
Taybetmendiya dîroka gelê kurd û cejna serfiraziyê ya Newrozê
Ji bo em bûyeran rast şîrove bikin dîrok û kesên di dîrokê de roleke taybet lîstine, gelekî girîng in. Êş, evîn, serfirazî, serkeftin, fikir, ramanên di dîrokê de siberojê jî ronî dike. Di heman demê de rê nîşanî siberojê dide. Dema em dizîvirîn û li dîroka gelê kurd dinêrin em dibînin ku gelek kesî li ser nirxên civakî li ser navdarên kurdan nivîsandine. Yek ji vana Ebû Hanîfe Dînewerî ye. Ebû Hanîfe Dînewerî berî hezar salî pirtûkek bi navê Pêşiyên Kurdan nivîsandiye. Di heman demê de nexşerêyeke bi navê Kurdistanê xêz kiriye ...