi bîr tanîn, û ev xalana evin:
Di kotayî de, Girê Kepez yek ji giringtirîn sembolên cuxrafiye li cezîra jor ya rojavayê kurdistanê, cihê kêf û xweşiyê ye li cem xelkên herêmê, bi taybetî li werzê biharê bihatina cejna netewa kurd cejna NEWROZÊ, govendên şahî û dîlanan li ser gir li dardikevin, gir renga reng dibe bi gul û çîçekên xwe, û wek tê gotin xwe amade dike bi hatina Newrozê.
Cêdera ku hatiya bikaranîn û daxwiyakirin: