Qeyrana aboriyê ya dibe sedema aloziyê

Qeyrana aboriyê ya dibe sedema aloziyê

Em ji sîstema organîzasyona pêdiviyên civakî bi cih tîne dibêjin aborî. Aborî dema baş be bandoreke erênî dike lê belê dema xirab be ev dibe sedema gelek pirsgirêkan. Dema li welatekî qeyrana aboriyê hebe jiyan jî li gor wê bi teşe dibe. Li Bakur û Tirkiyeyê du mijarên serekê yên qedera gel diyar dikin siyaset û qeyrana aborî ne. Gelek carî siyaseta yekperest dibe sedem ku qeyraneke mezin a aboriyê rû bide û li ser vê yekê bibe sedema bingeha aloziya di nava civakê de. 


Tê xwestin aboriya têkçûyî bê binpaçkirin


Di nava aloziyê de her dem bi destên sîstema heyî rojev tê guhertin û mijarên esas tên xwestin bên jibîrkirin. Êrişên li derveyî sînor, tayinkirina qeyûman a li şaredariyên kurdan yek ji mijarên tê xwestin rojev bê guhertin û gel bên çewisandin in. Bi vê yekê tê xwestin aboriya têkçûyî jî bê binpaçkirin.


Yek ji mijara esas ji ber qeyrana aborî ye her tê xwestin ev qeyran bê veşartin. Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), 22’yê adarê îstatîstîkên têkildarî hêza kar ên sala 2020’î eşkere kiribû. Li gorî daneyan rêjeya bêkariyê %13,2 ye û bêkariya li derveyî çandiyê jî %15,3 ye. Rêjeya bêkariya ciwanan jî %25,3 ye û îstihdama herî kêm li bajarên bakurê Kurdistanê ye. Lê belê li gorî daxuyaniyên sendîkayên karkeran, daneyên TUÎK’ê rastiyê nîşan nadin. Her wiha firotinên parekenda û hilberîna sanayî jî kêm dibin. Divê em vê jî ji bîr nekin. 


Pêkanînên antidemokratîk qeyranê kûrtir dikin


Mixabin dema em li rewşê dinêrin em dibêjin sal bi sal xwezî bi par. Li gorî rapora ku Barometreya Stenbolê amade kiribû, ji sedî 56’ê welatiyan nikarin debara xwe bikin û di bin deynan de ne. Buhabûna her tiştî zema li meaş tê kirin jî vala derdixe. Komîsyona Diyarkirina Bihaya Asgarî, di 28’ê kanûnê de civîna xwe ya dawîn li dar xist û bihayê asgarî weke 2 hezar û 825 diyar kir. Bi kêmahiya bihayê asgariyê gel mehkûmî birçîbûnê tên hiştin. Her ku diçe rêjeya bêkariyê li Bakur û Tirkiyeyê zêde dibe.


Ev rêjeya bêkariyê û qeyrana aboriyê jî bihewildanên nîjadperest û dijminatiya li dijî kurdan tê xwestinbê jibîrkirin an jî xuya neke.Pêkanînên antidemokratîk qeyranên heyî kûrtir dikin. Daketina nirxên pereyê tirk jî nîşan dideku qeyrana aboriyê ya tê xwestin bê veşartin heye. Lê belê wekî ku me got bi hinek mînak û pêkanînên şênber tê xuyakirin ku ev qeyrana aborî nikare bê veşartin. Dixwazim mînakekê têkildarî mijarê bidim. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye ji bo 423 personelan bigire kar di 22’yê adarê de li ser înternetê îlana serlêdana kar vekir. Serlêdan di 24’ê adarê de bi dawî bûn. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî mijarê tu daxuyanî neda, lê hat îdiakirin ku ji bo îlana 423 kesên bi rêbaza peşk bigirin kar 41 hezar kesan serî lê dane. Vê yekê rêjeya bêkariyê ya li bajêr jî raxist ber çavan. Li gor hinek îdiayan jî tê gotin ji bo temînata girtina kar ji hin kesan pereyekî zêde hatiye wergirtin. Her wiha Şaredariya Edeneyê ya Mezin jî ji bo ajokartiya operator, personelê buroyê û park baxçeyê îlan dabû ku dê 200 kesî bigire kar lê belê 52 kesî serî lê dan û ji vana 45 hezar kes jî mezûnên zanîngehê ne. 


Li ser karkeran întihar tê ferzkirin


Ji ber polîtîkayên antîdemokratîk mafên mirovan tên binpêkirin. Ji van mafan yek jê yê sereke mafê kar û xebatê ye. Ji aliyekî jî ji ber şerd û mercên kar û di bin siya qeyrana aboriyê de gelek kes întihar li ser wan tên ferzkirin. Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) a Stenbolê, tekildarî intihara karkeran a 8 salan herî dawî raporek weşand. Li gorî raporê di nav 8 salan de ji ber şertên kar ên li kargehan 502 karkeran întihar kirine û jiyana xwe ji dest dane. Li gorî raporê intihara karkeran sal bi sal zêde bûye û bajarên ku herî zêde intihara karkeran li wan çêbûye jî wiha hatine rêzkirin: Stenbol, Îzmîr, Kocaelî û Antalya. Di raporê de hatiye destnîşankirin karkerên ku jiyana xwe ji dest dane 30 ji wan jin û 472 kes ji wan mêr in. Her wiha li gorî raporê 6 zarokên karker jî întihar kirine. Her wiha bi taybetî di rojên şewbê de, bi hincetên cuda gelek karker ji kar hatin derxistin. Gelek kedkar sirgun û îxrac li ser wan tên ferzkirin.

Ji ber polîtîkayên antîdemokratîk mafên mirovan tên binpêkirin. Ji van mafan yek jê yê sereke mafê kar û xebatê ye. Ji aliyekî jî ji ber şerd û mercên kar û di bin siya qeyrana aboriyê de gelek kes întihar li ser wan tên ferzkirin.
undefined


Ji ber xizaniyê gelek kes dawî li jiyana xwe tîne


Ji ber rewşa siyasî û aboriyê xetereyeke mezin li ser jiyana mirovan heye. Wekî mînak dîsa di 16' Sibatê de li bajarê Konyayê ajokarê qamyonê M.Ç. ji ber pirsgirêkên aboriyê xwe kuşt. Di heman rojê de li navçeya Erdîşê ya Wanê jî welatiyê bi navê Geylanî Kamer, li mala xwe, xwe kuşt. Her wiha Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê welatiyê bi navê Nezîr Kiliç ji ber qeyrana aboriyê xwe ji avahiya qeymeqamiya Cizîrê avêt û jiyana xwe ji dest da. Walîtiya Cizîrê têkildarî xwekuştina Nezîr Kiliç daxuyanî dabû û angaşt kiribû ku Nezîr Kiliç ji ber nexweş bûye xwe ji avahiya qeymeqamiyê avêtiye. Hevjîna Nezîr Kiliç Kîbariye Kiliç got 'walîtî derewan dike' û diyar kir ku hevjînê wê ji bo alîkariyê çûye qeymeqamtiyê û ji ber ku rayedaran li wî guhdar nekirine xwe ji avahiyê avêtiye. Mixabin dema em li rewşê dinêrin kesên sermeyadar û alîgir tên parastin. Di rewşa Vîrusa Koronayê de kesên xizan bêtir xizantir bûn û ji bo karker û xizanan tedbîrên baş nehatin girtin. Loma ji ber xizaniyê gelek kes dawî li jiyana xwe tîne


Bi Kod 29'ê karker tên mexdûrkirin 


Di nava xizanî û aloziya aboriyê de mijara Kod 29 jî dibe sedema mexdûriyetê. Kod 29 li gor kodên veqetandina ji kar a Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) tê wateya feshkirina kar a ji ber îhlalkirina rêgezên baş û ehlaq a karker. Kesên bi rêya Kod 29 ji kar bên avêtin ew ê ji mafên tezmînata qidem, meaşê bêkariyê, tezmînata îxbarê fêdeyê nebînin. Desthilatdar her alîgirên xwe digirin kar û ji ber şerdên nebaş ên aboriyê gel tên mexdûrkirin. Kod 29 jî li ser vê yekê hat û rewş dijwartir kir. Meclîsa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), diyar kir ku di sala dawî de hejmara karkerên ku bi Kod 29'ê ji kar hatine derxistin ji sedî 70 zêde bûye û ji sedî 80 dozên vegera ser kar jî têkildarî Kod 29'ê ne.


Jixwe karkerên di depoya Mîgrosê de dixebitîn û bi Kod 29'ê ji kar hatin avêtin, ji bo ku paş vegerin ser karê xwe, li ber mala karsaz Tuncay Ozîlhan a li Beykozê ya Stenbolê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsan daxuyaniya wan asteng kiribû û 22 karker hatibûn binçavkirin. Her wiha li Tirkiyeyê desthilat di bin navê “Mertala Îstihdamê” de “Pergala Teqawidiyê ya Temamker (TES)” xistibû rojevê. Bertekên li dijî vê yekê jî didomin. Bi vê pergalê tê xwestin tazmînata qidemê dewrî fonê bê kirin. 


Di bin rewşa awarte de gelek kes ji kar hatin derxistin


Sedemeke girîng a mexdûriyeta karkeran derdixe pêş yek jê rewşa awarte bû. Piştî 15'ê Tîrmeha 2016'an şûnde bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) ji aliyê serokkomar ve bi hezaran kes bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji kar hatin derxistin. Di dema rewşa awarte ya 2 salî dewam kir de bi deh hezaran kes ji karên xwe hatin dûrxistin, hatin binçavkirin an jî hatin girtin û pasaportên bi dehhezaran kesî hatin betalkirin. Ji bo vegera ser karê xwe gelek çalakî hatin lidarxistin. Niha jî gelek kes ji bo vegerin karên xwe têdikoşin. 

undefined


Girîngiya çandiniyê 


Ji bo pêşketina aboriyê çandinî xaleke girîng e. Dema li welatekî çandinî qels be wê demê bingeheke xurt a aboriyê jî dê tune be. Lê dema em li Bakur û Tirkiyeyê dinêrin ji ber buhaya derman, gubre, mazotê zêde dibe çandinî gelekî qels bûye û her ku diçe kêm dibe. Di Çileya 2020'an de tona gubre hezar û 650 TL bû, lê di 21'ê Çileya 2021'ê de ji sedî 82 biha bû, bû 3 hezar lîre. Di vî warî de alîkariyên tên kirin jî mixabin têrê nakên. Kesên bi cotkarî û çandiniyê mijûl in heqê keda xwe nikarin bigirin. 


Astengî bi dawî nabin


Kesên dixwazin bi çandiniyê mijûl bibin û ajalan xwedî bikin jî bi astengiyan rû bi rû dimînin. Adîle Zengîn di roportaja ku dabû ajansa jinê Jinnewsê de da zanîn ku ew ji ewropayê vegeriyane û xwestine li ser axa xwe bijîn. Xwestine ajalan xwedî bikin û çandiniyê bikin lê belê ew di warê avê de tengasiyê dibînin. Diyar kir wê gelek carî serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya Qeyûm hatiye tayinkirin daye lê belê serlêdana wê bê bersiv maye. Mixabin astengiyên li pêşiya cotkariyê bi dawî nabin. Bi salan e li gelek bajarên nêzî sînoran mêrg û zozan di bin navê "herêma ewlehiya taybet" de tên qedexekirin. Qedexeya li ser mêrgan jî ji bo cotkarî û ajalkarî bi rih û can bibe asteng e. Çavkaniyên îstihdamê jî bi vî rengî tune dibin.


Bandora baceyê ya li ser aboriyê


Ji gelek mijarên qedera aboriyê tayin dike yek jê bace ye. Dema bace ji gel re neyê xerckirin ev jî dibe sedema qeyrana aboriyê. Şaxên Sendîkaya Kedkarên Buro (BES) ên Enqereyê, bi boneya “Hefteya Bacê” ya 32'yemîn daxuyanî dabû û gotibû bace bi giştî bûye rewşeke nîqaşê, bacayên tên komkirin, ne ji bo gel, ji bo şer, sermaye, rant, polîtîkayên ewlekariyê, fors û luksê tên bikaranîn. Ev daxuyanî jî diyar dike ku dema li welatekî newekheviya bacê hebe li wî welatî ev yek bandorê li ser aboriyê jî dike. 


Malnişîn jî para xwe digirin


Qeyrana aboriyê ya jiyana mirovan zehmet dike bandora neyînî li ser malnişîniyan ango ên teqawit jî dike. Li gor daxuyaniyên Sendakiyên Malnişîniyan kesên malnişîn gelekî zehmetiyê dibînin. Zêdebûna rêjeya enflasyonê bandoreke nebaş li kesên malnişîn dike. Li Tirkiyeyê nêzî 13 milyon malnişîn hene û ji sedî 80'yê van kesan meaşekî di biniya meaş kêm re distînin. Meaşên wan ji sedî 60 kêm dibin. Ev yek bandorê li ser sîgortaya wan jî dike. Dema malnişîn nexweş be, ji bo heqê dermanan ji sedî 20-30 ji meaş tê kuştin. Her wiha malnişîn jî ji aloziya siyasî û ji qeyrana aboriyê para xwe digirin. Loma jî pêdivî ji pergaleke nû ya aboriyê heye.


Rewşa jinê ya di qada aboriyê de 


Qeyrana aborî bêtir bandora xwe ya neyînî li ser jinan dike. Li gor rapora adara 2021'ê ya DİSK/Genel-İş a lêkolîna bandora  Covid-19 a li ser karkeran ji sedî 38 dahata jinan ket û bêkariya jinan derket milyon û 346 hezarî. Her wiha li gor hinek lêkolînên din rêjeya îstihdama jinê 5 puanan paş ketiye û bûye 30,3. Lê belê jin her dem ji bo li destkeftî û keda xwe xwedî derkevin têkoşîna xwe didomînin.


Roza Metîna