Dûrbîn û Teleskop

Dûrbîn û Teleskop

Dûrbîn tê wateya dîtina ji dûr ve. Ji bo alav û tiştên li dûra mirov bikaribe bibîne dûrbînê bi kar tîne. Ji bo cîsmên li cîhanê dûrbîn tê bikaranîn lê belê ji bo cîsmên li asîmanan bên xuyakirin Dûrbîna Asîman (Teleskop) tê bikaranînin. Çavên mirovan bêyî dûrbîn tenê dûrahiyeke bi sînor dikare bibîne. Piştî dûrbûnekê êdî dîmen ne zelal e. Loma di vê rewşê de pêdivî tê dîtin ku dûrbîn bê bikaranîn. Bi teknolojiya pêşketî ya dûrbînê tiştên ji dûr ve em nikarin bibînin jî êdî em dikarin bibînin. Dûrbîn bi saya sîstema xwe û mercekên (rojik) di nav de cih digire objeyên li dûra dikare nêz bike û mezin bike. Wekî du tupan hatiye amadekirin. Dûrbîn jî du cureyên wê hene. Yek ji çavekî yek jî ji du çavan pêk tê. Di ya duçavî de ji ber çavdêr bi herdu çavên xwe dibîne dîmen hîn kûrtir e.


Kê dûrbîn îcat kir?


Îcata dûrbînê xwe dispêre sedan salan. Berê wekî teleskopan dûrbîn derketiye û teşegirtina wê ya îro jî xwe dispêre sala 1825'an. Di 1608'an de Jansen û Lippershey ên Hollandayî dema berçavkê tamîr dikin teleskopeke modern dibînin. Dawiyê di 1610'î de Galileo Jansen û Lippershey teleskopa cîsmên ji bo pîvanên astronomîk çêkiriye 30 carî mezin dike ava kirin. Geşedanên bi vî rengî yên li ser teleskopê bi salan dewam kirin. Herî dawî di 1825'an de J. P. Lemiere du cot teleskop girt û di nava avahiyekê de tenê bi cih kir û bi vî rengî dûrbîna yekem îcat kiriye. Hinek çavkanî jî dibêjin di 1894'an de Carl Zeiss dûrbîn îcat kiriye. Lê belê ji ber ku mûcîdê teleskopê optisyen Hans Lippershey ê Hollandayî ye ew di roja me ya îro de wekî mûcîdî dûrbînê tê zanîn.


Dûrbîn çawa dixebite?

Cureyên dûrbînê çiqasî biguherî ewqas aksagim a hundur jî tê guhertin. Bi giştî du tupên di hundurê dûrbînê de mirov dibîne. Eyarkirinên nuxteyê nîvendê (odak) yên van tupana bêtir bi alîkariya xelekekê tên kirin. Di hinek cureyan de jî du tupên cuda bi awayên cuda tên eyarkirin. Piranî di tupên dûrbînê de du prîzmayên cuda tên dîtin. Bi saya van prîzmayan dîmenê mercek bi awayekî berovajî hay jê çêdike dûz dike û bi vî hawî teyisînê pêk tîne. Fêdeya prîzmayan bi vêya naqede. Her wiha rêya ronîbûnê û mercekan a di nava tup de zêde dike û dirêjbûna dûrbînê kêm dike û bi vê sayê bikaranîna wê jî hêsantir dike. Prîzma di heman demê de dûrbûna di navbera mercekên objektîf û mercekên çav de eyar dike û dibe sedema dîmenê kurtîr û zelaltir. 

undefined
Dûrbîn û Dûrbîna Asîman (Teleskop) sîstema wan wek hev e. Ji bo dûrbînê ji bo cîsmên li cîhanê pê bê dîtin tê xwestin dîmen dûz be û sîstema optîkê ya aîdî vê yekê divê di hundur dûrbînê de cih bigire. Teleskopên cîsmên asîmanan pê tê dîtin wekî Teleskopa Astromomiyê jî tê binavkirin. Sîstemên vana yên optîk bi qansî ku cîsmên bêdawîbûnê mezin bikin û wiha dîmenên wan derxin pêş tên birêkûpêkirin

Dûrbîn li gor pîvanên diyar tên dabeşkirin


Dûrbîn li gor pîvanên diyar tên dabeşkirin. Ev li gor çapên 6*30, 7*30 an jî 8*30 ne. Di pîvaneka yekem de asta mezinbûyina mercekan di pîvaneka duyem a mezinbûyinê de çapên ji cinsê milimetre tên diyarkirin û pîvan tên avakirin. Çapên van mercekan girîng in. Ji ber ku ev rewş pîvana tevahiya ronahiyê ya mercekê ye. Ji bo kesan ger kûrahiya dîmen ne girîng be dikare merceka yek çavî jî bi kar bîne. Dûrbînên yekmercekî nîvîyê dûrbînên dumercekî ne. Ev mercekên daketine nêvî, bêtir erzan in. Vana bêtir wekî dûrbînên şanoyê ne. Nêrîna vana teng e. Asta mezinkirina mercekên yekçavî li gor ên duçavî hîn kêm e. Ji bo dîmenê zelaltir dûrbînên mercekên duçavî divê bên bikaranîn.


Dûrbîna Asîman (Teleskop)


Dûrbîn û Dûrbîna Asîman (Teleskop) sîstema wan wek hev e. Ji bo dûrbînê ji bo cîsmên li cîhanê pê bê dîtin tê xwestin dîmen dûz be û sîstema optîkê ya aîdî vê yekê divê di hundur dûrbînê de cih bigire. Teleskopên cîsmên asîmanan pê tê dîtin wekî Teleskopa Astromomiyê jî tê binavkirin. Sîstemên vana yên optîk bi qansî ku cîsmên bêdawîbûnê mezin bikin û wiha dîmenên wan derxin pêş tên birêkûpêkirin. Teleskopa astronomiyê ji du beşan pêk tê. Ji van beşan a yekem sîstema objektîf a duyem jî merceka çav an jî sîstema okuler e. Ji teleskopên ji bo wan bi awayekî objektîf mercek tê bikaranîn refraktor tê gotin. Ji teleskopên ji bo wan bi awayekî objektîf mirêkên kûrewî tên bikaranîn reflektor (şewqvedêr) tê gotin.


Cureyên Teleskopê


Cureyeke din a teleskopê jî hem ji mercek hem jî ji mirêkê pêk tê. Ji vêya re jî katadioptrik (bi mirêk û mercek) tê gotin. Bejna Teleskopên reflektor (şewqvedêr) li gor teleskopên efraktor hîn dirêj in û rahiştina wan jî hêsantir e. Bi heman rengî bejna teleskopên katadioptrik jî kin e lê li gor cureyên teleskopên din hîn buha ne. Di cureyên cuda yên teleskopan de qisûrên cuda dikarin bên dîtin. Bêtir qisûrên kûrewerî, koma, reng, astigmatizm, xwarbûna qadê tên xuyakirin.

 

Roza Metîna