Nexweşiya Romantîzmal Ankilozan Spondilit (AS)

Nexweşiya Romantîzmal Ankilozan Spondilit (AS)

Ankilozan Spondilit, di nava gel de wekî romantîzmaya masiya piştê ya jî piştê tê zanîn û bêtir di temenê ciwantiyê de dertê. Cureyeke romantîzmaya bi îhtihab a bi êş e.


“Ankilozan Spondilit (AS)” nexweşiyeke romantîzmal e û gelek caran jî gelek kes vê nexweşiyê û fitixa piştê tevlî hev dikin. Lê belê êşa piştê jî dibe ku sedema “Ankilozan Spondilit (AS)” be. Wekî her nexweşiyê ji bo vê nexweşiyê jî tedawî pêwist e. Ger tedawiyeke baş bê kirin dibe ku encameke baş jî bê girtin. “Ankilozan Spondilit (AS)” bêtir di temenê ciwantiyê de dertê. Ev nexweşiya romantîzmal bandorê li ser movikên sakroiliyak dike. Di encama nêma romantîzmal de êşeke dûdirêj li aliyê pişt, newq, hust, kulîmekê dide der. Dema pêş bikeve jî dibe sedema qopbûnê jî. Di aliyê masiya piştê de di warê tevgera lezgîn de pirsgirêk dertên. Ev yek di mêran de 2-3 qatî zêdetir xuya dike. 


Di nava koma nexweşiyên romantizmal ên bi nêm û kronîk de tevî AS, romantîzmaya sedefê, nexeşiya rovî ya bi nêm jî cihên xwe digirin. Li Tirkiyeyê ji her 50-100 kesî bi yekî re SpA û ji her 200 kesî bi yekî re nexeşiya AS'yê xuya dike.


Hinek nîşaneyên Ankilozan Spondilit (AS)


Nexweşiya AS'yê di masiya piştê (marîpişt) de û di movikên sakroiliyak de dibe sedema inflamasyona kronîk. Di heman demê de dibe sedema êşê û kêmasiya tevgerê. Êşa inflamatuvar a piştê xwediyê hinek taybetmendî ye. Ev taybetmendîna em dikarin wiha rêz bikin:


"*Destpêkirina wê ya berî temenê çilî,

*Destpêkirina wê ya bi awayekî konekî,

*Domandina wê ya 3 mehan, an hîn dirêj."


Dibe sedema xwarbûna marîpiştê


Jêrî piştê û kulîmek diêşe û ev nexweşiya dibe sedema xwarbûna marîpiştê jî. Ji ber nexweşiya kronîk a AS'ê di movikên mezin ên wekî çongê de jî êş, werimandin, sorbûyinek (artrit) pêk tên. Her wiha dikare di dest, movikên biçûk ên ling de jî êş û werimandin pêk bê. Bi taybet dema mirov serê sibehê radibe dikare paniya mirov jî biêşe û biwerime. Her wiha dema em li nexweşiya AS'yê dinêrin ji xeynî nîşaneyên masûlke-kakûtê (kas-iskelet) çav jî sor dibin û diêşin. Her wiha nexweşiya roviyên bi nêm jî tê dîtin. Di nexweşiya roviyên bi nêm de emelê bi xwîn û êşa zik jî pêk tê. Teşhîsa nexweşiya AS'ê jî bêtir ji aliyê pisporên romatolojiyê tê diyarkirin. 

Nexweşên movikên wan diwerimin û diêşin dikarin dermanên antiromatizmal ê nahêle nexweşiya sentetîk pêş bikeve, bi kar bînin. Dema ev rêbazê tedawiyê kêr neyê wê demê divê dermanên biyolojîk bên bikaranîn. Gelek nexweş bi tedawiya bi vî rengî hatine asteke baş. Divê di bikaranîna dermanan de mirov baldar bin
undefined


Hinek nîşaneyên vê nexweşiyê


Teşhîsa AS'yê bi tevahî ji aliyê pisporên romantolojiyê tê danîn. Pisporên romantolojiyê di warê nexweşiyên masûlke-kakût (kas-iskelet), bi taybet inflamatuvar (îltihab) romatîzmayên bi îhtihab xwediyê tecrubeyê ne. Di teşhisa nexweşiyên bi AS'ê êşa piştê jî derdikeve pêş. Şev an jî serê sibehê ev êş xwe dide der û bi tevgerê kêm dibe. Loma ev êş bi vî rengî ji êşên din ên mekanîk dikare bê cudakirin. Her wiha di pişt, stû, kulîmek, sîngê de jî êş xwe dide der. Serê sibehê mirov dikeve tev. Di çong, panîyê de êş dertê û werimandin jî çêdibe. Emelê demdirêj jî di vê nexweşiyê de derdike pêş.


Gihaştina teşhîsa AS’ê


Di dema muayeneyê de tevgera kêm a masiya piştê, werimandina di panî û movikan de ji bo teşhîsê girîng in. Dema êşa piştê ya bi tîpa İnflamatuvarê bi nexweşan hebe wê demê ji bo teşhîsa AS'ê divê filmê direk pelvisê bê kişandin. Hekîmê Romatolojiyê agahiyên ji muayeneyê bi dest xistiye û encamên laboratuarê tevî lêkolînên radyolojîk dikare binirxîne û xwe bigihêjîne teşhîsa AS'ê.


Êşa piştê yan jî kêlekê hebe divê nexweş serî li pisporê romatolojiyê bide


Divê ev yek jî neyê jibîrkirin sedemeke serlêdana li bijîşkan êşa piştê ye. Divê haya mirov ji vê yekê jî hebe. Gelek carî MR a piştê tê kişandin û bi şaşî teşhîsa fitixa piştê ji bo nexweşan tê danîn. Dema êşa piştê ya wekî akut tê der ger sincirandin, qeyba kîlo, travma, pirsgirêkên cidî yên norolojîk tune bin wê demê hewce nake tetkîk çêbibe. Ev yek bi êşbir an jî bi tedawiya sistkirina masûlkeyê (kas) dikare bê bidawîkirin. Her wiha êşa piştê yan jî kêlekê hebe divê nexweş serî li pisporê romatolojiyê bide.


Nexweşiya Ankilozan spondilit heta emrê mirov hebe didome. Dema em lê dinêrin em digihêjin encama ku sedema AS'yê tam nayê zanîn. Dibe ku rola genetîkê jî hebe. 

undefined


Girîngiya teşhîsa zû


AS mixabin ne nexweşiyeke derbas bibe ye. Heta emrê mirov hebe didome. Hinek tiştên ji vê nexweşiyê re ne baş in hene. Yek ji vê ya cixare ye. Dema tedawiyeke baş bê kirin ev ji bo teşeyê masiya piştê (omurga) xira nebe yan jî kêm xira bibe bi fêde ye. Gelek carî jî ji ber êşê di warê tevgerê de zehmetî çêdibin. Kesên bi nexweşiya AS ne mixabin di masiya piştê ya wan de xwarbûn jî xuya dike. Êşa kronîk, tevgera kêm, deformiteya masiya piştê dibe sedem ku mirov di warê kirina kar de qels bimîne. Ev dikare bibe sedema pirsgirêkên aboriyê û derûniyê jî. Mixabin ev nexweşiya bi temamî derbas nabe. Lê tevgera zêde dikare nexweşiyê sivik bike. Dermanên anti-inflamatuvar ên ne Steroid divê dermanên di destpêkê bên hilbijartin bin. Ev tedawî ji sedî 60-70 dibe bersiv. Dermanên anti-inflamatuvar ên ne Steroid ne dermanên sivik ên êşbirê ne. Ji bo îhtihaba romantîzmal derbas bibe baş e. Ji bo derman bandorê bike divê bi dozên bi rêk û pêk ev tedawî bê kirin. Dema mirov hêdî hêdî ber bi başbûnê ve biçe ev derman dikare neyê bikaranîn. Ji ber ev derman li gor mirovan bandorên cuda dike loma nexweşên ji dermanê anti-inflamatuvar ê ne steroid e bersivê negirin dikarin dermanekî din ê anti-inflamatuvar ê ne steroid bi kar bînin.


Berdewamiya tedawiyê girîng e


Nexweşên movikên wan diwerimin û diêşin dikarin dermanên antiromatizmal ê nahêle nexweşiya sentetîk pêş bikeve, bi kar bînin. Dema ev rêbazê tedawiyê kêr neyê wê demê divê dermanên biyolojîk bên bikaranîn. Gelek nexweş bi tedawiya bi vî rengî hatine asteke baş. Divê di bikaranîna dermanan de mirov baldar bin. Divê em vê yekê jî ji bîr nekin. Tevgera daîmî ji bo vê nexweşiyê baş e. Divê tevgereke bi rêk û pêk hebe. Ev dibe sedem ku tevgera canê mirov zêde bibe. Nexweşiyên romantîzmal mixabin dikare rê li diyabet, nexweşiyên pişikê, nexweşiya gurçikan jî veke. Loma berdewamiya tedawiyê girîng e.


Roza Metîna